Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Xala hevpar a rejîma Paşayetî û Komara Îslamî tevahiyetxwazî ye

11:32 - 7 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 16ê Cozerdanê, birêz “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di gotarekê de li jêr navê “dîtingeh û berpirsayetiyên netewan di meşa demokrasîsazî di Îranê de”, li penêla duyemîn a vê konferansa “şoreş bi pêşengatiya jinan li Îranê” ku li parlemana Ewropayê li Brukselê bi rê ve çû, bîr û nerîna xwe û Hizba Demokrat behs kir.

Deqa beşek ji gotara rêzdar “Mistefa Hicrî” di wê konferansê de wiha ye:

Di wê rojê de ku canê Jînayê jê standin, keşa siyasî, çandî û civakî li Îranê bi awayekî kûr hate guhertin û valahiyeke mezin di navbera gel û hikûmetê de çêbû, ji aliyeke wê valatiyê de ku pêk hatiye ji xelkê azadîxwaz ên Îranê, ji wan netewe, ol, girûp û aliyên cur bi cur ên Îranê û ji aliyê din a wê valatiyê Komara Îslamî ye.

Siyaseta serkutkarî ya Komara Îslamî di vê heyamê de bû sedem ku xelkê Îranê bi hemû cudahiyan ve li dora hev kom bibin û yek bigirin bo vê ku di yekem pêngavê de bo rûxandina rejîmê ku navê wê Komara Îslamî ye xebatê bikin û piştre ber bi Îraneke nû ve pêngavan biavêjin.

Ew ji bo ku bigihîjin armanca xwe, nirxên giran dan. Bidarvekirin û kuştin bi taybetî li Kurdistan, Belûçistan û deverên din ên Îranê, nîşan dide ku xelkê Îranê rûbirûyê rejîmeke hov in ku îşkence û kuştin û teror beşek neveqetiyayî ji siyasetên wê rejîmê ne.

Eva ku di heyama mehên borî de derketiye holê, şoreşek bû bi navê şoreşa Jînayê, şoreşek bi wateya ku berevajiya hin daxwazên xelkê Îranê ye ku daxwazkariya mafên xwe yên paşkevtî ji wan nemana buhabûnê bûn. Wê şoreşê bingeha Komara Îslamî kir bi armanc û ji bo avakirina Îraneke din ku mala hemû gelên Îranê be, gav avêtin û di wê rêyê de qurbanî dan û niha jî qurbaniyê didin û heta gihîştin bi wan armancan, wê şoreşê berdewam bikin.

Şoreşeke ku dixwaze ji serdema dije mirovî û nedemokratîka li Îranê derbas be, serdema Seltenetiya mutleq ku tê de yek nasname li ser nasnameyên din de hatibû sepandin û asîmîlekirin û înkarkirina nasnameyên din ji bilî nasnameya neteweya serdest, bi bernameya sîstematîk a hikûmetî û bi hatina serkar a Komara Îslamî û Wîlayeta Feqîh, sepandina mezhebek taybet bi ser ser siyasetên berê de zêde kir û çûye destûra karê desthilatdaran û xala hevpar a herdukan tevahiyetxwazî bû.

Eva ku di naveroka şoreşa Jînayê de ku bi navê “Jin, Jiyan û Azadî”, xwe nîşan da, şoreşek bû li dijî van sîstemane, derbasbûna ji berê û li niha û gihîştin bi armancan û ravekirina Îraneke din a ku li gorî îradeya her kesî be, derbasbûn bo civatek ku nirxên “jin û jiyan azadî”yê bike bingeh.

Em bi rejîmekê re rû bi rû ne ku sembola dîktatoriyê ye û hevdem em digel hin gotarên din rû bi rû ne ku bi dehan sal e ku xwe bi dîtingeheke tevahiyetxwazî re girêdaye û bawerê pê dikin. Guherinkarî di wê rewşê de pêwîstî bi dem û piştgiriya derve heye.

Dîtingeha xelkê ku rojane reftarên Komara Îslamî diceribînin, digel dîtingeha hinek ji dijberên Komara Îslamî cudatir e, ji ber ku xelk li pey dasepana efsaneyên berê nînin. Belkî li şûna Îraneke din dikevin ku derdora wê cihek e ku bibe mînak, ne ku haşa jê bê kirin. Ji ber vê yekê bû ku li şeqamên Tehranê dirûşm dihatine danê ku Tehran bibe Kurdistan.

Li Îranê bereyek peyda bûye ku nirxê bi demokratîk û mirovayetiyê dide û dixwazin digel civatgeha cîhanê ber bi pêş ve herin.

Ji aliyek dinê ve nemana Komara Îslamî tenê bo xelkê Kurdistanê sûdmend nîne, belkî bo dinyaya derve jî qazancek zêde heye.

Serdemdarên şoreşa Jînayê, jin bûn ku xwaziyara bifermînasîna xwe ne û divê di paşeroja desthilatdariya Îranê de cihê wan diyar be.

Em li Kurdistanê wekî beşek ji şoreşa hemûaliyane, hertim li pey sîstemeke hemûalî bûne ku berpirs û demokratîk be û tevgera Kurd li Kurdistanê bo heyama çar dehik e li hember rejîmekê ku piştevanê terorîzmê ye, berevaniyê ji xwe kiriye.