Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yasemîn a keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê gihîşte valatiya esmanê

22:46 - 29 Tebax 2023

Keyhan Mihemedînijad

Esmangerên (Astronot) “Crew-7” ya NASAyê, roja Yekşemî 28ê Tebaxê bi hevkariya kompaniya “Space X”, bi serkevtî gihîşte valatiya esmanê. Di vê operasiyonê de 4 kes beşdar bûn. Yek ji wan çar kesan, jineke Kurd e ku ev şanaziye bo nesîbê wê ku bigihe valatiya esman. Ev Yasemîn Muqbilî ya xelka bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ye û eslê xwe Kurd e. Malbata Yasemînê sala 1979an piştî şoreşa gelan li Îranê koçberê welatê Almanê dibin û li wir bibûne penaber. Yasemînê 24ê Hezîrana 1983an li bajaroka “Bad Nohaym” (Bad Nauheim) a Almanê ji dayîk bûye. Malbata Yasemîn ji Almanê jî ber bi Amerîkayê ve diçin. Navê bavê wê Kamî û diya wê jî Firişte ye. Yasemîn zeviciye û dayîka 2 keçan e.

Ew li bajaroka Balduwîn (Baldwin) a Amerîkayê nîştehcih dibin. Yasemîna Kurd jî her li vê bajarokê dibistan xwe ya destpêkî û navendî dawî pê tîne.

Herwisa ev di xula perwerdehiyê de beşdariya xulên akademîk ên “valatiya esman”ê li kempa “Huntsville, Alabama” li Amerîkayê kiriye; Yasemînê bawernameya xwe ya karnasiya endazyarî ya esmanî li zanîngeha “IMT”ê wergirtiye. Herwisa ew heyamekê jî endama tîma Basketbolê ya zanîngehê bûye.

Yasemînê wek efserekê li hêzên deryayî yên Amerîkayê wek balafirvana helîkoptera “Bell H-1 Super Kobra” dewre dîtiye, û di vê heyamê de 150 erkên şerî bi dawî aniye; Yasemînê di wê heyamê de çendîn caran serdana welatê Efxanistanê kiriye. Wê bawernameya karnasiya bilind jî di endezyariya esmanî de ji Akademiya Deryayî ya Amerîkayê wergirtiye. Yasemînê di sala 2008an de dest bi balafirvaniya balafirên şer kir.

Yasemîna Kurd di Hezîrana 2017an de, yek ji diwanzdeh kesan bû ku wekî endamê girûpa 22 kesî ji “Astronot”ên NASAyê (NASA Astronaut Group 22) hate hilbijartin û dest bi kursên perwerdehiya 2 salî kir. Ew tevî çar jin û heft zilaman di nava 18 hezar kesan de xwebeşane ji bo beşdarîkirin di dewreyê de hatin hilbijartin.

Yasmîn Muqbîlî heta niha çendîn xelat û medal bi dest xistine. Wê 4 medalên esmanî, lewha rêzlênanê ya Hêza Deryayî û Tifingdarên Deryayî û 3 medalyayên serkeftina Hêzên Deryayî û Tifingdarên Deryayî wergirtine. Wê di heman demê de xelata dibistana balafirvanî ya ezmûniya Hêzên Deryayiya Amerîkayê ya pola 144 a qonaxa duyem bi dest xist û herwisa xelata xwendekara serkeftî ya Fermandehiya “Willie McCall” wekî derçûya pola 144an wergirtiye.

Yasemînê carekê di hevpeyvînekê de digel kanala “CNBC” a Amerîkayê daye zanîn: “Ew her ji zarotiyê ve hêviya wê ev bûye ku bibe esmanger an jî astronot û dema ku tevlî Spaha Amerîkayê dibe û di Hêza Esmanî ya Amerîkayê de dest bi kar dibe, hêviya wê ev bûye ku rojek bê, ew bibe esmanger (astronot)”.

Hêvî û xweziya Yasemîna Kurd bicih hat û ew di rastî de bû bi “astronot” û ber bi esmanê navnetewî ve çû. Niha ew fermandehiya wê geştê kişaye stuyê xwe û serpereştiya sê kesan dike. Sê esmangerên din ên welatên Japon, Rûsiya û Danîmarkê jî digel Yasemînê ne. Biryar e ev geşte zêdetir ji 6 mehan di esman de bimîne. Astronotên “Crew-7” ên NASAyê roja Şemî 26ê Tebaxê bi Astronota “Space X”ê ji erê hate avêtin û piştî 30 demjêmêran, roja Yekşemî 27ê Tebaxê gihîştine valatiya esmanê ya Navneteweyî (ISS).

Yasemîn Muqbîlî sala borî jî piştevaniya serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê kiribû û wê postek li ser Twîtera xwe bi heştega Jin Jiyan Azadî weşandibû û nivîsîbû: “Herçende bextê min nebû ku ez rojekê jî li Îranê derbas bikim, lê ti carî jî ewqas hêvîdar nebibûm”.