Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta Newrozê peyamek belav kir

19:58 - 19 Adar 2023

Rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta Newroza Kurdewarî peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat

Hevwelatiyên hêja!

Kurdistaniyên xweragir!

Em di demekê de ber bi Newrozê ve diçin ku neteweya Kurd bendê ye zêdetir ji caran vê hilkeftê bike bi hewêna berxwedanî, yekîtî û yekrêziya nîştimanî. Di heman demê de ber bi pêşwaziya hilkeftekê ve diçin ku bo beşek ji neteweyên din di vê navçeyê de watedar e û çavkaniya vejînê ye. Lê ya ku cihê hizrkirinê ye û Newroza Kurdewarî ji yên din cuda dike, wategotariya vê hilkeftê ye, ku cudahiyeke ber çava li Kurdistanê heye. Newroz bo neteweya Kurd bi wateya rabûn û serhildan li hember zilm û serdestiyê tê, wateyek ku dikare di îroya Îranê de jî watedar be.

Ji dîtingeha neteweyên serdest ve, bi taybet ew welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parvekirin, Newroz tenê hilkeftek e ku tê de siruşt rengê diguhere û sîmayeke nû bi xwe ve digire. Lê bo netewe û xakek bindest û perawêzxistî û bi fermî nenaskirî wek Kurd û Kurdistan, anîna rojvê ya “Nasname”yê dibe mebest û rihek tijî ji berxwedanî dibexşîne bi vê hilkeftê. Xuya ye ku ev riha tijî ji rabûn û berxwedan taybet bi îro nîne, belkî ji vê serdemê ve hatiye gorê ku Kurd weke netewe hest bi bindestî û bêmafiyê kiriye û xema azadiyê hebûye. Di qonaxa “tevgera Jîna”yê de, zêdetir ji demên berê civaka Kurdistanê tevlî wateya rizgarîxwazaneya Newrozê bûye û ev hilkefta nîştimanî jî dikare gur û coşeke nû bide bi tevgerê.

Ya ku weke nasname cem civak û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê cihgîr bûye, vedigere bo vê rastiyê ku Kurdistan zêdetir ji sedeyek e li hember zêdxwaziyê xebatê dike. Ji aliyekê ve hewl daye bo derbasbûn ji rewşa bindestî û derbasbûna ber bi qonaxa rizgariyê, û ji aliyek din ve jî dijberî û rikeberî digel zêdexwaziyê, bûye parek ji nasnameya Kurdistanîbûn û rêbaza tevgera neteweyî. Ger çi mafê diyarîkirina çarenivîsê bo gihîştin bi serweriya siyasî, mafeke bingehîn a gelan e û bername û dirûşma siyasî weke forma dabînkirina vî mafî girêdayî rewş û mercên siyasî ye, lê cîhanbîniya mirovê Kurdistanî kûrahiya stratîjiya xwe di koylebûna yên din de nabîne. Berevajî serweriya siyasiya neteweyên dinê jî weke bingeh wergirtiye û weke fermî baweriyê pê ye.

Bi wateyek din, tevgera neteweyiya demokratîk a Kurdistanê, bexteweriya xwe li bindestî, perawêzxistin û înkarkirina nasnameyên din de nabîne, bigire tekeziyê li ser “kirameta mirov” çi wek tak û çi wek netewe dike. Ev têgihîştine, hilgirê gotar û komek nirx in ku, nasnameya Kurdistanê pêve şikil giritiye. Her lewma, tekeziya Kurdistaniyan li ser paşerojeke azad tenê daxwazeke siyasî nîne, belkî armancek e ku tê de zêdexwaziyê di hemû curekê de çi li Kurdistan û çi li Îranê de red dike. Ev rêbaze vê yekê tîne bîra me ku yekrêzî û lihevkirina nav mala Kurd esasa bingehîn bo gihîştin bi armanca dîrokî ya pir bi nirxa azadiyê ye. Her lewma, hevxebatî digel neteweyên bindest yên di nav cografiya Îranê de jî, weke pirensîpeke neguher a siyasî dizane û hevxebatî û hevçarenivîsbûna neteweyên bindest li hember hişmendiya zêdexwazî û navendgerayiyê di her şêweyekî de be, xala yekalîkirî ye.

Aliyê kêm di heyama sedeya borî de, ya ku Îran girêdayî xwe kiriye, hebûna bawerî bi sîstema Paşayetî û Îslama siyasî bûye. Encama derkevtina her du cur ji hizirkirin, înkara nasnameya xeyre fars bûye û ji vê rê ve, formên çewsandinê hatine berhemanîn. Lewma derbasbûn ji siyaseta serkutkarî ya her du îdolojiyan, gelek hêsdan û sade nîne. Ya ku Kurdistan bona derbasbûna hertimî ji vê rewşê weke çaresereke mirovî û demokratîk pêşniyar û tekeziyê li ser dike, bihevrebûna dilxwazane ye di Îraneke federal û selkolar de.

