Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma dagirkar bi darê zorê dengê Pexşan Ezîzî tomar kiriye

17:29 - 13 Çirriya pêşîn 2025

N. Eskender Ceiferî

Piştî ku dengê Pexşan Ezîzî girtiya siyasî ya Kurd ji nav girtîgehê derket ku tê de daxwaza alîkariya Xezê dike, niha derdikeve holê ku gotinên wê di bin givaşê de bûne.

Çalakvan dibêjin Pexşan di destpêka gotinên xwe de gotiye mixabin ez bi darvekirinê hatime sizakirin. Ev jî xuya dike ku ew bi zorê hatiye neçarkirin ku biaxive.

Pexşan Ezîzî, heman keça Kurd e ku kariye histûnên Tehranê bihejîne. Birayê Pexşan Ezîzî beriya niha gotibû "Ew bi sê sûcên nakok bi darvekirinê hatiye sizakirin."

Dîwana Bilind a dagirkariya Îranê daxwaza ji nû ve darezandina girtiya siyasî ya Kurd a bi navê Paxşan Ezîzî red kiribû. Ew xebatkara civakî herî dawî bi sûcdariya "rêveberiya serhildana çekdarî ya li dijî dagirkar" sizayê darvekirinê lê hat birîn.

Niha rêjîma dagirkar a Îranê, Pexşan Ezîzî neçar kiriye ku rexneyê li Amêrîka û Îsraîlê bigire. Gotinên wê yên berê û wêrekiya wê, derxerên vê rastiyê ne.

Li gor ku Aso Ezîzî birayê Pexşanê dibêje, Dîwana Bilind bêyî ku dosyeyên li ber destên dadgehê lêkolîn bike, daxwaza duyemîn a darezandinê red kiriye. Parêzerê wê jî dibêje parastin bi tevahî wekî "bêbingeh" hate redkirin - her çend redkirina bêbingehîn bêyî lêkolînkirina belgeyan yasayî nîn e. Pêvajoya serîlêdanê tenê sê rojan li ber xwe da, du ji wan rojên bêhnvedanê yên fermî bûn. Ev jî nîşanek din e ku sedem û belgeyên ku ji aliyê malbatê ve hatine şandin bi têra xwe neketine ber lêkolînê.

Lê dagirkar di girtîgehê de dev ji Pexşanê bernade û ew neçar kiriye ku li dijî Îsraîlê biaxive.

Li gorî Aso Ezîzî, di dozê de nakokiyên eşkere hene: xwişka wî zêdetirî deh salan wekî xebatkara civakî ya xwebexş li kampên penaberan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kar û xebat kiriye, û bi rêxistinên navnetewî yên wekî Xaça Sor û rêxistinên alîkariyê yên Swîsê re hevkarî kiriye. Di pêvajoyê de belgeyên têkildar hatin pêşkêşkirin. Lê belê, di çarçoveya lêpirsînê de, Paxşan Ezîzî li pey hev bi endambûna di sê grûpên bi temamî cuda de hat tometbarkirin: Pêşî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), piştre têrorîstên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û di dawiyê de endametiya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ). Li gorî malbata Ezîzî, ev îdiayên lihevnehev vê pirsê derdixîne holê ku gelo bi awayekî cidî lêkolînek li ser rastiyan hatiye kirin yan na?!

Di 4ê Tebaxa 2023an de, Pexşan Ezîzî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tehranê ve hat girtin û piştî çend mehan lêpêçînê, ji bo beşa 209 a girtîgeha Êvînê hat veguhestin. Di heman demê de, dadgehê bavê wê bi navê Ezîz Ezîzî, xuşka Pexşanê bi navê Pirşeng Ezîzî û xezûrê wê bi navê Husên Ebasî bi îdiaya "alîkariya Pexşanê ji bo revê" bi salek girtîgehê siza kir. Dadgeha Pêdeçûnê jî ew biryar erê kir.

Di dema binçavkirina wê de, ne Paxşan Ezîzî û ne jî endamên malbata wê yên girtî ne bi parêzer û ne jî bi cîhana derve re têkilî nedanîbûn.

Piştgiriya yasayî wê demê karî were organîzekirin, ku lêpêçîn bi dawî hat.

Aso Ezîzî dilgiraniya xwe tîne ziman ku rêjîm bi qestî dixwaze bi darezandina girtiyên siyasî peyamekê bide. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' re em roj bi roj sizayên tund dibînin. Xuya ye ku Îran dixwaze bi tundî bersivê bide her cure nerazîbûnekê. Bi taybetî ji bo tirsandina tevgera jinan." Malbata Ezîzî ditirse ku sizayê darvekirinê yê Paxşan di demek nêzîk de were cîbicîkirin.

Pexşan Ezîzî di nameyek vekirî ya ji girtîgeha Êvînê ya di 21ê Tîrmeha 2024an de bi sernavê “Redkirina Rastiyê û Altêrnatîva Wê” basa şert û mercên girtîgehê kir. Wê êşkenceya sîstêmatîk a di odeyên takekesî de vegotibû û ragihandibû, ku çend caran ew biribûn ber mirin û daliqandinê, li destên wê û hestiyên wê dabûn heya dema ku hişê xwe winda bike, bêrêzîkirin û îşkenceya derûnî jî, beşeke din ji îşkenceyan e. Êşkencekarên wê jê re digotin "cudaxwaz", "wekî kurdek, welatiya pileya duyemîn" û "wek jinek şêtek civakî". Di nameya wê de wiha hatibû gotin: "Ji bo desthilatdariya navendî, em piçûk û ne girîng in - lê ji bo darezandinê, em herî mezin û giran in."

Pexşan Ezîzî yekem car di 16ê Mijdara 2009ê de, di xwepêşandaneke xwendekarên Kurd de li Tehranê hat girtin. Wê demê xwepêşandan li dijî sizayên darvekirinê yên girtiyên siyasî yên Kurdistanê dihatin kirin. Piştî ku ew 4 mehan di girtîgehê de ma, bi barimteyê hat berdan û piştre jî welat terikand.