Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têzeke asta masterê li ser Dr. Şerefkendî li zanîngeha Silêmaniyê de hate qebûlkirin

16:15 - 16 Çirriya pêşîn 2025

Xwendekarek bi navê “Farûq Hesen Husêyn” ê temen 37 salî, xelkê Başûrê Kurdistanê, xwediyê birvanama Mastrê, têza mastera xwe li jêr navê “Sadiq Şerefkendî” li ser kesayetiya “Dr. Sadiq Şerefkendî, SSikirtêrê berê yê Hizba Dêmokrat a Kurdistan Îranê li zanîngeha Silêmaniyê de hate pêşkêşkirin û piştî şirovekirin û gotûbêjên navbirî û lêjneya zanistî ya zanînegehê têza wî hate erêkirin.

Wî xwendekarê Kurd armanca xwe ji hilbijartina vê mijarê bo têza mastera xwe ragihand ku rol, karlêkerî û bandora Dr. Sadiq Şerefkendî li tevgera siyasiya Kurd zêdetir rohn bike ku karlêkeriya wî li ser hemû tevgeran, deveran û heta navnetewî de jî hebûye.

Dr. “Îsmaîl Baziyar” yek ji endamên lêjneya gotobêja masternameya “Farûq Hesen” de gotiye: “Cihê keyfxweşî û pêzanînê ye ku li başûrê Kurdistanê û li zanîngehê de lêkolînek zanistî û akademîk li ser jiyan û tekoşîna siyasiya Dr. “Sadiq Şerefkendî” wek rêberek siyasî yê tevgera rizgarixwaziya Kurd bi taybet Rojhilatê Kurdistanê tê kirin.”

Masternameya Farûq Hesen dide xuya ku ew lîkolîn bo amadekirina têgihîştinek rohn li ser kesayetiya karîzmatîk a Dr. Şerefkendî bo lêkolerên pêşerojê û wan kesên ku hogirê dîroka Kurd û tevgera siyasî li Rojhilatê Kurdistanê de ne, wek çavkaniyekî giring tê hisêb.