Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya PDKÎ bi hilkefta 2ê Rêbendanê daxuyaniyek belav kir

12:15 - 20 Kanûna Paşîn 2023

Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2ê Rêbendanê, 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Rewşa îroyî ya Îranê û erkên me

Xelkê qehriman ên Kurdistanê!

Gelên azadîxwaz ên Îranê!

Hizb, rêkxiraw û kesayetiyên xebatkar!

2ê Rêbendana 1401an a Rojî (22ê Kanûna Paşîn a 2023an), 77 sal bi ser avakirina Komara Kurdistanê bi serokayetiya Pêşewa Qazî Mihemed re derbas bû. Em bi vê hikeftê bi germî pîrozbahiyê li hilgir û şopînerên armancên vê Komara Kurdistanê û hemû têkoşer û bawermendên azadkirina pêkhateyên etnîkî, nijadî, zimanî û oliyên Îranê ji bindestî û cudatîdanînan dikin.

Yadkirina damezrandina Komara Kurdistanê ji bo Hizba Demokrat û netewa me bi giştî giringiyeke taybet heye. Em bi bîranîna Komara Kurdistanê, emegnasiya xwe bi armancên vê Komarê re dûbare dikin û rêz li pêşengbûna tevgera neteweyî û demokratîk a gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ragihandina hikûmeteke Kurdî digirin; Em aliyên bihêz û bedew ên siyaset û kiryarên vê desthilata Kurdî li ser asta navxweyî, li pêwendî digel gelên Îranê û hêzên têkoşer ên welat li dijî zordariya rejîma Pehlewî û herwiha li beşên din ên Kurdistanê bi bîr tînin.

Komara Kurdistanê yekemîn ezmûna modern a zalbûna Kurd li Îranê bi ser çarenivîsa xwe di beşeke nîştimana xwe de bû. Komara Kurdistanê karî ji rûyê dahênana sembolên serweriya neteweyî, berfirehkirina hest û bîra niştimanperwerî û yekrêziya Kurdistanê, xizmet bi zimanê Kurdî û rêzgirtin ji kêmîneyên olî û neteweyan, hevxebatî û hevpeymanî digel gelê Azerbaycanê û hêzên pêşkevtî yên Îranê û di gelek warê din de çavkaniya xizmetên mezin û mînakek bilind be. Ev waneyane ezmûna desthilatdariya Komara Kurdistanê, piştî rûxandina vê Komarê jî, wek rênîşander û rênimîniya tevgera neteweyî û azadîxwaziya Kurd li Îranê û li seranserê Kurdistanê mene.

Îsal em di rewşek taybet de ku seranserê Îranê girtiye, yad û bîra Komara Kurdistanê dikin. Îran di dawiya Havîna derbasbûyî de û piştî şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê Polîsê bi nav Exlaqî ve li bajarê Tehranê, bû bi qada teqîna bêzarî û kerb û kîna xelkê welat li hember tevahiya rejîma Komara Îslamî ya Îranê. Ew tawana Jîna serhildanek şoreşgêrane li pey xwe anî ku çar meh e li seranserê Îranê di gorê de ye.

Serhildana han li şûna armanckirina dezgehên desthilatdar û daxwazên sînordar, tevahiya rejîmê û xwedê rêberê wê rejîmê wek mak û çavkaniya tepeseriya li Îranê kiriye armanc û daxwaza hilweşandina dîktatoriyê dike. Jin û keç, xwendekar, dersxwan, netewên bindest ên Îranê, karker, mamostayan, hunermend û werzişvan û tex û qatên herî hejar û bêparên welat, bi destê vala lê bi îradeyeke bêhempa ve hatine meydanê. Rejîma tarîperest û teror û tawankar hemû hêzên xwe yên tepeserker ji bo bêdengkirin û têkbirina wan kom kiriye û destên xwe ji bo her cure cinayetekê vekiriye, bi awayekî ku zêdetir ji 500 xwenîşander şehîd bûne, bi hezaran birîndar bûne û nêzîkî 18 hezar kes ji wan hatine girtin û di bin lêkolîn û îşkenceyan de ne û hejmarek bi îdamê û bi dehan jî, bi sedema îşkenceyê canê wan ji wan hatiye standin. Lê xelkê serhildêr dev jê bernedane û hê jî bi şêwazên cuda li qadan in û li ser daxwaza xwe ya rewa rijd in.

