Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê polîsê “FTA” : Telegram û Twetter rê bo kiryarên terorîstî xweş dikin

14:39 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Serokê polîsê “FTA” a hêza Intizamî (fenaweriyê tebadulê Itila`at) ragehand ku rêxweşker bo kiryarên terorîstî di pileya yekem de tweteer û di pileya duyem de Telegram e.

Serokê polîsê “FTA” Hadiyanfer, pêdagirî kiriye ku dibe fîltera li ser Twetterê her bimîne. Hejmareke zêde ji berpirsyarên fermî ên hikûmetî di tweteerê de hesab hene, û her li ser vê bingehê jî bas ji egera rakirina fîlterîngê li ser tweteerê hebû.

Serokê polîsê “FTA” ragehand tweteer sedema sereke ya çalakiyên terorîstî ye, û wî di civîneke li Spanyayê de gotiye birêveberê wê, ku niha zêdetir ji 750 hezar kes di cîhanê de alîgiriyê ji DAÎŞ`ê dike, û kiryarên terorîstî bi biryara DAÎŞ`ê bi rê ve dibin, û tewahiya çalakiyan wan jî di Tweteer de rû dide.

Serokê polîsê “FTA” a hêza Întizamî êrîşî ser Telegramê jî kir, û ragehand ku hemû hevahengiyên di navbera terorîstên DAÎŞ`ê ku êrîşî ser Meclisê li Tehranê de kirin, ji riya Telegramê ve rû da.

Di bersivdana bi hewlên rejîmê bo fîlterkirina Telegramê hinek ji karberan nivîsandine, jiber ku DAÎŞ`ê ji riya riya asfaltkirî ve, xwe gehande Tehranê, dibe ew rê jî bêne xirakirin.

Karbidestên rejîmê di demekê de bas ji metirsiya Telegram û Tweteerê dikin, ku bi xwe jî zêdetirîn mifahê ji wan torên civakî bi taybetî bo serkut û zexta zêdetir, û ji bo kiryarên xwe ên terorîstî li derveyî sînorên Îranê mifahê werdigrin.