Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîşe li parêzgeha Luristan de rû bi sekinîna yekcarî ve diçe

16:27 - 16 Çirriya pêşîn 2025

Li parêzgeha Loristanê de kar li 220 yekeyên pêşeyî de bi tevavî sekiniye û 980 projeyên pîşeyî bi nîvekarî mane û pêka gotina “Behmen Ceiferî” birêveberê giştî yê pîşe, kangeh û ticareta rêjîmê li parêzgeha Luristanê, li serhev ji hezar û 350 yekeyên xwediyê derfetnameya kar li vê parêzgehê, bi tenê hezar û 27 yeke mijûlê kar in û 220 yeke bi tevavî karê wan sekiniye û 105 yeke jî bi şiyana kêmtir ji %20 dixebitin

Nexdînigî, nebûna madeyên destpêkî, rizîbûna alavan, bi derengkevtina gelek zêde ya dabînkirina dirafê biyanî bo yekeyan, nebûna şewat û wizeya hewce, beşek ji astengiyên li ser rêya pîşe li vê parêzgehê de ne.

Parêzgeha Loristanê qurbaniyê dîtingeha navendgirayî li dariştina siyaseta pîşeyî ye û li praktîkê de kêmtirîn bûdce bo vê parêzgehê tê diyarîkirin.