N. Hesen Heranî
Wekî ji sernavê gotarê jî dîyare, piştî şerê duyemîn ê cîhanê pergala cîhanê wekî du alî hat avakirin, Alîyekî vê pergalê bloka sovyetê û alîyê din jî bloka kapîtalîst bû. Jivê rewşê re Cîhana Du blok hat gotin. Peyva “blok" hinek xerîb tê û emê bi zimanê xwe ji vê rewşê re bêjin cîhana dualî. Ji vir û şûn de dema we peyva “dualî" dît hûnê bizanibin ku em behsa cîhana du cemserî dikin.
Cîhan, jîyan û civak guhergeze, timî pêşve diçe û diguhere. Hemî pergalên civakî berhemên zemanin. Zeman wan derdixe holê û bi hukum îcazeta xwe hebûna wî/ê didomîne an jî mîada wan temam dike û bi dawî dike. Ev qanûn qaideyekî heyînêye.
Cîhana dualî jî wek fermanekî demê wek serdemekî hat wicûdê û bandora xwe li ser civakê kir û her yek bi gorî xwe, bi rengê hebûn û teşeya xwe mor li demê û civakê da. Her pergal bi xwe re bi qasî ku tiştên baş derdixe holê carinan zêdetir jî gelek karesatên mezin û giran li pey xwe dihêle û derbas dibe.
Emê di vir de zêde behsa pergala kapîtalîst nekin. Bêtir emê çend gotin li ser pergala sovyetê bêjin. Lewre li ser pergala kapîtalîst heta niha gelek gotin û analîz hatine kirin lê li ser pergala sovyetê anku biloka Rojhilatî an sosyalîst, ji xeynî birêz Abdullah Ocalan kesî zêde krîtîka vê pergalê nekir an jî nekirîye. Yên kirine jî bi wêrekî û zanyarî li ser xalên wî ên esasî nesekinîne an jî nanîne holê. Ji ber vê yekê ev pergala sovyetîk ji nîvsedsalek zêdetir bandora xwe li ser hemî rêxistin û sîyasetên Kurd û Kurdistanî kirîye hewceye em zêde li ser hûrbibin. Lewre hemî partîyên Kurdî di wê serdema dualîbûnîya cîhanê de hatine avakirin û piranîya van partîyên me ji pergala sovyetîk bandor bûne û hemî sîyaset, îdeolojî û mekanîzmayên xwe yên rêvebirîyê pir-hindik li gorî kaideyên vê pergala sovyetîk dîzayn kirin. Ev rewş tevî alîyê wî yê baş ku mirovan motîveyê tekoşînê dikir, gelek êş û azarên cuda yên civakî, dîplomatîk û sîyasî jî bi xwe re anî. Bermahîyên jê man û bû wek nexweşîyek qronîk û li hişmendî, li feraseta rêvebirî nêrîna wan ya li ser cîhanê, sîyasetê, dîplomasî û têkilîyên navdewletî de ronişt nehişt ku Kurd di pencereyekî fireh de cîhana nû binêrin, fambikin û xwe ji nûve biguherînin û bi rêkûpêk bikin. Piştî hilweşîna pergala sovyetîk, nêrîn û nêzikatî bû asteng li pêşîya sîyaset û tevgerên Kurdî jibo nehêle xwe ji pozîsyona dij pergalîya rojavayî derêbixe. Ger gotin li cîh be di vê serdemê de hemî sîyaset û tevgerên Kurdî ne bi kêrî dêrê hatin û ne jî bi kêrî mizgeftê. Li nav qada cîhanê li ber derî û korîdorên dîplomasîyê bi tena serê xwe man.
Lê ev qaîdeyekî pêşketin û kamilbûna mirov e ku ji serpêhatîyên xwe ders û hîkmet werdigire. Kurdan û tevgerên Kurdan jî bi gorî rih û hukmê vê zagonê tevgerîyan û bi derengî be jî miheseba nîv esrekî kirin û jibo pêşeroja gel û welatê xwe cih û riya xwe ji nûve nîqaş kirin. Ji hemî karesat û qewimînên xwe ders û hikmetekî derêxistin û îro li cîhanê, di dîplomasî û sîyaseta nav cîhanê de ji xwe re pencereyekî cuda vekirin û giheştin wê firasetê ku bikaribin cîhana nû bi nêrîn, û awayekî nû û cuda fam bikin. Ev firasetekî nû daye hemî alîyên Kurdan û dibe sedema hêvî, aramî û şanazîyê jibo hemî Kurdan.
