Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hevpeyvîna vê care de me mijara Hewcehiya yekîtî û yekgirtin û afirandina gotara hevpar di nava aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê aniye ber bas.

20:01 - 25 Çirriya paşîn 2025

Silêman Keleşî xebatkarê Siyasî

Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh

 

1. Ez dixwazim li destpêkê de şiroveyekê li ser yekitî û yekgirtinê bidî me.?

Bersiv, Silêman Keleşî: Pêşî, ez dixwazim spasiya rojnameya Agirî bikim ji bo vê derfetê. Peyvên yekîtî û hevgirtinê gelek caran di helbest, wêje û siyaseta Kurdî de têne bikar anîn. Ev ne tesaduf e, neteweya Kurd dizane ku bêyî van nirxan nikare serkeftinê bi dest bixe. Ji dema helbestvanê navdar Ehmed Xanî ve, ev peyv di zimanê Kurdî de hatine bikar anîn û heta roja îroyîn jî ew nirxên navendî sentral in.

Lê çima yekitî û hevgirtin di jiyana civakî û siyasî de ewqas girîng in? Yekîtî û hevgirtin tê wateya piştgiriya hev, hevkarî û xebata ji bo armancên hevpar. Dîrok bi zelalî nîşan dide ku bêyî hevkariyê û piştgiriya hevbeş, tu hewldan an xebat nikare bi ser bikeve.

Bo nimûne, neteweya Kurd di sed salên borî de gelek caran bi sedema sernekeftin di afirandina yekîtî û hevgirtinê de têk çûye. Ev yek jî sedemên sereke bûye ku çima Kurdan nekarîne mafên xwe an dewletek serbixwe ya Kurdî ava bikin. Mixabin, em îro jî nebûna yekîtiyê dibînin, her çend bi şêweyên nû be jî. Bi kurtahî, yekîtî û hevgirtin li ser xebata bi hev re û qebûlkirina hev pêngaveke esasî ye bo serkefetin û realîzekirina armancên hevpar.

 

 

2. Pirsyar, Sîmîn Rûhanîzade: Di nava keşa siyasî a civaka Rojhilatê Kurdistanê û herwisa siyastvanan de jî em gelek vê peyvê wate yekîtî û yekgirtinê dibihîzin, Bi nêrîna te rêxistinên Kurdî karîne mîkanîzmek diyarîkirî hebin bona kara kirina vê yekîtiyê?

Bersiv. Bi raya min, na. Dîrok nîşan dide ku hewldanên ji bo yekîtiya Kurdan - ji serdema Mîr, Beg û Şêxan – jî hatiye dan, lê pir caran têk çûne ji ber ku rêber ne amade bûn ku helwest û berjewendiyên xwe ji bo qenciya neteweyê feda bikin.

Lêbelê, li wan çendîn salê derbas bûy da hin destpêşxeriyên serketî hebûne, wekî Navenda Hevkariyê ya di navbera Partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Lêbelê, dema ku armanc û zîhniyet ne armanca rizgarkirina neteweyê be, û partî hewl didin ku yekîtiyê manîpule bikin an jî paşguh bêxin dema ku ew sûdê dide wan, ew yekîtî nikare domdar be.

Hêzên siyasî divê bi çavekî rexneyî derbasbûyî analîz bikin da ku fêm bikin ka çima Kurd pir caran di bidestxistina yekîtî û hevgirtina mayînde de têk diçin û serkeftî nabin. Ger rêber bikaribin berjewendiyên neteweyê bixin pêş û mekanîzmayan bi awayekî dadperwer bicîh bînin, avakirina yekîtîyek mayînde bi tevahî mimkun e. Pir caran, ne mekanîzm e ku xeletî têde hene û dibe sedem ku hevgirtin têk diçin, lê ew kesên ku divê wan birêve bibin û bicîh bînin, wan bi drustî bicîh nayînin.

 

3. Gelek caran em peyva gotara hevpar jî dibijîzin? Dikarî pênaseyekê ji gotara hevpar bidî me?

Bersiv. Peyva "gotara hevpar" ji peyva Kurdî tê ku tê wateya bilêvkirina wan peyvan ku temsîla armanc û nirxên hevpar dike. Ev tê wê wateyê ku çend kes an kom di mijarên siyasî de îfadeyek hevpar bikar tînin.