Di wê heyamê de, Xamineyî û gelek fermanderên Spaha Pasdaran a terorîst, car û car derheq wê serhildana bêmînak lêdwan didan. Wan wek hertimî, hatina ser şeqaman a xelkê Îranê bi destêwerdana bi gotina wan welatên dujmin û aliyên cudaxwaz ve girêdaye. Wan ragihandiye jî ku wan dawî bi serhildanê aniye. Desthilatdarên rejîmê bi jiberçavgirtina rola pêşengane ya xelkê Kurdistanê di wê serhildanê de û bi zanîna hezkirin û bandora Hizba Demokrat û rêxistinên din ên siyasî li ser xelkê, bi mûşek û dronan êrîşî bargeh û kampên van hizban li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de kirin. Ew destdirêjiye û tawanafirandina wan jî, mil bi milê givaşxistin li ser hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha çendîn caran dûbare kiriye û li ser gefên xwe di wî warî de berdewam e.

Hziba Demokrat a Kurdistana Îranê di 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de bi hewce dizane ku bi kurtî dîtingeha xwe li ser serhildana şoreşgerî ya niha û erkên îroyîn û girîngên tex û qatên xelkê û hêzên siyasî yên Îranê vebîr bîne:

Serhildana wê carê ku bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” tê naskirin û jin di rêza herî pêş de ne, berhema çil û sê sal hovîtî û nekarayiya Komara Îslamî û ezmûnvergirtina xelkê Îranê û bijardeyên neyarên wê rejîmê ne. Ev serhildane daxwaza rûxandina rejîmê dike, ne çaksaziyê di çarçêveya wê de; Tevahiya Îranê li xwe girtiye, ne herêmeke taybet li xwe bigire. Bi berawird digel serhildanên girseyî yên berê, ew serhildane herî berfireh û demdirêj a xelkê ye û herî zêde tex û qat bi yekgirtî ve tê de beşdar in.

Navçe, bajar û parêzgehên netewên bindest bi taybetî Kurdistan û Belûçistan ku li pêşiya xwenîşandanan de bûne û para herî mezin a qurbanîdanê dîtine. Eva ku di vê heyamê de li serkuta xelkê li Kurdistan û Belûçistanê me dît, şerê hovane yê hêzên çekdar ên hikûmetê ye ku bi çekan li dijî xelkê bêberevan in, lê xelk bi moral û bawereke polayî ve berxwedanê dikin. Xelkê beşên din ên Îranê ne tenê bi îdeayên rejîmê yên derheq cudaxwaziya van neteweyan nehatine xapandin, belkî bi emegnasî û berxwedanî ve, ev yeka mêze kirine û hevgirtin û piştevaniya xwe nîşan dane. Li ser hev, ne tenê hewldanên rejîmê yên ji bo parçekirina civakên gelên Îranê hatine pûçkirin, belkî yekitî û yekrêziyek bêmînak di civaka Îranê de li dijî Komara Îslamî pêk hate.

Serhildana netirsane ya xelkê li navxweyê welat, yekgirtî û hevsoziyek bêmînak di navbera milyonan Îraniyên derveyê welat de jî çê kiriye û bûye bi çavkaniya çalakiyên siyasî yên cur bi cur. Di encamê de korr û komelên siyasî û mirovdostane yên navdewletî, zêdetirîn hevsozî û hevpeywendî digel xelkê serhildayî li navxweyê Îranê kirine. Devberdana welatên Rojavayî ji civînên taybet bi rêkkevtina Bercamê, tehrîmkirina hejmarek zêde ji karbidest û demûdezgehên serkutkarane yên rejîmê ji aliyê welatên Rojavayî ve, derxistina wê rejîmê ji Komîsiyona Jinên Netewên Yekgirtî û biryara pêkanîna Komîteya Peydakirina Rastiyan derheq tawanên Komara Îslamî, beşek in ji destkevtên piştevaniya cîhaniyan ji xelkê serhildayî yên Îranê.

Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê di demekê de ber bi pêncemîn meha xwe ve diçe ku ne li navxweyê welat û ne jî li derveyê welat, hêviyeke zelal ji çarenivîsa Komara Îslamî re nemaye. Tevliheviya rejîmê bi Rûsiya êrîşkar re û hevkariya wê li şerê Ukraynayê bi Rûsiyayê re, berdewam û berfirehkirina hewlên wê yên terorîstî li navçeyê, Ewropa û Amerîkayê, hewlên wê yên şikdar ji bo pêşxistina çekên navkî, hemû ev yekane bi hev re digel karnameya wê ya reş a çend meh ji afirandina cinayetan li hember xelkê serhildêr hevdem bûn. Pirsa nasandina Spaha Pasdaran ji tevahiya xwe ve wek saziyek terorîstî, pirseke micid û îroyî ye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ku her cure biryarek li ser bê dan, lêkevtên wê bi ziyana wê rejîmê bi dawî dibin.

Li navxweyê welat jî, tevî hemû dirindehiya hêz û dezgehên serkutkar ên rejîmê û îdeayên wê derheq bi dawîhatina serhildana xelkê, roj nîne ku dehan mînak ji kombûn, çalakî û siloganên dijî dîktatorî, nemaze di rêûresmên yadkirina şehîdên wê serhildanê, xwe nîşan nedin. Li gor îtirafên eşkere û nehênî yên serkirdeyên rejîmê, tişta ku zêdetir tê hîskirin, westandin, paremayî û hilverîn di nava hêzên rejîmê de û bi tenêmana Xamineyî û destûpêwendiyên wî û heta di nava mohrên payebilind ên xeleka rejîmê de diyar e. Tişta ku tê dîtin têkçûna şermane ya pîlanên wan yên rawestandin, xapandin û perdepoşkirina serhildana şoreşgeriya xelkê ye. Ev faktor ji aliyekê ve û zêdebûna kesayetên akademî, hunerî û werzîşî di nav refên xelkê de aliyek dinê ye ku îsbatkirina vê rastiyê ye ku ev serhildane heta ku dawiyê bi dîktatoriya Axûndî neyêne, nayê rawestandin.

Nehsitiyek din a Komara Îslamî di vê rewşê de, îflasa zêdetir a aborî, daketina bêmînak a nirxa diravan û paremayîn li dana mûçeyê mehane yê mamosteyan û kirêkaran; paremayîn ji dabînkirina destpêktirîn hewcehiyên rojane yên xelkê û bi taybet nan û şewat û derman e. Bûdceya sala 1402 a dewleta Reîsî, kêmtirîn girtîngî bi arîşeyên bingehîn ên xelkê hatiye dan û zêdetirîn bo Spaha Pasdaran a terorîst, Wezareta Îtilaat, Deng û Rengê rejîmê, hêzên leşkerî, besîc û saziyên girtîgehê re hatiye terxankirin. Ev yek jî vê rastiyê piştrast dike ku Komara Îslamî xwe li ber lehiya rûxandinê dibîne û ji bilî hêz û saziyên ku pêwîstiya wan bi tepeserkirina xelkê heye, ti tiştek din bo wan girîng nîne.

Em wek Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê, xwe bi beşeke çalak ji wê serhildana şoreşgêrane ya Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî dizanin. Xelkê Kurdistan bi rênimîniya aliyên siyasî yên xwe, rêkxerê tevgera netewî û şoreşvanî ya Kurdistanê her ji destpêka hatina serkar a Komara Îslamî ve, ew rejîme bi sedema navroka kevneperestî û dijemirovî ve red kirine û 43 sal e di hember siyasetên wê de sekinandine. Di wê serhildana niha de jî, Kurdistan ji rêza here pêş ve û hêvîbexşîna tev Îranê ye.

Em li asta şehîdên wê serhildanê li Kurdistanê û seranserê Îranê serê rêz ditewînin. Em şanaziyê bi morala bilind, helwest û peyama şoreşgêrane ya malbatê wan û hevderdî û piştevaniya xelkê digel malbata şehîdan, birîndaran û binçavkiriyan dikin. Me rêzek taybet û pêzanîn heye bo mamosteyên olî yên Kurdistanê ku di wê heyamê de ti sehek wan bo sozên direw û gefên karbidestên rejîmê nebû û wek hertimî digel xelkê xwe bûn.

