
N. Elî Munezemî
Gola Urmiyê ku yek ji mezintirîn golên şor ên cîhanê bû, îro ew êdî bi tevahî nemaye, Bûye çol û bahozên tozê. Bi mîlyonan mirovên li herêmê her roj tewî wê yekê berewrû ne ku çawa debara jiyan, tenduristî û jîngeha wan di xetereyê de ye. Ji bo fêmkirina vê karesata ekolojîk, divê mirov ji av û hewa û hişkesaliyê wêdetir binêre û çavên xwe ber bi biryarên siyasî ve bizivirîne. Ji perspektîfeke siyasî-ekolojîk ve, çikbûna gola Urmiyê di serî de encama polîtîkayên têkçûyî û bikaranîna hêzê ye ji aliyê rejîma dagîrker a Îranê ve.
Ekolojiya siyasî li ser çavkaniyên xwezayî - wek av - lêkolînê dike ka çawa bi rêya hêz, aborî û siyasetê têne formdan û parvekirin. Derheq gola Urmiyê, krîz ne tenê girêdayî bi kêmbûna baran û nixtê ye, lê ew bêhtir girêdayî wê yekê e ku rejîmê çawa av birêve biriye û parvekiriye.
Bi dehan salan e ku rayedarên Îranê bi armanca kêmkirina girêdayîbûna bi welatên bîhanî, siyasetek ewlehiya xwarinê dimeşînin. Ewan bi her awayekê werzêr teşwîq dikirin ku asta berhemên xwe zêde bikin, lê bêyî ku sînorên ekolojîk li ber çavan bigirin û wan re girîng be ka ew yeka çawa dikare hewsengîya jîngehê têk bibe. Her gav ku cotkaran bîrên wan yên avê kêm av dibûn, ew hatin teşwîqkirin ku bîrên kûrtir bikolin. Ewê yekê jî asta ava binê erdê kêm kir. Di heman demê de, bi sedan bendav li ser çiqên çemên dirijîyane gola Urmiyê, hatin çêkirin. Ava ku serdemekê gola Urmiyê tijî dikir, li şûna wê hindê ber bi avdanîyê, pîşesaziyê û navendên bajarî yên wekî Tebrîzê ve hate kanalîzekirin û veguheztin. Di encam de çemên ku dibû golê tijî bikin, berî ku bigihîjin golê hişk bûn. Hevsengiya ekolojîk têk çû û gol veguheriye hewzek hişkbûyî a tijî kirîstalên xwê.
Siyasetên çandiniyê yên rejîmê encamên bi taybetî dramatîk bi xwe re anîne. Her ku asta ava binê erdê dadikeve, ava ji gola şor dikişe bin erdê û şûna wê digre. Evê yekê ava bi erdê jî pîs kiriye û li rêka wê ve, ax jî hîn şor dibe, û deverên mezin ên zeviyên çandiniyê berhemdariya xwe winda kirine. Tiştê ku wekî stratejiyek ji bo ewlehiya xwarinê dihat hesibandin, li şûna wê bûye sedema çolbûn û hilweşîna çandiniyê. Yanî ewa rejîmê pilankiribû ku li aliyê xwarinê ve Îranê bigihîne asta xweserîyê, niha zaf herêm gîhandine asta ”herrîserîyê” û jîngeh bi yekcarî têkdaye.
Fabrîqe û pîşesaziyên ku av zêde bikartînin, li herêmê zext zêde kirine. Gelek ji van bêyî ku li hawîrdorê binêrin hatine çêkirin, û hem çavkaniyên avê yên herêmî qirêj kirine û hem jî zêde hevcedarîya wan bi avê heye û mesrefa wan pirr zêdeye.
Yek ji tedbîrên herî nakok, guheztina avê ji çiqên dirijiyan Gola Urmiyê bo herêmên din e. Li gorî raporan, salane bi mîlyonan metreyên sê cî av ji bendavên li Bukan û Miyandoabê bo Tebrîz û deverên din ên Azerbaycanê tê veguheztin. Bi vî rengî, çemên avê yên Kurdistanê ji bo dabînkirina hewcedariyên bajarên mezin li derveyî axa Kurdistanê têne valakirin, di heman demê de gol bi xwe bê av hêlan. Herwisa, rayedarên rejîma dagîrker hindek projeye ji bo "rizgarkirina" golê dane destpêkirin, di nav de bi guheztina avê ji deverên din. Lêbelê, gelek pispor bawer dikin ku ev tedbîr sembolîk bûn û li ser plankirina zanistî nehatibûn danîn. Ewan projeyan bêyî ku encamên rastîn çêbikin, bi hederdana pereyek zêde hatine bidawîhatin.
