Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sînorê Mêhran li parêzgeha Îlamê bi sedema nêzîkbûna DAIŞ hat daxistin

21:31 - 16 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema êrîşa hêzên DAIŞ bo ser deverên curbacur ên Îraqê û bi xasmanî deverên Sûnîakincî, sînorê Mêhran bo heyamekî nadiyar hat daxistin.

Li gor rapora nûçegihaniyên Îlamê, seba cihgîrbûna hêzên girupa terorîstî ên DAIŞ naskirî bi “Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê” li parêzgeha Diyale û nêzîkbûna wan li sînorên Îranê, hat û çûna hemwelatiyan ji sînorê Mêhran ve hat daxistin, û tenê îzna bazerganan heye ku hat û çûnê bikin.

Nûçe bas ji wê dikin ku hêzên rejîma Îranê ji tirsa hatina DAIŞ bo nav axa Îranê sînorên xwe daxistine.

Sînorê navdewletî a Mêhran ji 90 kîlomêtriya başûrê bajarê Îlamê hilkevtiye û li sala 2004 bi fermî hat vekirin.

Ewa di demekê deye ku di çend rojên derbasbûyî de pitir ji 2 hezar kes ji hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, bi hinceta şer ligel girupa Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ), sînorê Îraq û Herêma Kurdistanê derbas kirin û çûne nav axa vî welatî.

Paş êrîşa hêzên terorî yên DAIŞ, têkkişandin û paşedekişandina sipaha Îraqê, hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, deverên Kurdistanê ên derveyî Herêma Kurdistanê konterol kiriye û li çend cihên din jî şer û pevçûn di navbera DAIŞ û hêzên pêşmerge de hatiye gorê ku çendîn DAIŞ hatine kuştin û birîndar kirin.