Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 505 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

19:45 - 6 Çirriya paşîn 2025

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 505 a Agirî de ev mijar hene:

“Yekitî û hevxebatî li ser kîjan hêlê?” Manşêta hejmara 505 an a Agirî ye, û herwisa Peyama Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat bi hilkefta cêşna Xawinkar her li ser rûpela ewilî dikeve ber çavan.

Rûpelên 2 ê gotara - Şerê bandên deshilatê li pêxema mana rêjîmê, ji nivîsa Saman Feqênebî û wergêra Bêhzad Simko.

Rûpela 3 ê gotara - Dayîk parêzvanê cil û berg û mîrata Kurdî ye, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 4 ê gotara - Bi perspektifek neteweyî û demokratîk analîza paradîgmaya entegrasonê, ji nivîsa Zinar Soran.

Rûpela 5 ê  gotara - Di cîhana dualî de modêrnîte û dêmokratîzebûna Kurdan, ji nivîsa Hesen Heranî.

Rûpela 6ê gotara - Qala simkoyê Şikak li pirtûkên bîhanî de û wêneyê nû, ku lêkolîneke ji aliyê Ugur Adsiz li ser Simkoyê Şikak li jêderên bîhanî de hatiye kirin.

Rûpela 7 ê de gotara - Hunera Kurdî dibe qurbaniya dagirkariyê!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a Agirî ku taybete bi hevpeywîna Agirî, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade li ser rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê û reftarên rejîma Îranê, digel Hesen Salihzade Endamê Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê, hevpeyvîn pêk aniye.

Rûpela 10 – gotara -  Azadî sînoran nas nake, ji nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.   

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 505 a Rojname ya Agirî, Jin Jiyan, bê tundûtîjî, Ev postêr bi terahî û dîzaynêriya Serbet Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.