Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Amerîkayê bidarvekirina jinan li Îranê de bi tepeseriya sîstematîk binav kir

17:01 - 6 Çirriya paşîn 2025

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku rêjîma Îranê zêdetir ji her welatekî cîhanê, jinan bidar diveke û ev mijar curek ji sitema sîstematîk a dijî jijan” li Îranê de ye.

Li vê daxuaniyê de hatiuye ku “Golî Kûhken” a hevwelatiya Belûç, wek mînakek ji vê sitemê hatiye binavkirin ku li temenê zarokatiyê de bi zorê neçar bi pêkanîna jiyana hevpar hate kirin ku bi salan qurbaniyê tundûtîjiya malbatî bûye û piştî kuştina hevjînê xwe, bê hebûna parêzer û li jêr givaşan de neçar bi îtirafkirina bi zorê bûye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, dosyeya vê jina Belûç bi nîşanek ji bêdadiya berfireh li dijî jinan li komara îslamî de binav kiriye ku ev bêdadî wek yek ji bizvênerên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê binav kiriye.

Li dawiya vê daxuyaniyê de hatiye ku “Amerîka vê sitemê şermezar dike û li tenîşta gelên Îranê li berxwedana wan bo dadperwerî û vekheviyê, sekiniye”.