Dema ku çend partî an kes yekîneyekê ava dikin, ew jî zimanekî hevpar diafirînin ku bi wî awayî di gotinên xwe de, îfadeyek hevpar li hember raya giştî de bikar tînin. Ev tê wê wateyê ku daxuyanî û helwest wekî dengek yekgirtî têne vegotin, ne bi ferdî an tenê nêrînên alîyekê. Nepabendbûna bi gotarek hevpar dikare yekîtî û baweriyê têk bide, û di hin rewşan de bibe sedema dabeşbûnê. Bi wî awayî, gotareke hevpar hem di hundur û li ber çavên xelkê me û dost û hevalan û hem jî di derve û li ber çavê bîhaniyan û bixasma neyaran, yêketîyê misoger dike û nîşan dide.

 

4. ⁠Gelek caran alî û partiyên cuda dibêjin ku em hevpeyman û yekgirtîne lê di demên gelek hestiyar de ev hevpeymanî namîne û bi mixabinî ve hin caran girjî jî têne gorê. Sedema vê yekê çiye. ?

Bersiv. Ne tiştekî ecêb e ku partî û kom hevpeymaniyekê îlan bikin, lê di demên hesas de nikare dom bike - û heta dibe sedema pirsgirêkên nû û zêdetir jî. Me ev yek di hêz û partiyên Kurdî de dîtiye.

Sedem gelek in. Bo mînak: Hin rêber berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên neteweyî datînin û dikarin hevpeymaniyên demkî ji bo berjewendiya kesane bikar bînin. Hindek caran, gava dijmin dibîne ku hêz û hereketên kurdî li hev nêzîkbûne, bi dana hindek îmtîyaz yan qewl û qeraran bi yek ji wan, dibe sedem ku ew alî yêketî û hevkarîya bi aliyên din yên kurdî re têk bide.

Şopa gelek kiryarên têkderane di dîroka me de hene. Gelek hêzên Kurdî yên xwedî ezmûna çekdarî berê li dijî hev şer kirine, ku ev yek baweriya wan bi hev dijwar dike.

Nexwestina fedakirina her tiştî ji bo rizgariya neteweyî dikare bibe sedema vekişîna partiyan di demên krîtîk de an jî destpêkirina pevçûnên navxweyî. Rikeberî û kêberkêya navbera wan partî û koman tevî hev, ku bi awayeke ne tendurst, bûye sedem ku hindek caran ewan çavên dîtina pêşveçûna hevûdu çinebin.

Bi kurtasî: Hevpeymanî ji partî û rêberan dixwaze ku berjewendiyên neteweyî bixin pêş û dema ku pêwîst be amade bin ku berjevendî û pozîsyonên xwe feda bikin. Heta ew fîdakarî wek berpiryasetî û erkek exlaqî-netewî di sîyaseta wan partî û koman de cîh negre, eger hevpeymanî jî çêbin, domdar nabin.

 

5. ⁠Ez dixwazim nêrîna te li ser hewcehiya yekîtî û yekgirtin û afirandina gotara hevpar di nava aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî di niha de û piştî şerê 12 roje û rewşa nebaş a rejîmê wergirim?

Bersiv. Yekîtî û hevgirtin her tim pêwîst in, lê rewşa li Rojhilatê Kurdistanê niha, bi taybetî û krîtîk dixwaze ku yêketî çêbibe. Herêm aloz e, û bûyer bi lez û bez û bi awayekî nepêşbînîkirî diqewimin - mîna volkanekê dixumxume ku dikare di her kêliyê de biteqe. Her lewma yekît û gotara hevpar dinav hêzên siyasî yên Rojhelatê Kurdistan pir pêwîste.

Yekîtiya hevpar hêz û moralekî zêde dide gel. Dema ku hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi hev re tevdigerin, gel jî amadebûna xwe her tim nîşan daye ku her tiştî dikare fîda bike da ku neteweya xwe biparêze û serbêxe. Dîrok nîşan dide ku dema ku hêz di bin gotar û armancek hevpar de yek dibin, xebat li dijî zilmê bi bandor dibe.

Di 40 salên borî de, hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê fedakariyên mezin kirine. Gel jî li kêleka hev rawestiyaye û li dijî zordaran derketiye. Îro, pir girîng e ku partiyên siyasî guh bidin dengê gel û yekîtî û hevgirtinê pêşve bibin, da ku netewe di dema pêwîst û hevce de li kêleka hev raweste. Hêvîya me ev e.

Agirî. Sîmîn Rûhandîzade: Kek Silêman gelek spas bo bersivên te