Di civîna Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de, pêşwazî ji biryara parlemana Ewropayê ya derheq bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hate kir.
Roja Pêncşemî 29ê Befranbara 1401an a Rojî, kombûna asayî ya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi rê ve çû.
Destpêka kombûnê rêzdar “Umer Îlxanîzade”, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Komelê, wek berpirsê dewreyî yê navendê, mijar û xalên kombûnê ragihand û di axavtina destpêkê de li ser kar û hevahengiya zêdetir ya navendê di rewşa niha de û û di meşa şoreşa Jînayê de tekezî kir.
Di beşeke din a karê kombûnê de, rêzdar “Mihemed Nezîf Qaderî” Berpirsê heyeta PDKÎ li Navenda Hevkariyê digel beşdarên din ên kombûnê rapora kar û çalakiyên wê dewreya Navenda Hevkariyê helsengand ku berpirsayetiya wê di stuyê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de bû.
Di behsên siyasî de, rehendên cuda ên şoreşa Jîna û meşa nerizayetiyên berfireh ên niha ku seranserê Îranê li xwe girtiye helsengand û li ser piştevaniya xwe ji xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê tekezî kir.
Her di vê kombûnê de li ser pêwîstiya zêdetir a xurtkirina hevpiştî û hevkariyan tekezî hete kirin ku niha di navbera gelê Kurd û netewên din ên Îranê de dirust bûye û li ser hewlên navendê ji bo pêkanîna çetreke hevkariyê bo hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, diyalog û gotûbêjeke zêde jî digel opozîsiyona Îranî, tezkezî hate kirin.
Civînê bi girîngiyek zêde ve çalakî û pêşengiya jinan û hemû tex û qatên din ên civaka Kurdistanî di wê şoreşê de helsengand û tekezî li ser piştevaniya xwe ji berdewamiya çalakî û xwenîşandanan li navxwe û derve kir.
Navenda Hevkarî destxweşî ji tev çalakvanên siyasî û endam û alîgirên hizban û xelkê azadîxwaz li derveyê welat kir ku bi beşdariya berdewamî ya wan di aksiyon û xwenîşandan de piştevanê xelkê şoreşger ên navxweyê Kurdistanê û şoreşa Jînayê bûn.
Navendê di beşeke din ya vê civîna han de balkişand li ser vê yekê ku siyasetên Komara Îslamî ya Îranê yên dij bi azadîxwazan, serkutkirina xwenîşanderan, îşkencekirin û kuştina girtiyên siyasî nayêne guherîn û ev rejîme her li navçeyê jî piştevanê û dabînkerê girûpên terorîstî ye.
Her di vê pêwendiyê de Navenda Hevkarî biryarnameya parlemana Ewropayê ya bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran, bi pêngavek girîng a dîplomatîk zanî û hêvî xwast ku di kombûna Yekîtiya Ewropayê de jî, ev biryare bê piştrastkirin û di berdewamiyê de givaşên zêde jî bixine ser rejîma Îranê.
Di beşa dawiya kombûnê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, berpirsayetiya dewreyî ya Navenda Hevkarî vergirt û biryar da li pey wan plan û pirojeyan bikeve ku di kombûnên navendê de biryar li ser wan hatiye dan.