Xelkê azadîxwaz yên Îranê, hevwelatiyên hezkirî!
Çalakvanên mafê mirovî yên ziman û berevankarên zimanê dayîkê!
Li germahiya şoreşa pêşkevtî û fire rehendî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de, salroja cîhanî ya zimanê Dayîkê bi bîr tînin. 2`ê Reşemehê(21`ê Şibatê) di salnameya cîhanî de rojeke ku ji aliyê “UNESCO” yê ve weke “Roja cîhanî ya zimanê dayîkê” hatiye diyarîkirin û hînkirina bi zimanê dayîkan û li kêlega fire kultûrî de xwandin bi wan zimanan girîng daniye. Ziman hem di şêweya nivîsînê de dewreyeke sereke di parastina mîrata dîrokî û kultûran de dilîze û hem xwandin bi zimanê dayîkê weke sebebek girîng bo hînbûn bi îlm û zanistê tê hesab kirin.
Di demekê de ku civaka navdewletî tekezî li ser mafê bingehîn û mirovî yê perwerdeya bi zimanê dayîkê dike, lê li Îrana pir zimanî, pir çandî û pir neteweyî de ev maf ji ber serwerî û dîktatoriyê hatiye înkarkirin û perwerdeya bi zimanê dayîkê hatiye qedexekirin. Daxwaza vî mafê ku nayê înkarkirin wek metirsiyekê li ser serweriya welat çav jê kirine û daxwazkar û berevankarên vî mafî bi îşkence, zîndan û bêparbûna civakî re rû bi rû dibin.
Ev siyaseta înkarê bûye sedema pirsgirêkên mezin ji bo gel û neteweyên Îranê ji bo pêşvebirin û parastina nasnameya xwe ya çandî û netewî û bidestxistina derfetan ji bo beşdariya di geşepêdana zanist û çandê de û bandoreke nerênî û seqet li ser civaka Îranê bi giştî hiştiye. Di encama peyrewîkirina vê siyasetê ji aliyê rejîmên dictator ve, hin ziman ketine ber metirsiya jinavçûnê û piraniya wan rastî guherînkariyan bûne û zirar gihandine li serxwebûna çandî, ku ev yeka jî, sedemên ne pêşketin û geşedan li Îranê deye.
Eşkere ye ku azadiya xwandin bi zimanê dayîkê ne tenê nabe sedema cudahî danîn, kêşe û metirsiyan, belkî dê bibe sedema yekrêziya zêdetir di navbera neteweyên Îranê de.
Di şoreşa “Jîna”yê de berewajiyê zêdexwazî û bîr û hizra faşîstan, di nav xelkên cuda yên Îranê de, em şahidî rêzgirtin li zimanê yekitir û heta dubare kirina dirûşiman bi zimanên cuda li xwenîşandanên navxwe û derveyî Îranê bûn.
Em weke Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, daxwaza bidestveanîna mafê xwandin bi zimanê dayîkê bo hemû neteweyên Îranê ne û li Kurdistanê de jî berevanî ji wî mafî dikin û bo bidestveanîna wî mafî weke parek ji mafê neteweyên xelkê Kurdistanê xebat dikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
30`ê Rêbendana 1401`ana Rojî
19`ê Şibata 2023`an