Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibe ku Îran bibe xwediya 10 bombeyên etomê!

16:22 - 29 Çirriya pêşîn 2025

N. Eskender Ceiferî

 

Ajansa Navdewletî ya Wizeya Etomê ragihand bi santrîfyûjên ku rêjîma Îranê hene, dive ku ev rêjîm di demeke nêz de bibe xwediya 10 bombeyên Etomê.

Hevdem Îsmaîl Beqayî berdevkê Wezareta Derve ya rêjîma Îranê da xuyakirin ku ewê tenê wê demê rê bidin çalakî û pişkinînên Ajansê, ku Ajans ji Amêrîka û Troyîka Ewropî dûr bikeve û di bin bandora wan de nebe.

Piştî ku dîsa Donald Trump vedigeriya ser desthilata Amêrîkayê û bi Îsraîlê re êrîşî ser cihên etomî yên Îranê kir, lê niha dîsa xuya dibe ku Îran hêj bombeyê dixwaze. Trump Niha dîsa gefên xwe li ser Îranê zêde dike, lê rêjîma Îranê di destwerdanên xwe de li navçeyê berdewam e.

Dema ku rêjîma Îranê hajekên xwe yên balêstîk dane Hûsiyan û wan jî bi wan hajekan êrîşî ser cihên sivîlan li Îsraîlê kir, dîsa derket holê ku rêjîma Îranê dixwaze bombeya Etomê çê bike.

Ev xuya dike, heke rêjîma Îranê bi hajekên balêstîk êrîşî ser Îsraîlê dike, dibe ku ev rêjîm ji bo çêkirina bombeya Etom jî her tiştî bike da ku aloziyên zêdetir li navçeyê çê bike.

Ev jî di demekê de ye ku rêjîma Beşar Esed, mezintirîn dîktatorê ku ji aliyê rêjîma Îranê ve dihat piştevanîkirin, hate rûxandin, Hemas lawaz bû, Hizbulla bêbandor bû, Heşda Şeibî bê hêz bû, Îran zêdetirî berê nîgeran e.

Heman hajekên ku niha Hûsî davêjin Îsraîlê, di destepêka şoreşa Jînayê de rêjîma Tehranê bi wan hajekan, êrîşî ser baregehên partiyên Kurd dikir û di encamê de bi dehan sivîlan şehîd bibûn.

Ev jî di demekê de bû ku rêjîma Îranê careke din îdia dikir ku ew bombeyê naxwazin û wê piştî heyameke din, careke din Danûstandinên Etomî dest pê bikin.

Di dema desthilatdariya Îbrahîm Reyîsî de, Husên Emîrebdulahiyan wezîrê derve yê rêjîma Tehranê ragihand ku êdî rêkeftina Etomî ji aliyê wan ve nakeve ber bas. Ev jî di demekê de bû ku welatên Brîtanya, Feranse û Almanyayê ragihandibûn ku ji bo nîşandana niyazpakiya xwe, reşnivîsa li dijî Îranê nadin Ajansa Navdewletî ya Etomê.

Lê niha piştî êrîşa Hûsiyan ji bo ser Îsraîlê bi hajekên Îranê, derdikeve holê ku rêjîm dixwaze fitneyê li deverê berfireh bike.

Beriya niha piştî êrîşa ser Kela Dêmokrat û partiyên din jî dîsa metirsiyên vê rêjîmê xuya bibûn.

Wê demê hejmarek ji parlamenterên Almanî ragihandibûn ku "me li vir li parlamentoya Almanya gotûbêj û nirxandina mijaran dikir û hevdem jî rêjîma Îranê bi dronan êrîşî ser cihên sivîlan li herêma autonomî ya Kurdistana Îraqê kir. Pêwîstiya Ewropayê bi stratêjiyeke nû li hemberî Îranê heye. Ev gelek sal in ku li Îranê binpêkariyên berfireh ên mafên mirovan çê dibin û lewma em nabe li ser mijara rêkeftina Etomî biaxivin."

Piştî ku rêjîmê got ew dîsa rêkeftinê dixwazin, Donald Trump serokkomarê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dewsa xwe da Joe Biden û dihat pêşbînîkirin ku dewleta Biden vegere ser gotûbêjan ji bo rêkeftina Etomî bi Îranê re.

Dewleta Biden nekarî Îranê razî bike ku nabe bibe xwediya bombeya Etomî. Niha jî dîsa Donald Trump vegeriya ye ser desthilatê û lewma rêjîma Îranê zêdetir ditirse. Ev rêjîm dixwaze zûtir bombeya xwe çê bike da ku metirsiyên xwe ji bo ser navçe û cîhanê zêdetir bike.

Îsraîl jî bi Amerîkayê re hevnerîn e û dibêje nabe Îran bibe xwediya bombeya etomê.

Rêjîma Îranê jî bersiva berpirsên Îsraîlî û Amerîkî dabû û gotibû: "Wê cîhan wan gunehbariyên ku rayedarên Îsraîlê dikin, ji bîr neke." Piştî ku Donald Trump rêkeftina Etomî ya bi Îranê re bi tundî rexne kir, Rex Tillerson wezîrê Derve yê Amêrîkayê jî xwest rêkeftina Etomî ya bi Îranê re were guherandin û jinûve were nivîsandin lê ji bo razîkirina Îranê ew li benda piştgirîya hevalbendên xwe yên Ewrupî ne.

Tillerson got ku xalên rêkeftinê têra xwe tund nîn in û rê li ber planên Etomî yên rêjîma Îranê nagirin. Wê demê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka Amêrîkayê bû, li ser helwêsta Amêrîkayê ya di mijara Îranê de dabû xuyakirin ku helwêsta nelihevkirinê ya Donald Trump serokkomarê Amêrîkayê cihê fikarê ye.

Feranse, Brîtanya û Alman difikirin ku heke Îrana Etomî bikeve Rojhilata Navîn, ewê pêgeha xwe ji dest bidin.