Siyasetên dewlet-neteweya Îranê di berê û îro de encamên vê xuya ne: Zilm, newekhevî, helandin, perawêzxistin, îdam, teror, îşkence û bi giştî curên sitemkariyê bûye ku çareserkirina wan girêdayî ye bi derbasbûn ji hişmendiya berê û niha ya navendê. Ya ku niha bûye rastî, qebûlkirina nasnameyên di nav çarçêveya cogirafiya Îranê de ye, ku dixwazin xala dawî li ser dubarebûna pêşerojê danên û jê derbas bin, eva jî demekê misoger dibe ku, xwesepandin û înkarkirin, ber bi jiyaneke arezûmendane ve pêngavan bihavêjin. Bihevrebûnek ku hemû di yek astê de bin û her nasnameyek hilgirê taybetmendiyên xwe be. Wate, hişmendiya navend \ hişmendiya perawêzî nemîne û serweriya yek aliya pêkhatiyekê li “navendê” hilweşe û curek serweriya hevpar û zelqandina mafê wekhevî bo hemû neteweyan di destûra bingehîn de bê misogerkirin.

Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” agirekî wisa xistiye nav cerg, ku êdî çiyê din pirsa rizgariya jinê nabe bê înkarkirin. Civaka Kurdistanê nîşan da ku li Îranê pêşenga xebata li dijî kevneşopê ye û ji rêya nirxên bilind yên vê tevgerê ve dixwaze pêngaveke girîng bo reşkirina zilma netewayetî, qadayetî, zayendî û jîngehî hiligire. Di vê tevgerê de dubare Kurdistan bûye çepera berxwedanî ji nirxên mirovan û zêdetir ji caran tekezî li ser vê mijara girîng kiriye ku bo avabûna civakeke wekhev divê bera xwe bidine hemû curên tepeserkirin û cudahîdanînê. Cewhera tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” bê guman afirandina têgihîştineke nû ye. Têgihîştinek ku li dijî bîr û hizira faşîstî, xeyala olî û nasnameya yekrehendî ye û tê de cudahiyên di nav civakê de bi bilindî têne nirxandin. Pêşengayetiya jinên Kurd û girîngîdan bi pirsa jinê di Kurdistan de bûye çavkanyike bihêz bo tevgera neteweyî û demokratîk a Kurd û ji vê rêyê ve cîhaniyan dît ku neteweya Kurd xwediyê îdareyeke bihêz e, bo avakirina civakek ku tê de gihîştin bi dadperweriya civakî, pirsa sereke be.

Newroa îsal berevajiyê Newroza sala 1358an a Rojî, ku Kurdistan bi tena li hember zêdexwaziyên li Îranê di meydanê de bû, niha piraniya xelkê navçe û herêmên neteweyên dinê, di rikeberî û berxwdanî li dijî Komara Îslamî ya Îranê de ne. Lewma çeperek mezin bi berfirehiya cografiyaya Îranê li dijî dîktatoriyê hatiye avakirin û em tê de xelkê serhildêr dibînin ku bona bidestveanîna jiyanek baştir, agir berdidine koşka zodariyê.

Di dawiyê de her çawan ku Newroz bo Kurdistaniyan sembola rabûn û berxwedaniyê ye, ez hêvîdar im bi heman awayî jî, di panahiya Îranê de, çavkaniya derbasbûnê be bo Îranek din. Em daxwazkarê vê yekê ne ku “kirameta mirov”, qebûlkirina nasnameyên cuda, avakirina civakek azad ji serweyê hêza serkutker bi hinceta “tevahî” û “yekparçeyê” ve be. Bîrokeya totalîter ku dixwaze çavdêriyê bi ser hemû tiştekê de bike, û “tevahiyê” biparêze, çarenivîsa neman û şikestê ye. Evê ku şiyana manê heye, ev nirxên mirovahiyê ne ku bi awayê aştiyane û arizûmendane mirovan ji hev du nêzîk dikin û dibin bi sedema çêbûna civakek kêrhatîtir bo jiyanê, dûr ji her cure zilm û çewsandinekê.

Di devedevê Newroza Kurdewarî de, em yadekê ji qurbaniyan, şehîdan, binçavkiriyan, bav û dayîkên cergşewtî yên şoreşa Jînayê bikin. Nîştiman daxdarê şehîdên şoreş û serhildanê ye, her çawan li ser kêla tirba “Jîna”yê hatiye nivîsîn, “Jîna can tu namirî, navê te dibe bi remz”. Ev remzên han çiraya rêya serbestî û serkevtinê ne, bi nemirî dimînin û mizgîniya rizgariyê didin me.

Silav li malbatên serbilind yên şehîdan

Silav li keç û xortên şoreşger ên Kurdistanê

Silav li îradeya polayîn a girtiyên siytasî û xelkê serhildayî yên Kurdistanê

Hevxebatî û yekrêziya nav mala Kurd hertim geş be

 Bilind û pîroz be Newroza Kurdewarî

Mistefa Hicrî

28ê Reşemeya 1401an

19ê Adara 2023an