Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PWK Li Amedê Beşdarî Çalakîya Ji Bo Rojîn Kabaîş Bû

17:16 - 16 Çirriya pêşîn 2025

Ji bo ronîkirina mirina bi guman a keça kurd Rojîn Kabaîş roja 15ê Çirriya Pêşîn a 2025 an, li bajarê Amedê, li Qada şêx seîd çalakîyek hat lidarxistin.

Rojîn Kabaîş a xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Fakulteya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Wanê (Yüzüncü Yıl), di 27ê Îlona 2024an de piştî ku ji yûrta lê dima derketibû, winda bûbû û cenazeyê wê di 15ê Cotmeha 2024an de li peravên Taxa Mollakasim hatibû dîtin.

Di çalakîya ku bi pêşengîya jinan û bi beşdarîya gelek saziyên civaka sivîl hat lidarxistin de, Serokê Baroya Amedê Ebdulkadîr Guleç û jinên endamên 'Komîsyonên Edaletê Ji Bo Rojîn Kabaiş' daxwaza edaletê ji bo lêkolîna ji dosyeya çavaniya windabûn û kuştina Rojîn ê kirin.

Rêveber û endamênPartiya Welatparêzên Kurdistanê “PWK” jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirîya xwe nîşan dan.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)