Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî Kurd hişyar û hişmend e

16:01 - 20 Hezîran 2023

N: Hesen Mukerem

Ev amûra ku mirov li ser dixebite û ev sirûşta ku li hundirî de dijî, li ser hiş û derûn û reftara mirovan bandor dike û xelkê Kurd jî li çiya û qontaran û di bin bombebaran û top û balafiran jiyan e û di gel komek hizr û baweriyên cuda û ji hev dûr û nêz rû bi rû bûne. Weke hizra Demokratîk, hizra Komonîst û Îslamî û … hwd. Lê, tevahiya wan hizr û baweriyan, baweriya neteweyî jî tevlî dikin. Çimkî bi bê baweriya neteweyî, tu aliyek nikare di nava netewa xwe de cih bigre, lewma yên ku baweriya wan bi pirsa neteweyî tunebû, nevêran xwe nîşan bidin û ji ber vê yekê û hin sedemên din di heyama xebata partî û aliyên Kurdî li dijî dagîrkeran de, gelek caran cudahiya baweriyên wan bûne sedem ku di navbera partî û aliyên Kurdî de ji ber qebûlnekirina hev du, şerê bira kujiyê çê bibe.

Ev kirayrên wan pir caran bandora nerênî danye ser baweriya hin kesên netewî, mixabin di dîroka tevgera netewieya Kurd de gelek mînakên tal hene.

Bi keyfweşî ve, bi derbasbûna demê û bidest xistina ezmûnan ji aliyê partî û aliyên xebatkar yên Kurd û serderîkirin ji pîlanên dagirkeran yên bona afirandina tevdanî, fitne û çêkirina şer di navbera Kurdan de, niha ev gihîştine vê encamê ku şerê birakujî û dijberiya birayên xwe yên Kurd xeynî sûd gihandin bi dagirker û berfirehî dan bi dagirkeriyê di nav mala Kurd de ti qezencek bo Kurd tune bûye û tunabe.

Lewma, di heyamê salên derbasbûyî de partî û aliyên Kurd hewl dane ku bi hemû awayî wan aloziyan çareser bikin û bi awayekê di nav sirûşta Kurdistanê de şerê birakujiyê nekin û derfetê nedin dijminê xaka Kurdistanê.

Her li ser vê bingehê di 6`ê Hezîrana 2023an de, li bajarê Bruksel a welatê Beljîkayê, partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û neteweyên din yên Îranê li parlementoya Yekîtiya Ewrupayê, li ser hewcehiya hevbendiya di navbera aliyên siyasî ji bona serxistina şoreşa seranserî bi dijî dîktatoriya rejîma Îranê, li hev civiyan.

Di vê civîna pir alî de, tevahiya kesayetî û aliyên siyasî yên Kurd û neteweyên din yên Îranî yên pişkdar, li ser dijberiya bikom û bihev re li dijî rejîma dîktator a Îranê hev hizr bûn û îtraf bi şaştî û xemsariyên xwe di warê hizr û baweriya neteweyî û nebûna yekîtiyê kirin û îtraf bi vê yekê jî kirin ku hemû peymanname û lihevkirinên bi destê mezin hêzan û dagirkeran xeynî zirarê, ti qezencek bo Kurd û neteweyên din yên bindest yên Îranê re tune ye.

Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê got:  Siyaseta serkutkarî ya Komara Îslamî di heyamê derbasbûyî de bû sedem ku xelkê Îranê bi hemû cudahiyan ve li dora hev kom bibin û yek bigirin bo vê ku di yekem pêngavê de bo ruxandina rejîmê ku navê vê Komara Îslamî ye xebatê bikin û piştre ber bi çêkirina Îraneke nû ve pêngavan biavêjin.

Çend rojan berî civîna partî û aliyên Kurd li parlementoya Yekîtiya Ewrupayê, li bajarê Lozana Swîsrayê li rêkevta 27 û 28`ê Gulanê, civîna bi hilkevta sedsaliya peymannameya Lozanê bi beşdariya piraniya partî û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrên kurd li her çar perçên Kurdistanê birêve çû.

Di wir de jî, partî û kesayetiyên siyasî yên Kurd îtraf bi şaştiyên xwe yên berê kirin ku, ti hêz an welatek xeynî Kurdan di xema Kurdan de nine û dibe bi hemû awayî Kurd pişta hev du bigrin û êdî şerê birakujî nekin.

Osman Baydemîr di vê konferansa sedsaliya peymannameya Lozanê de got: “Bi nêrîna min li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê di navbera Kurdan de ti pirsgirêk nemaye, lê pirsgirêk di navbera partiyan de hene. Eger partî guh bidin daxwaz û dengê Kurdan, bi dîtina min Kurd dê pêvajoya avakirina neteweyê temam bikin.”

Niha rewşa hey ya Rojhilata Navîn rewşek pir hestyar e û Kurd dibe pir hişyar û bi tedbîr tevbigere, da ku dîrokê dubare neke ji ber ku dagirker bi hemû awayî di her çar perçên Kurdistanê de hewl dide da ku dubare Kurdan berdin canê hev du.

Kurd dibe bi yekîtiya xwe bi hevxebatî û hevbendiya netewî ya xwe bikare hemî pîlangêrî û fitneyên dujmin û dagirkeran pûç bike û hem bi hev dengî û yekîtiya xwe bi pêngavên micid û rijd ber bi bidestve anîna daxwaziyên neteweyî yên xwe û serbestiya Kurdistanê ve pêngavan bihavêje.