Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Bi sedema daxistina %80 yekeyên berhemanînê, nêzîkê 80 hezar kes bêkar bûn

20:46 - 19 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Ji seda 80 yekeyên berhemanînê hejmara 1 û 3 li bajarê Sine hatin daxistin û ewa jî bû sedema bêkarbûna 70 heta 80 hezar kesan.

Daxistina wê yeka berhemanîne û bêkarbûna wan karmendane di çend salên derbasbûyî de, bûye sedema ewê ku asta hêla hejarî di Sine de çê bibe.

Endamekî şêvra xaniyê pîşeyî û çavkaniyan a Kurdistanê daye zanîn: A niha ji seda 80 yekeyên berhemanîn di asta parêzgeha Sine hatine daxistin û ewa jî bûye sedem ku 70 heta 80 hezar kes bêkar bimînin.

Ji aliyek din ve jî parêzgeha Sine ragihand: Nêwenca dahata xelkê Kurdistanê li nivya asta nêwenca dahata giştî a Îranê kêmtir e