Pêka raporên belavbûyî, zêdetir ji 95 milyard Dolarên taybet bi hinardekirina berhem û alavên Îranê nevegeriyaye Îranê û heta niha ti kes an aliyek berpirsatiya vê gendeliya 95 milyard Dolarî nekêşaye stuyê xwe û dezgeha dad a rêjîmê jî bêdeng e.
Pêka wan raporan, 500 şirketên gendel li bêserûşûnkirina zêdetir ji 52 milyard Dolar ji wî dirafî de rol hebûne.
Husên Semsamî nûnerê meclîsa rêjîmê li vê derheqê de got: ji sala 1397 ve heta niha 95 milyard Dolar a hinardekirinê nevegeriyayê Îranê ku 52 milyard ji vê gendeliyê, ya wan 500 şirketan e.
Li halekê de ku dezgeha dad a rêjîmê ji vê gendeliyê bi tevavî agehdar e, ne kesek hatiye binçavkirin û heta lêpirîsîn ji ti kesekê nekirine, li halekê de ku hejariya xelkê bûye sedem nekarin derman, xwarin û heta avahiyekê bo zarokên xwe dabîn bikin, bi gendeliyên wiha dehan milyard Dolarî, serwet û heyîya giştî ya xelkê Îranê tê dizîn.