Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêçare, bihevrejiyan e, yan rikeberî?

16:45 - 26 Çirriya pêşîn 2025

N. Serbest Urmiye

 

Parêzgeh û bajarê Urmiye, weke bajareke sitratejîk di erdnigariya siyasî û neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê de, şûnewareke dewlemend a dîrokî ye ku hilgirê pareke herî berîn û bi nirix ji çand û dîroka neteweyî ya Kurdistanê ye. Bajararê Urmiyê bi paşxaneke bihêz a dîrokî ya bi hezar salan, hevdem ku di Îrana destçêkirî de xwedî pêgeheke şaristaniyê bûye, hertim navendeke sitratejîk a berxwedana siyasî, çandî û neteweyî ya gelê Kurd jî li dijî sîstem û siyasetên bişavtin û  jiholêrakirina nasnameya neteweyî bûye. Di wê rewşê de jî di siyaset û ragihandina fermî ya dagîrkeran de bi xurtî û fermî hewil hatiye û tê dayîn ku ji nasnameya Kurdi were valakirin. Ji ber vê çendê  û bi merema qutkirina têkiliyên çandî, neteweyî, dîrokî û zimanî yên vî bajarî bi herêma Kurdistanê re, di çarçoveyeke derewîn a bi nave "Azerbaycana Rojava" de ji nû ve hatiye pênasekirin.

Piştî serhildana pêvajoya avakirina dewlet _ netewe  ya hemdemî di Îranê û nemaze di dema desthilatdariya Reza Şah’ê Pehlewî de, siyasetek micid ji bo guhertina demografî û çanda Urmiyê hate destpêkirin. Akincîkirina koçerên ne xwecih di herêmê de, guhertina navên Kurdî yên gund û herêmên derdor û qedexekirina zimanê Kurdî ji pergala perwerdehiyê, beşek ji vê pêvajoyê bûn. Di Komara Îslamî de jî, ev siyaset ne tenê nehatin sekinandin, belkû di çeperê ol û ewlehiyê de hatin xurtkirin. Siyaseta ku ewlehî girîngtir ji nasnameyê dida şopandin, Urmiyê ji bajarekî Kurdî yê pir reng ji çand û hebûnê ve, veguherî herêma krîz û qeyranan ku tê de pir rengiya neteweyî û çandî, yê bûye emrazê hevrikî û xwe sepandina siyasî. Rasîzm anku nijadperestiya hişmend û pîlandarêtî bi eşkere li Urmiyê di rewşeke aloz de derbas dibe. Ji aliyekî ve, hikûmeta navendî, di bin siya gotara "ummeta Îslamî" û "yekîtiya neteweyî(Îranî)", de behsa wekheviyê dike, lê di kiriyar de, hemû navendên desthilat, sîstema perwerdehî û medyayê - di ber destên  wan hevrikan de ne ku armanca wan a sereke nehêştina bingehên çandî û civakî yên Kurdan e.

Ji aliyê din ve, pêvajoya netewexwaziya tundajû ya pan-Turkîzmê ku bi piştîvaniya eşkere û nepenî ya navendên cur bi cur yên desthilata dagîrker a navendi bi xasmanî navendên ewlehiyê de, heta tê xurttir dibe, hertim di hewla înkarkirina dîrok û nasnameya Kurdî û sepandina nasnameyek nû de ye li ser Urmiyê.

Di rewşeke wiha de, Urmiye bûye bajareke parçekirî: ji aliyekê ve, gelê Kurd ku rehên wan di ax, avadan û çanda vî bajarî ve girêdayî ne, ji aliyê din ve jî, taqimên tunadjû ku bi piştîvaniya dewlet, media û perwerdeyê, hewil didin kok û binetarên Kurdî li ser vê axê rakin û bi valakirina vî bajarî ji nasnameya Kurdî, gelê Kurd jê havî bikin. Encama parçekirinê bi vî rengî jî tenê rêyê li ber bi hevrejiyan û dadperweriyê asteng û dijvar dike û dibe hegera serhildna hevrikiyê di navbera civak û çandên cuda yên herêmê de.

Nasnameya Kurdî ya Urmiyê di navbera du hêzên dijber û hev armanc de

Bizava parastina nasnameya Kurdî ya bajarê Urmiyê li hember êrîşên du hevrik û dijberan, lê tevavkerê hev de berxwe dide: nijadperestiya hişmend a navendparêz û netewexweziya ne xwecih û tundajû ya herêmî. Ya yekem di dilê desthilata fermî û pêkhateya dewletê de diherike; heman sîstema ku di bin navê "yekîtiya neteweyî(Îranî)" de, hemû nasnameyên neteweyî yên ne-Faris înkar dike. Di pêkhateya han de, ziman û çanda Kurdî ne weke semyana neteweyî, belkû wekî gef li ser ewlehiya dewleta navendî tê pênasekirin. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê di Xwendingehan de qedexe ye û medya û ragihandin di bin siyaseta sansora dewletî de rê nadin zinamê Kurdî nûneratiya nasnameya neteweyî bike. Armanca vê nijadperestiya binçîneyî jî ku zal bûye bi ser hemû aliyên perwerde, medya, aborî û siyasetê de, tenê ji holêrakirina nasnameya Kurdî ye li Urmiyê.

Ji aliyekî din ve, netewexweziya tundajû ya neteweya ne xwecih di bin navê pan-Turkîzmê di herêmê de, bi gotar û dîrokeke sexte hewl dide ku gelê Kurd  wekî "biyanî" li ser axa xwe bide zanîn. Bizava han bi piştevaniya dezgehên ewlehiyê yên dewleta dagîrker a navendî  tev digere û bi hemû terzan di hewla nehêştina nasnameya Kurdî di herêmê de dide.

Bi kurtî her du hêzên han serbarê dijberiya hev, di paqijkirina herêmê ji gelê Kurd û nasnameya neteweyî ya Kurdî de hevgirtî û hev armanc in.

Lewma di rewşeke wiha de, tekezkirin û berxwedan ji bo parastina nasnameya Kurdî ya Urmiyê ne hesteke derûnî, belkû di asteke herî bilind de pêdiviyeke dîrokî ye. Pêdiviyek ji bo parastina hizir, ziman û rûmeta mirovên ku Urmiyê weke perçeyekê ji erdnîgariya neteweyî, siyasî, çandî û dîrokî ya Kurdistanê dibînin.

 

Parastina  Nasnameya Kurdî ya Urmiyê, parastina dadperwerî mafeke dîrokî ye

Nabe ji bizava parastina nasnameya Kurdî ya Urmiyê weke bizaveke çandî were mêzekirin. Ji ber ku tevgereke siyasî û dîrokî ye ji bo vegerandina dadperwerî û mafê çarenivîsa xwediyên resen ên şûnewarekê ku bi dehan salan e ji birêvebriya xwecêhî û desthilatê hatine dûrxistin. Bizava han di astekî herî bilind de, ji sînorên parastina çand û ziman derbas dibe û dibe bizavek ji bo ji nû ve xwendina dîroka berxwedana gelê Kurd li hember dagîrkeran.

Parastina nasnameya Kurdî ya Urmiyê, bizaveke tevalî ye ji bo vegerandina rûmet, hizir û mafê çarenivîsê. Tevgerek e ji bo dabîn bûna dadperweriyê û parastina hevsengiyê di navbera neteweyên herêmê de. Urmiye dikare bibe sembola vê tevgerê li seranserê Kurdistanê. Bajarek  ku brîndarê siyasetên bişavtin û guherîna şûnasê ye, divê îro bibe navenda berxwedanê li dijî hemû bizavên dagîrkirinê.