کوردستان میدیا

ماڵپەڕی ناوەندیی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران

Ji bo bîranîna rêberê her tim bi ken

17:46 - 1 گەلاوێژ 2719

Sî sal bi ser wê roja tarî re derbas bûn dema ku şandên ehrîmen, li xaniyek bê parêz li bajarê Wienê kena li ser lêvên rêberê bêhempaye kurd Dr. Qasimlo yê mezin bi kîna veşartî di mejiyê bi gemare tije fen u xape dêvên dijberî mirovatiyê de bersiv dan. Qasimlo, bi dilek paqij ber bi mesaja aştiyê ve çû, lê haya wî jê nebû ku li pişt maskeya aştiyê, jahriya şer u kuştinê veşartiye. Komara Îslamî, bi teror kirina Qasimlo xwest ken û hêviyê ji gelê kurd bistîne, lê niha, 30 sal piştî vê roja reş li her deverek axa paqije Kurdistanê bi wêne u hêviyên Dr. Qasimlo re tê himberanî hev. Qasimlo bû sembola berxwedana gelê xwe, u Komara tarîtiyê di nava gemara îdeolojiya sedasalên navîn de jahriyê hildimije   Ji bo bîranîna Qasimlo yê her tim rêber   Sal çi qas derbas bibin ...Tu hin qas zindîtirî Di kenê zarokan de Di dilê evîndaran de Di rondikên çavên dayîkan de Di roniya çavên li rê, tîrêjên tava jiyanê, u hêviya sawayên di nava pêçolkan de   Her ku demsal tên Tu jî bi wan re têy Weke tu bi xwe sal u demsal bî Nûbûn u vejînê bi xwe re bînî   Tu u xweza niha yek in Bi baranê re dibî dilop Bi tavê re dibî tîrêj Bi bayê re dibî hilim Bi befrê re dibî kuliyên aram Ji avê re dibî cobar Ji deştê re dibî balge Ji çiyan re dibî xemil Zozan bi te rûgeş dibin Hêvî li Kurdistanê şîn dibe Pêşmerge pê dilxweş dibin   Jîna te ketiye jiyanê Bûye hêz bo berxwedanê Tu namirî, her tim dijî Weke kurd u Kurdistanê