Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zozan û daristanên derdora gundê Necar şewitîn

14:14 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Parekî zaf ji daristan û zozanên derdora gundê Necar a ser bi bajarê Pawe, bo heyamê pitir ji 13 demijmêran di nav agir de şewitîn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, bervara 18’ê Hezîran a 2014’an, daristan û zozanên derdora gundê Necar a ser bi bajarê Pawe, di nav agir de şewitîn.
Çavkaniyekê bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragihand: Şeva Çarşemî ew agire dest pêkir û heta ber bi sêbêdeya roja din bi bê agahdariya xelkê berdewam bû.

Navenda ciwanên jîngehparêza Ciwanro bi alîkariya hemwelatiyan paş çend demijmêran agir konterol kirin.

Li gorî dawîn agahiyan, rêjeya xisaret û zirarên wê agirê nêzî bi 30 hiktar bûye.

Ekîpa hawerdeçûn û rêzgarî kirinê ya ser bi rejîma Îslamî a Îranê tu hewlek bo temirandina agir nedane û tenê bi hewla hemwelatiyan û endamên rêxistina encumena lawên jîngehparêza Ciwanro, hat konterol kirin.