N. Eskender Ceiferî
Ji destpêka şoreşa Jînayê ve heya niha çendîn caran xelkê Rojhilat rêfrandoma xwe bi rêve biriye. Hem bi gireva giştî, hem bi serhildanê, hem bi pêşwaziya Newrozê û niha jî dê bi pêşwaziya roja pêşmergeyên Kurdistanê xelk, şehîdên Komarê û şehîdên serhildana Jînayê li ser gorên şehîdan bi bîr bîne û dîsa rêfrandoma Rojhilat birêve biçe.
Niha piştî 3 salan, reng û şêwaza serhildanê hatiye guhertin lê her didome.
Rêjîma dagirkar a faşîstên Îranê, tevgera partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hûrî dişopîne. Heya dema ku partiyeke Kurdî bikare hevrêziyê di nava refên aliyên cuda de pêk bîne, rêjîma Komara Îslamî jî nîgeran e.
Sermawez bûye remza şoreşê. Di dîroka hevçerx de, ti yek ji wan desthilatan ku Kurdistan dagir kirine, nexwastine rêûresmên ji bo pêşwaziya 26'ê Sermawezê roja Pêşmergeyên Kurdistanê bi rengekî hêja were pêşwazîkirin. Rojhilatê Kurdistanê jî parek ji wî welatê birîndar e. Rêjîma dagirkar a niha jî, weke rêjîma Pehlewî, riftarê bi Kurdan re dike û lehengên Kurdan tenê ji ber pêkanîna çalakiyekê bi dehan salan di girtîgehan de dimînin.
Rast e ku Komara Kurdistanê bi pêşengiya Hizba Dêmokrat hat avakirin lê aliyên cuda yên siyasî yên Rojhilat, pêşwaziya 26ê Sermawezê dikin. Ev pêşwaziya Sermawezê jî weke pêşwaziya Newrozê li ser gorên şehîdên serhildana Jînayê ye. Belkî ev, zengila metirsiyê be ji rêjîma Îranê re. Ji Ber ku heya niha ti caran bi vî rengî, hemû partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li hev nêzîk nebibûn.
Ji destpêka şoreşa Jînayê ve her sal tevgereke mezin di nava Sipaha dagirkar a Pasdarên Îranê de çê dibe. Ew ditirsin vê carê Rojhilatê Kurdistanê hemû hevdeng rabe ser piyan. Zanyariyên veşartî ji nava Sipahê amaje dikin ku bajarên Xurasanê, Sine, Îlam, Ormiye û Kirmaşanê bûne armanca sereke ya hêzên wê rêxistina têrorîst. Bi vî rengî ku endamên Sipahê, di nava xelkê sivîl de digerin û neyaran didin nasandin û biryar e her kesê ku basa 26'ê Sermawezê ya aliyên Kurdî li ser gorên şehîdên serhildana Jînayê bike, bê girtin.
Ji xeynî tevgerên Sipaha Pasdaran, selefî jî li hemberî netewegiran têne çalakkirin. Plana herî dawî ya rêjîma Îranê ew e ku derfetê bide rêxistinên tundrew da ku neteweparêziya Kurdî di landikê de bifetisînin. Li gor zanyariyên çavkaniyeke veşartî ya saziya Îstixbarat angu Îtilaata Îranê, heke tevlîhevî yan jî serhildana xelkê û partiyên Rojhilat li hemberî desthilat mezintir be, dibe ku ji bo dijatiya hêza Kurdan, mifah ji aliyên selefî jî were wergirtin.
Îsal jî Sermawez, Sermaweza Jînayê ye. Xelk hem Komara Kurdistanê bi bîr tîne û hem jî rêzê li cangoriyên serhildana Jînayê digire.
Her Rêbendanek, ji bo Kurdan rêfrandûmeke serxwebûnê ye ku li dijî rêjîma dagirkar a faşîstên Tehranê li hemû navçe, gund û bajaran pêk tê. Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wisa dibînin ku qet li Îrana di bin desthilata dagirkariya niha de, ti hilbijartineke dêmokratîk û azad birêve neçûye û ew hertim hilbijartinê baykot dikin. Li gor wan, hertim Kurd biryara xwe li dijî dagirker distînin û soza xwe bi riya şehîd û cangoriyên niştiman re nû dikin. Îsal jî ewê bi pêşwaziya xwe li 26ê Sermawezê li ser gorên şehîdên serhildana Jînayê soza xwe bi cangoriyên Kurdistanê re nû bikin.
Ev 3 sal in ku serhildana Jînayê didome. Jîna Emînî ji aliyê Serfermandariya polîsên Îranê, ku serperiştiya cîbicîkirina yasayên bi navê hicabê ye, bi tawana pabendnebûna hicaba xwe bi pîvanên rêjîma dagirkar ve hate girtin. Polîsên Îranê got ew ji nişkan ve li binkeyekî hêzên tepeserkar de têk çû, li wir ket erdê û piştî du rojan di komayê de mir. Lê ew ne rast e û xizm û kesên Jîna Emînî li ber çavan dîtibûn ku ew rastî lêdanê hatibû. Wan gotin ew hat lêdan û serê wê li kêleka otombîleke polîs ket, ku bû sedem ku Jîna şehîd bibe.
Ji wê demê ve serhildanê dest pê kir û di rêûresmên taybet ên weke 26ê Sermawezê de jî gurrtir dibe.