Amadebûyên hêja!
Endamên rêzdare Birêveberî!
Nûnerên rêzdar ên 5emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê!
Li ser navê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve em gerimtirîn pîrozbahiyên xwe bo lidarxistina 5emîn Kongireya rêkxirava ve ya têkoşer, bo we endamên Kongirê û bi rêya we jî hemû endamên Yekîtiya Jinan dişînin û hivî dikin ku kongireya ve li birêvebirina erkên xwe de serkevtî be.
Bê guman, geşekirina rol û karlêkeriya jinan li pêvajoya çendînalî ya xebata siyasî û civakî de li dîroka serdem, yek ji guherînên binyatî bû ku rêreva jiyana mirovî ji tarîtiya sedsalên navendî ve ber bi pêşkevtin, rewşengerî û şaristaniyeta modern bizivand û şirovekirina dîroka xebata jinan bo dabînkirina vekhevî, azadî û rûmeta mirovî li welatên cîhanê, alîkarderê selimandina vê rastiyê ye.
Li Kurdistanê de jina Kurd ji mêjve wek binyata jiyana civakî, mil bi milê mêran li berhemanîn, kar û xebatê de rol hebûye û mînakên cirîskînên jinên xwedîşiyanên wek “Xanzada Soran, Adile Xanim, Hepsexana Neqîb, Mestûre Erdelan, Cehanaraxanima Paweyî, Qedemxêrxanim û Fatereş û dehan jinên bijartiyên din li dîroka şoreş û tekoşîna siyasî û kultûriya gelê me de diselimînin ku xebata jina Kurd bi dirêjahiya dîrokê ji xebata netewa me bo parastina nasname û dabînkirina serweriyê cuda nebûye.
Bûna jinên wiha, nîşanderê vê rastiyê bûye ku civaka Kurdistanê tevî hebûna hindek nerîtên eşîretî û mêrsalariyê yên berî modernîtê, xebat û berxwedana jinan jî beşa ku nayî înkarkirina rastiyên vê civakê bûye.
Lewma li sibêdeha jidayîkbûna komara moderna Kurd li Mihabadê, rêberên Komarê û Hizba Dêmokrat jî bi têgihîştina îroyîn ji vê potansiyela civaka Kurdistanê bo pêşxistina jinan li pêvajoya jiyana siyasî de pêngawan hildigrin û avakirina vê rêkxiraveya ve ya têkoşer li serdemekê de ku li deverên din ên cîranên Kurdistanê de jin hêj wek kole û xudam û zayenda jêrdest dihate hisêb, dibe wek beşeke gelek girîng li şanaziyên Komara Kurdistanê û Hizba Dêmokrat li berçav bigrin.
Li heyama wan 80 salên piştî Komarê de jî, jinan karîne tevî hemû tepeseriyan û qeyd û bendan, li xebat bo bidestveanîna dadperwerî, azadî û rizgariya netewî de rola berçav hebin û bilî şan û pêgeha wan li hewldan bo pêşxistina civakê û beşdariya çalakaneya wan li tevgera netewî de bûye mînaka herî berçav a bivêrî û têgihîştîbûn û hişmendiya jinan li asta cîhanê de jî.
Mînaka herî xuya a vê derheqê de, tevgera Jînayê bû ku her li yekem çirkeyê de bi xwîna paqij a Jîna Emînî, dest pê kir û li berdewamiyê de keç û jinên Kurd, mil bi milê mêran li heyamek kurt de bi durîşma serekiya “Jin Jiyan Azadî” û dirûşmên sembolîkên tevgera netewî-dêmokratîka Kurdistanê, karîn welatê me bikin meydana qehremantiyek mezin û bibin bi pêşengê serhildana seranserî ya hemî gelên Îranê bi dijî kevneperestî û faşîzma komara îslamî. Serhildanek ku komara îslamî heta ser lêva kendalê herifînê bir û jin li vê tevgerê de ku rêz û bala hemû cîhanê bo aliyê xwe rakêşa, da selimandin ku pêvajoya xebat bo gihîştin bi mirovsalariyê, neînku paşkevt û beşeke derdor e, belku pêşeng û bizvênerê şoreş û guherînê ne û dibe cîhan ji vê têbigihîje ku bervajiyê têgihîştina adetê li civakên Rojhilata nawîn, jina Kurd çav vekirî, bivêrane û bi îradeya polayiya siyasiya xwe dikare rola pêşeng û rênîşander li xebata netewî de hebe û giranî û hitbareke çendqatî bide refên eniya dijî kevneperestî û paşveroyiyê li welatê me Kurdistanê û hemû devera Rojhilata Navîn.
Li rewşek wiha de Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistan Îranê wek rêkxuraveke xwedî pêgeh û bi derbasbûyeke siyasiy a dewlemend ku ji jinên azadîxwaz û dêmokratên netewa me pêk hatiye, dika û dibe jî bi şirovekirina serast û dîtina rastiyan li rewşa siyasî û civakiya welatê me de û hilsengandina meydanên hemûalî, erkê giran a bi rêkxistinkirina herî zêdetir a hewldanên jinan li Rojhilatê Kurdistanê bo dabînkirina mafên taybetiyên xwe wek jin û gihîştin bi asata herî bilinda mafxwaziya netewî û mifahwergirtin ji lêhatîbûn û şiyana jinan li vê pêxemê de li bigirne ustiyê xwe.
Bo vê armancê, gelek girîng e ku hun Kongireya xwe bikin pêgehek bo serkevtin û binyatek qahîm bo dariştina bernameyek qahîm û hilbijartina kesên jêhatî û bi şiyan li birêvebirina vê erkê giran de.
Li vê derheqê de Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê wek pirensîp û baweriya kûr a hertimiya xwe, alîkar û piştevanê hewldanên ve ye, û serkevtina we bi hêvin û nîşaneya serkevtina xebata rewa ya netewa me û paşeroja rohn bo cîvaka me dizane.
Li dawiyê de careke din, tevî pîrozbahîkirina bi hilkefta destpêkirina 5emîn kongireya rêkxirava we, em hivîdarin ku Kongireya we li rewşeke hevrêtî û dêmokratîk de bi serkevtiyane bi rê ve here û bibe piştevanê bi hêz bo xebata tejî şanaziya jinên welatê me û tevgera netewî-dêmokratîk a Rojhilatê Kurdistanê.
Pîroz be 5emîn kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Serkeve xebata mafxwazaneya jinên Kurdistanê bi dijî çewsandin û kevneperestiyê
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
17ê Çiriya Paşîn