Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ bi hilkefta 30emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî

20:07 - 17 Îlon 2022

Endam, alîgir û kadr û pêşmergeyên Hizba Demokrat!

Xelkê têkoşer yê Kurdistanê!

Azadîxwazên Îran û dostên gelê Kurd!

26ê Xermanana îsal, 30 sal li ser terorkirina Sekreterê Giştî yê PDKÎ Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî endamê Komîteya Navendî û nûnerê Hizbê li Ewropayê “Fetah Ebdulî” nûnerê PDKÎ li Alman “Homayûn Erdelan” û têkoşerê Îranî û dostê Hizba Demokrat “Nûrî Dêhkurdî”de derbas dibe. Sê dehkan berî niha di rojek wiha de Sekreterê Giştî yê Hizba me û hevalên wî, piştî beşdarîkirin li kongireya Înternasiyonal Sosyalîst li Berlînê, di demekê de ku ligel hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên Îranê li restûraneke wê bajarî de ya bi navê “Mîkonosê” li derheq hevgirtina Opozîsiyona Îranê mijûlî gotûbêjan bûn, tîmeke terorîstî ya Komara Îslamiya êrîşî li ser wan kirin û ew şehîd kirin.

Terorkirina Dr. “Şerefkendî” xisarek giran bû li ser peykera Hizba Demokrat, çimkî tenê di heyama 3 salan de bo cara duyem, rêberekî bi şiyan û zanayê xwe jidest da û piştre li tev tevgera Kurd û Opozîsyona Îranê kevt ku bi wî awayî hertim rola karlêker û xwedî bandor ên mezin bêpar bûn ku nêzîk bû valahiya “Dr. Qasimlo” heta astekê tijî bike. Bi wî awayî jî şehîdbûna Dr. “Sadiq Şerefkendî digel hemû giranî û talîtiyê Hizba Demorkat li ser pê nexist, û her weke ku li siya îrade û  lêzanîna Dr. Şerfkenî de Hizba Demokrat pişta xwe di bin barê giraniya terora Dr. Qasimlo de rast kirbû, piştî şehîdbûna Dr. Şrefkendî jî rêberatiya Hizba Demokrat û kadr û pêşmergeyên qehereman yên vê Hizbê dilgerm û pişt qahîm bi hevdilî û piştevaniya xelkê Kurdistanê, alaya xebata neteweya xwe her wa bilind ragirtin û xebeta vê Hizbê bi micdbûnê ve û ji xwe derbasbûnê berdewam kir û tevî hemû astengiyan û pirsgirêkan di qonaxên berê de kareke wiha encam dan ku Hizba Demokrat di cerbandina dijwarî ya dewrana piştî, rêberên şehîd bi serbilindî derkevin.

Ji aliyek din ve terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî her weke piştî terorkirina Dr. Qasimlo şîpelek berfireh ji bêzariya xelkê Kurdistanê ji rejîma Îslamî  û hevpêwendiyên din yên aliyê Kurdistanê û kom civînên Îran û navneteweyî digel Hizba Demokrat li pey xwe anî, ji hemûyan girîngitir berevajiyê keysa terorkirina Dr. Qasimlo ku di vê de di encama givaş û şantajên rejîma Îslamî û siyasetên berjewendîxwsazan yên dewleta Otrîşê, lêkolînên polîs ti encameke serast a dadweriyê lê nekvt û terorîst radestî rejîma Îslamî hatin kirin, di heyameke kêm de piştî terora Mîkonosê piraniya bikerên wê cinayetê hatin biçavkirin û di encama lêkolînên hûr û serbixwe ev cinayeta bisam û birêvebirina dadgehek xwedî hitbar û serbixwe ku nêzî 5 salan pê çû dezgeha dadweriya Almaniyayê di hikmetek bivêrane û dîrokî de ku li roja 21`ê Xakelêweya sala 1367an a roji der çû, desthilatdarên rejîma Îslamî a Îranê di asta herî bilind a xwe de biberprisyarên terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî da nasandin. Hikûmetek ku di asta dîplomasiyê de jî paşhatên girîng û bê mînak hebû, çimkî dewletên Yekîtiya Ewropayê bo heyamekê balyozên xwe ji Îranê bang kiribûn.

Dr. Sadiq Şerefkendî li malbatek naskirî û nîştimanperwer, li devera Mukriyanê jidayîk bibû û di bin siya brayê xwe yê mezin mamoste Hejar de gelek zû digel qedera gelê Kurd nasyar bû û digel rewta xebat bo azadiya wî gelî têkel bû, lewma gelek caran ji aliyê rejîma paşayetiyê ve rastî azar û dûr xistinê bû, her di serdemê xwandekariyê de bitaybet di dema ku li Parîsê mijûlî wergirtina dixtoriya kîmayayî bû ji rêya Dr. Qasimlo ve tevlî refên Hizbê bibû û piştire dema ku wek mamosteyê zanîngehê li Tehranê mijûlî kar bû bi nehînî erka pêwendiya dinavbera Hizb û Kurdên rûniştiyê Tehranê rêve dibir. Lê, piştî şoreşa sala 1357`an û destpê kirina tekoşîna eşkere ya Hizba Demokrat Dr. Şerefkendî da xuyakirin ku bilî şarezabûn li zanistê, xebatkarekî bivêr û xwedî îrade, birêveberekî micid û xwedî bername û serkirdeyetkî xwedî biryar û meydanî di rewşa herî dijwar de ye.