Daxwaza me ji xelkê Kurdistanê û seranserê Îranê eve ye ku vê yekrêzî û hevgirtinê ku tirsa herî mezin di nava wê rejîmê de çêkiriye û ew hêza gendeliyê ji holê radike, biparêzin û bihêztir bikin. Di vê derheqê de bi eşkere rûyê axavtina me ji wan netewên din ên Îranê, rûniştiyên bajarên mezin ên welat û wan tex û qatên ne ku heta niha tevlî serhildanê nebûne û em daxwazê ji wan dikin ku dest bi kar bin û werine ser şeqaman. Armanca sereke ya wê serhildana şoreşgêrane dawîpêanîn bi temenê pir ji tawana Komara Îslamî ye.

Afirandina paşerojekê ye ku tê de hemû civakên Îranî dawiya zordarî û cudakariyê bi çavê xwe bibînin û hest bi rêz, rûmet û mafên xwe bikin. Ev armancane tenê bi tevlîbûna giştî û girseyî di vê serhildanê de digihe bi armanca bi dil. Bi rêkxistina grevên karkeran li seranserê welat, têkbirina çavkaniyên dahata rejîmê, birina xwenîşandanên ser şeqaman û kolanan ber bi Tehran û bajarên mezin ve, û dûrxistina kesên ku xizmeta saziyên rejîmê bi taybetî hêzên tepeserker dikin, ew serhildane bi serkevtina yekcarî digihe.

Yek ji erkên herî girîng ên niha, çêkirina yekitî û hevpeymanetiya seranseriya hêz, rêxistin û kesayetên opozîsiyon e. Hevgirtinek ku li ser bingeha armancên hevbeş be û pêkanîna şêwra an navendek ji bo piştgirî û alîkariya serhildana xelkê navxweyê Îranê û amadekirina zemîneyek bo qonaxa veguhastinê. Bûyereke bi vî rengî dê roleke mezin bilîze li avakirina hevrêziya di navbera xelkê serhildêr ên navxwe de û geşbînî û misogeriyê wan ji bo alternatîvên pêşerojê çê bike. Herwiha derheq rakêşana zêdetirîn piştevaniya cîhanî bo wê serhildanê û standina kursiya nûneratiya rejîma Îranê di navendên navdewletî de bandorek mezin dibe. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di demekê de li ser wê hewcehiyê tekeziyê dike û pêşwaziyê ji peymaneke hevbeş û hevbendiyeke seranserî dike, ku amadeyê îtiraf Ii cur bi curiya etnîkî û qebûlkirina mafên wan yê netewayetî û hewildan bo cih û pêgeha şiyaw bo nûneratiya siyasiya xelkê Kurdistanê hebe.

Yad û bîra 2ê Rêbendanê û damezrandina Komara Kurdistanê, di rewşa niha ya serhildana gelên Îranê de, baştirîn rênimîniya xebata me ye. Komara Kurdistanê ne tenê ji bo bidestxistina armancên netewî yên gelê Kurd hatiye damezrandin, belkî hevdem hereketeke demokratîkxwazane jî li dijî dîktatoriya şahenşahî û ji bo cîbicîkirina komek nirxên mirovî û şaristanî hatiye damezrandin. Xebata me ya îro û niha hevdem ji bo bidestxistina mafên neteweyetiya gelê me û dirustkirina çarçoveyek ji hevpeywendî û pêkvejiyan di Îranê de ye. Çarçoveyek li ser bingeha demokrasî û pejirandina zêde neteweyî û hemû rengî di wî welatî de be.

Komara Kurdistanê di eynî cîbicîkirina xewnên serwerîxwazeneya Kurd de, amdehiya danûstandina binyatnerî digel ekterên din ên meydana siyasetê jî di Îranê de hebû. Îro jî Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê, tevê vê ku xebta bo daxwaza netewayetiya gelê me û bihztirkirina aliyê Kurd bi girîng dizane, li vir heta li ser asta Îranê jî, hevkarî bi bidestxistina paşerojeke demokratîk bike ku tev pêkhateyên vî welatî, nemaze netewên bindest xwe tê de bibînin.

Silav li yad û bîra 2ê Rêbendan û armancên Komara Kurdistanê

Silav li şehîdên rêya azadiyê li Kurdistan û Îranê

Serkevtin ji bo serhildana yekgirtiya gelên Îranê bo dawîpêanîna Komara Îslamî

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

30ê Befranbara 1401an a Rojî

20ê Kanûna Paşîn a 2023an