Kurdan di pêvajoyên borî de dît û fam kir ku alîgirî û dîzaynbûna lidora alîyên serwer yên cîhanê ji hêvî û aramîyê zêdetir êş û azar tîne. Alîgirî tiştekî refleksîfe û encama lewazbûn û bêçaretîyê ye. Ez ti alîyekî Kurdî di vê xalê de tawanbar nakim û ev wekî encamekî xwezayîye her tim di civakê de rûdide. Di nava me Kurdan de jî rû da û îro êdî bidawî dibe.
Şerê nabeyna blokan tu car rasterast ne şerê lokatîfin. Loma jî gelên di wê herêmê de direkmen ji encamên serkeftin an jî têkçûnên van alîyan sûd wernagirin. Lê bi piranî ji encamên têkçûnên wan zêdetir bandor û xesar dibînin. Lewre faktoreya têkçûnê her tim yên di dirinceya duyem û sêyemdene dibînin. Lê di encamên serkeftina alîyek û çê de di warê lokatîf de gel û tevger jê sûd wergirin jî ev bêtir tiştekî defactoyîye. Otonomîya 1968 an, destkeftîyên piştî şerê kendavê wekî mînak mirov dikare nîşan bide.
Alîgirî û girêdana bi alîyan wek heyînekî organîk ji jêr ber bi jor ve, ji jor ber bi jêr ve rengê xwe didin hevdu. Di virde mînaka alîyê sovyetîk mînakek balkêşe. Ev pergal di destpêkê de wek hêvî û rizgarî jibo hemî bindest û hejaran wek stêrka berbangê hilhat. Neçarî û hêvîdarî carinan berîya famkirin, hînbûn û ceribandinê mirovan ber bi tiştek ve dibezîne. Pergala sovyetîk jî bangî bindest û hejaran dikir. Bê pirsîyarî û bê tecrûbekirin herkes ber bi xwe ve dikişandin. Wekî li hemî derên cîhanê li Kurdistanê jî ev wisa bû. Lê kesek bi di şert û mercên wê demê de pêdivî bi lêpirsîn û analîza vê pergal û îdeolojîyê nekir. Jibo vîya bê kirin di wê demê de şert û merc û derfetên vê qirîtîka vîya jî tinebû. Lewre wekî gelek ol û îdeolojî ev îdeolojî jî ji erdnîgarîyek din derketibû û bi ziman û teşeyê xwe belav bûbû. Famkirina vîya, rastî û şaşîya vîya incax bi tecrûbekirinê wê derbiketa holê. Û wiha jî bû.
Hilweşîna pergala sovyetîk bi derengî be jî me Kurdan ji alîyê gelek mijarên ilmî û zanyarî de kir nava lêpirsinê û di warê sîyaset, diplomasî û îlmî de asoyekî nû û zelal vekir. Rêxistin, teşeyên rêxistinan, qerekterê li ser rêvebirîyê hatîye roniştandin, demokrasî, tevlîbûna hilbijartin, biryar û kar û baran, îdeolojî, nêrîn û analîza dîrokê, cîhanê û rojhilata navîn bûn mijarên ji nûve analîzkirin û afirandinê. Lewra di serdema borî de sîyaset û xwebicîhkirina navcîhanî wek alîgirîya alî hatibû famkirin. Nexwe divîya her tişt jibo mafê gelî, exlaqî û civakî bûya.
Pergala sovyetîk îlîzîyonek çêkiribû û gelan û hejaran bi wê îlîzyonê dabû bawerkirin. Ew îlîzyon îdeolojî û pîrozîya rêxistinê bû. Nola serdema operestîyê wan jî îdeolojîyê îkameyê cihê olê kiribû. Rêxistinê jî wekî hêzekî xwedanî îkameyê xîlafetîya xwedayî kiribû. Herdu tişt jî di nava zemande bûn ahtapotên mijoker li ser civakê danîn. Hêvî û moralê civakê di nava çerxa berjewendîyên îdeolojîk û rêxistinên ku bibûn dewlet, hûr û mixûr bûn. Partî û rêxistin bûn dewlet, dewlet jî bûn zordar û zalim liser serê gelan û hejaran. Îdeolojî jî ketin dewsa ol û mesheban. Famkirina vê rewşê nîv esir zemanê me Kurdan girt.