Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zafbûna rêjeya qezaya terafîkê, narizayetiyek çêbû

21:21 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Seba xirabiya rê û banan û zafbûna amara Qurbaniyên qezaya terafîkê, hemwelatiyan bi daxistina rêya Doberan bo Qurwe” narizayetiya xwe li hember wê rewşê derbirîn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê 20’ê Hezîran a 2014’an, bi sedema qezaya terafîkê li rêya Dolberan bo Qurew, 6 hemwelatî ku 3 kes ji wan zarokên sawa jêr temen 6 sal bûn, canê xwe ji dest dan û 2 kesên din jî bi tundî hatin birîndar kirin, û ewa jî narizayetiya hemwelatiyên Kurd di vê deverê de çêbû.

Xelkê Dolberan li hember xirab bûna rê û banan û zêdebûna rêjeya qurbaniyên qezayên terafîkê bi sedema hatûçûna tirombêlên giran bo kanzayên vê deverê bi heyamê çend demijmêran rêya wan hat daxistin.

Nasitandariya rêyên Kurdistanê û xemsariya berpirsên pêwendîdar ên rejîma Îslamî a Îranê ji bo nojenkirin û pêregihştin bi cih û xalên hestyar yên rêyan, ji sedemên pitirbûna qurbaniyên qezayên terafîkê ne.