Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana pêwendiyên PDKÎ li Kongireya Amrîkayê

21:04 - 19 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Yek ji harîkarên pêwendiyên PDKÎ, seredana Kongireya Amrîkayê kir û tevî du endamên pile bilind yê wê Kongirê civiya.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Areş Salih harîkarê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derveyî welêt, roja Duşemiyê 16’ê Hezîran a 2014’an, seredana Kongireya Amrîkayê kir û tevî Lawrên Şapêro, endamê harîkar yê Kongirê û Katlîn Sêngiston, rawêjkarê Kongirê hevdîtin kir.

Areş Salih bala wan aliyan bo ser nêrîna PDKÎ li ser rewşa mafê mirov û herwisan hawkêşeyên siyasî yên hundirê Îranê û herêmê kêşa bû.

Salih di vê hevdîtinê de, da zanîn ku piraniya binpê kirina mafê mirov di Îranê de li ser netewên bindest tê meşandin, lê mixabin raportên mafê mirov li Amrîka û cîhana azad de, rastiyên han bi awayên hewce berçav nagirin.

Nawbirî herwisan tekez li ser hewcehiya piştgîrî kirin ji opozisyonên demokratîk kir û got Amrîka bi piştgîrî kirina netewên Îranê weke parek herî girîng ji opozisyona demokratîk, dikare bi awayek herî baş, berengarî tirsên evlehî yên Îranê bibe.

Salih di wê hevdîtnê de, bal kêşaye ser wê yekê ku netewa Kurd weke gelêk ku xudiyê dîrokekî dûr û dirêj di pêxema mafên xwe yên neteweyî de ye, hilgirê nirxên hevpar e tevî cîhana demokratîk û azad.

Rewş û zirûfa niha ya Îraqê û pêgeha bihêz a kurd li yek alî kirina hawkêşeyên siyasî û bandora wê li ser cihgîr kirina evlehiya Rojhelata Navîn, parek din bû ji bas û mijarên wê civînê.