Şerefkendî ku di heyama di navbera serkeftina şoreşa gelan li Îranê li dijî rejîma Paşayetî heta dema şehîdbûna Dr. Qasimlo berpirsaytiyên gelek berçav û girîng yên Hizbê li stûyê wî bûn û her vê demê li refên Hizbê de bo xwe qutabxwaneyek bû  bo dersên moral, bawer, pirensîp û birêbererî, digel şehîdbûna Dr.Qasimlo demldest li cih û pêgeha rêberekî siyasî xwedî ezmûn yê Kurd derkevt û meşixela destê Dr. Qasimloyê pir navûdeng hilgirt. Di halekê de rewşa gelek dijwar a Hizba Demokrat mezintirîn bandordartirîn kesê dîroka xwe li piştî Pêşewa anko Dr. Qasimlo jidest dabû Dr. Şerefkendî bi şiwêrmendî û lêzanîna xwe û bi alîkarî û piştevaniya heval û hevkarên xwe karek kir ku Hizba Demokrat bi baştirîn awayê mumkin ji vê qonaxa zehmet a dîroka xwe derbas bibe. Di vê dema kin de ku berpirsayetiya yekem a Hizba Demokrat ku li ser milê wî bû, Şerefkendî bi jêhatîbûneke taybet cih û pêgeha Hizba Demokrat li ser asta tevgera Kurd û li nav Opozisyona Îranê û kom û civînên derveyî welat de parast û geşe pê da. Bi cihanîna wê risaleta siyasî û xebatkariyê jî, Dr. Şerefkendî tevî vê yekê ku mirovekî xwediyê hizrên mezin û xwediyê xeyalên mirovî û skolar û dadperwerane bû, baweriyek kûr bi girîngtirbûna pirsa rizgariya neteweyî hebû û digel bawerîhebû bi hewcehiya hevkarî û hevpeywendî li asta seranserî ya Îranê de bi xwebaweriyeke bihêz, ji hebûna siyasî ya neteweya Kurd û rewa bûna mafê diyarîkirina çarenivîsa wî gelî berevanî dikir.

Îro em di rewşekê de salvegera Dr.Şerefkendî hevalên wî bilindradigrin û cinayetên rejîma Îslamî bi bîr dixînin ku rewşa xebata gelan di cîhanê de û doza rewa ya Kurd guherînek zêde bi ser de hatiye û rejîma Îranê jî ji ber mahiyeta dije mirovî û dije Demokratîk a xwe û bê bawerbûn bi çareseriya arîşeyên welat li hemû demî zêdetir digel hirs û bêzariya xelkê Îranê û pêkhateyan rû bi rû bûye û bi sebeba siyaseta aifirandina aloziyan û têkdertane di asta derve de cih û pêgeha deverê û navneteweyî di xerabtirîn rewşê de ye.

Herçawan ku Dr. Şerefkendî li ser vê baweriyê bû ku di rewşa îşare pê hatîkirî de divê hêzên siyasî yên neyariya rejîma Îslamî han bide ku hem di nav de li ser bingeha demokratîk bi dîtina heqîqetên civaka Îranê yek bigirin û hem jî pişt bi hêza berfireh a xelkê girê bidin.  Îro jî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser vê baweriyê ye ku 30 saliya terora Mîkonosê û serpêhatiyên tev şehîdên riya azadî û demokrasî li Kurdistan û Îranê divê bikin bi hêvîn û hander bo vê yekê û tevî şermezarkirin û bersivdana herçiqas zêdetir û baştir bi pîlan û tawanên dijemirovî yên Komara Îslamî di hember xelk û neyarên vê de, ast û şiyana xebat bo guherînên azadîxwazane li Îranê di hemî bestênan de bi awayek bê rêkxistinkirin ku dawî bi temenê gemar ê vê rejîmê bîne û di encamê de pêgehek bê avakirin ku di wir de gelên Îranê bi azadî û bi pêgehek wekhev, mêzeyî paşeroja xwe bikin û gelê Kurd jî bigihîje bi mafên xwe ên rewa; Ev yek jî hewcehî bi xwedeçûn û bi keda xwe û şêwir û karê serast di tev alî û xelekên hevxebatî li ser asta Kurdistan û Îranê heye.

 Di vê pêxemê de gelek caran serbilindiya Hizba me û dilxweşiya xelkê Kurdistanê û dostên gelê Kurd ev e ku nêzî mehekê ye ku proseya hevgirtina Hizba Demokrat gihîştiye bi encamê û domderê rêbaza “Dr. Qasimlo” û Dr. “Şerefkendî” dikarin ji nû ve di çarçoveya Hizbek hevgirtî de xebata micida xwe bidomînin. Hizba Demokrat bi berçavgirtina erka dîrokî ya li ser milê xwe û çavnhêriya xelkê Kurdistanê, ev destkevta pîroz û yada 30emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û şehîdên din ên meha Xermanan a xwînavî, dikin bi derfetek bo nûkirina soz û biryara domandina xebata micid û bi seha berpirsiyaretiyê heta gihîştin bi armancên şehîdan. Peyama me bo têkoşerên Demokrat, parastina wekhevî û hevhelwestî û erk li stû girtina zêdetir e.

 Bilind be yada Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî û tev şehîdên doza rizgariya Kurdistanê

Neman û şermezarî bo rejîma terorîstî ya Komara Îslamiya Îranê

 Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

 Navenda Birêveberiya Giştî

Xermanana 1401an Rojî