Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya hevpar a bi hilkefta roja cîhaniya rawestan li hember tundûtîjiya dijî jinan

17:07 - 25 Çirriya paşîn 2025

Xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê!

Jinên mafxwaz!

 

25ê November,(25ê Çiriya Paşîn) bîrhênerê xebatek cîhanî bo dawîanîn bi tundîtîjiyên li dijî jinan, xebatek ku bo jinên Îranê û bi taybet bo jinên Kurdistanê, hilgirê wate û manayek berfirehtir e.

Li Îranê de ku pêkhateya siyasî û yasayiya vê li ser binyata cudatîdanîna zayendî hatiye avakirin, tundûtîjiya zayendî neînku her pirsek take kesî, belku beşek ji dariştina siyaseta fermî û alavek bo kontrolkirina civakê ye. Wek mînak her pêka madeya 630 ya yasya sizadana îslamiya Îranê, destê mêran bo kuştina jinan, vekirîtir kirine. Li vê derheqê de her li sala derbasbûyî de û pêka amaran, zêdetir ji 110 haletên jinkujî û dehan haletên xwekujî û xweşewitandina jinan hatine tomarkirin.

Jinên Kurdistanê dehan sal e digel tundûtîjiyên hikûmî, aborî, çandî û ewlehî rûberû bûne. Binçavkirin, îşkencekirina jinên çalakvan, bêparkirina wan ji perwerde, pîşe û beşdariya siyasî, siyaseta ewlehîkirina ceste û kincên jinan û tepeserkirina mafê hilbijartin û azadiya take kesî, ji mînakên wan tundûtîjiyên sîstematîk in. ev reftarane ne tenê rûmet û mafên mirovî yên jinan binpê dike, belku hewlek bo fetisandina dengê nîveya civakê ye. Lê jinên Kurdistanê li hember wan siyasetan de bi berdewamî xebat kirine û li hember sekinîne û tevgera “Jîna”yê asta herî bilind a vê berxwedana wan bû.

Jîna Emînî li bajarê Têhranê de bû qurbaniyê tundûtîjiya sîstematîka hikûmî ya komara îslamiya Îranê. Herwisa ev tundîtijiyên li pêvajoya tevgera Jînayê de bi dijî jinan û keçan hate bikaranîn, ji kuştin, binçavkirin û îşkencekirinê ve bigre heta teqeya rasterast li neraziyan, da xuya ku rêjîma Îslamiya Îranê bo parastina xwe, ji bikaranîna tundîtîjiya bi dijî jinan, xwe naparêze. Li wî halêî de jî, xebata bivêraneya jinan da selimandin ku ti tepeseriyek nikare îradeya wan bi azadî û vekheviyê ji nav bibe.

Em wek rêkxiravên dêmokratîk û medeniyên Rojhilatê Kurdistanê, li roja cîhaniya rawestan li hember tundûtîjiya bi dijî jinan, radigehînin:

- Em tundûtîjiya sîstematîk a rêjîma îslamiya Îranê bi hemû şêwazên vê ve bi dijî jinan şermezar dikin.

- Em piştevanî li daxwaziyên jinên Kurdistan û Îranê bo azadî, vekhevî û dadperweriyê dikin.

- Li ser hewcehiya pêkanîna mîkanîzmeke serbixwe bo bi belgekirina tundûtîjiyên hikûmî, em piştevanî li qurbaniyan û lipeyketinên yasayî bo tawankariyên hikîmî yên rêjîma Îranê, tekezî dikin.

- Em her cure tundûtîjiyek cîvakî, hundirî û nerîtiya civakî bi dijî jinan şermezar dikin.

Li dawiyê de em radigehînin ku ti civakek bi bê azadî û ewlehiya jinan, azad û aram nabe û “Ne” bi her cure tundîtîjiyek bi dijî jinan dibêjin.

Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê

Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê

Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê

Encumena Girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê

 

25ê Novambr a 2025