Niha ew neheqîya rejîma dagîrker a Îranê cinayetek mezin e derheq xelkê herêmên derdora gola Urmiyê bi giştî û xelkê kurd bi xasmayî. Zuwabûna wê golê hem ekosîstem û jîngeha deverê xistîye bin tehlûkeyên mezin de û hem dibe sedema bahozên tozê yên tijî perçeyên xwê û kîmyewî. Ev bahoz dibin sedema zêdebûna bûyerên nexweşiyên nefesê, alerjî û heta penceşêrê. Doktorên li herêmê radigihînin ku zêdebûnek mezin a nexweşîyên girêdayî bi sedemên hişikbûna gola Urmiyê heye.
Ekosîstem jî di wê herêm de hilweşiyaye. Urmiye berê rawestgehek girîng ji bo çûkên koçber bû û malek biyolojîk a dewlemend bû. Îro, gelek cure winda bûne û heyvanên kuvî ku li ser giravên nav golê de dijîyan, nemane. Çandiniya li dora golê pir dijwartir bûye, û bi hezaran malbat debara xwe winda kirine. Koçberî ji herêmê zêde dibe, ku encamên civakî girantir dike.
Ji perspektîfek felsefî ya jîngehê ve, rewşa gola Urmiye ne tenê pirsgirêkek jîngehê ye, lê ew pirseke girêdayî edaletê ye. Teoriyên edaleta jîngehê destnîşan dikin ku krîzên jîngehêdi bin bandora rewşeke nehewseng de serî hildidin. Di vê rewşê de, ewa nifûsa Kurdistanê û parêzhega Urmiyê ne ku bêhtir li her aliyek din bedelê didin, di heman demê de hikûmeta navendî û elîtên bajarî yên ne-kurd ji çavkaniyên avê sûd werdigirin.
Ji perspektîfek felsefî ya jîngehê ve, Urmiye ne tenê li ser jîngehê ye, lê li ser edaletê ye. Teoriyên edaleta jîngehê destnîşan dikin ku krîzên jîngehê bi rengekî nehevseng bandor dikin. Di vê rewşê de, ew nifûsa Kurdistan û Azerbaycana Rojava ne ku bedelê didin, di heman demê de hikûmeta navendî û elîtên bajarî ji çavkaniyên avê sûd werdigirin.
Eko-fîlozofê Norwêcî Arne Næss tekez dike ku xweza xwedî nirxek hundurîn e, xêncî ku sûda wê mirovan çi be. Wêrankirina golek mîna Urmiyê ne tenê xeletiyek aborî ye, lê di heman demê de ji hêla exlaqî ve jî pirsgirêk e. Fîlozof Hans Jonas jî vê yekê wekî nebûna berpirsiyariyê li hember nifşên pêşerojê bi nav bike. Û ekolojiya siyasî jî tîne bîra me ku krîzên weha ne tesadufî ne, lê encama hilbijartinên siyasî yên berbiçav in.
Rizgarkirina Gola Urmiyê tişteke zêdetir li projeyên teknîkî jêre hevce dike. Siyaseteke berfireh a avê ku sinûrê tehemula xwezayê destnîşan bike û çandinî dibe li gor çarçoweyên domdar werin birojkirin, û bikaranîna bêberpirsiyarane a avê di pîşesazî de divê were rêkûpêk kirin û veguheztina avê bo herêmên din were sekinandin. Dibe xelkê Urmiyê bi xwe biryar bide ka çawa dikare çiqên ava dirijin gola Urmiyê pîlan bike da ku bikare wê golê rizgar bike.
Zuhabûna Gola Urmiyê trajediyeke siyasî-ekolojîk e ku ji ber siyaseta xelet û îstismara desthilatdariyê çêbûye, û encamên wê hem xelkê û hem jî xwezayê tehdît dikin.
Pêdivîye herwisa sîyaseta şaş a rejîmê derheq zuwakirina gola Urmiyê, wek sîyaseta komkujîya xelkê wê herêmê li cem sazîyên berevankar yên mafên mirovan were nasandin û rejîm hember wan sîyasetên dijminkarane û dijî mirovî were mehkûm û berpirsyarkirin. Ew cinayeta dibe wek belgeyek li dosîyeya tijî zilm û cinayeta wê rêjîmê de were qeydkirin. Liber ku av bingeha jîyanê e û parastina wê erk û berpirsyaretiyek sîyasî û exlaqî e.