Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêpveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê: “Bi hevxebatiya netewên Îranê û hevxistina hêza xebatkariya xwe, em dê bi ser Komara Îslamî de serkevtî bin”.

19:15 - 28 Îlon 2023

(Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat bi hilkefta salvegera “Îna bi Xwîn” a Zahidanê)

 

Xelêkê xebatkar û çewsandiyê  Belûçistanê!

Gelên Azadîxwaz ên Îranê!

Yek ji destkevtên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li heyamê sala derbasbûyî de zêdetir hevqederiya netewên bindest ên Îranê da xuyakirin û li encam de hewcehiya hevpeywendî û hevxebatiya zêdetir a wan neteweyan digel hev bûye ku berçavtirîna wan jî, piştevanîkirina neteweya Belûç ji serhildanên Kurdiostanê bûye ku her li yekem derkevtina xwe de jî, “Îna Bi Xwîn” li pey xwe anî.

Roja 8ê Rezbera 1401 a Rojî, xelkê bajarê Zahidanê li pêvajoya beşdarîkirin li şoreşa “Jin jiyan Azadî” de û herwisa li berteknîşandana bi desdirêjiya fermandeyekî hêza întizamiya Komara Îslamiya Îranê bo ser keçke biçûk a temen 15 salî ya Belûç, bi awayekî tevaw medenî û dûr ji tundûtîjiyê, xwenîşandan kirin. Lê rejîmê, bersiva xwenîşandana medeniya wan bi gulleyan da ku di encamê de zêdetir ji 100 xwenîşanderên Belûç ku zarok jî li nav wan de hebûn, hatin şehîdkirin û bi 10an kes jî birîndar bûn û ev roja bi “Îna bi Xwîn a Zahidanê” hate binavkirin.

Berdeweamiya nerizayetiyan li Belûçistanê li heyama sala derbasbûyî de daye selimandin ku ev tepeseriya bi xwîn jî nekariye dengê mafxwazaiya  netewa Belûç bifetisîne û ev xwenîşandan û nerizayetiyane li dirêjahiya sala derbasbûyî de ku zêdetir ji 50 Înên din de jî berdewam bûye û li vê heyamî de zêdetirîn şehîd û qurbanî li asta welat de hebûye.

Bûyerên Kurdistan, Zahidan û herwisa kuştina xelkê Kaspiyen(Gîlan û Mazenderan) û Xûzistan û deverên din ên Îranê, careke din dane selimandin ku projeya avakirina dewlet-neteweya Îranî ku zêdetir ji 100 sale li her duk desthilatdariyên paşatiya Pehlewî û Komara Îslamiya Îranê de li ser binyata jinavbirina nasnameya netewî û asmîlekirina zimanî û kultûriya netew û etnîkên cuda li wî welatî bo avakirina netewekê bi “Yek netew, yek ala, yek ziman”, projeyeke şikestxwarî ye. Çimkî tevî xerceke zêde ya madî û canî û pîlaneke 100 sale bi yekdestkirina netewên Îranê bi rêya perwerde û girîngîdan bi yek zimanî li xwendingehan û ragihandinên giştî û liserhevkirina dîrokekek sexte û jinavbirîna dîroka netewên bindest û înkarkirina cudatiyan û serkuta ziman û kultûra wan, ev netew her ziundî mane û pêla nasnamexwaziya wan bo bidestveanîna mafê netewatî, niha li her demekê zêdetir bi gurtir û bihêztir e.

Desthilata navendgera li 100 salên derbasbûyî de jibilî siyaseta asmîlekirin û helandina netewên Îranê, siyaseta dijayetîxistin li navbera netewan bi rê ve birine û hevdem hemû hewldana wan ev bûye ku rûkek kirêt û paremayî û eşîretî û dûr ji her cure şaristaniyet û pêşkevtin û pêşkevtinxwaziyê bi taybet ji 2 netewên Kurd û Belûç li cografiyaya Îranê de, bidin berçavên kesên din; Lê şoreşa “Jîna”yê(Jin, Jiyan, Azadî) şoreşa bidûrragirtiya bindestkirî bi dijî zordariya sîstema navendgera a dagîrker bû. Şoreşek e ku bo careke din şanazîkirin bi nasnameya netewî li nav netewên Îranê de geş kir û ew rûkê kirêt û neciwan ku hikûmetên Îranê ji netewan çêkiribû, bi yekcarî ji hizra piraniya xelkê Îranê derxist û rûkek azadîxwazane û fîdakarî û cangorîkirina wan netewan nîşanê xelkê Îranê da. Lewma netewên Îranê bi taybet jî Kurd û Belûç û Kaspiyen, jibilî rola wan a bingehîn li vê serhildanê de ku zêdetirîn qurbanî jî bo dan, dîmenekî bedev û hêjayê jêfêrbûna wan li piştevanîkirin û hevdengî û hevxebatiya netewên bindest ên Îranê nîşan daye. Li vê navberê de piştevanîkirina berdewam a netewa Belûç ji netewa Kurd, rûpeleke geş û rohn a hevpiştgirî û hevxebatiyê ye û bi alxahîniyê ve, ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bi emegnasiyî ve tê mêzekirin û bi bilind tê nirxandin .

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê her tim li ser vê bawerê bûye ku bi bê hevdengî û hevxebatiya hemû netewên Îranê, jinavbirina dîktatorî û bidestveanîna mafê netewî ya netewên bindest nayê kirin, lewma her dem hewlê bo hevpeymanî û hevxebatiya hizb û aliyên azadîxwaz û demoktar ên hemû netewên Îranê daye û piştevanê vekhevî û hevdengiya xebata netewan li navxweyî Îranê de jî bûye.

Li yekem salvegera “Îna bi Xwîn” a Zahidanê de, careke din em tekeziyê li ser vekhevî û hevxebatiyê li navbera netewên Îranê de dikin û em şehîdên “Îna bi Xwîn” a Zahidanê û hemû şehîdên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bi bibîr tînin. Em tekeziyê jî dikin ku bi tenê hevxebatî û piştevanîkirina netewên Îranê û yekxistina hêza xebatkariya wan bo herifandina Komara Îslamî û anîna serkar a hikûmeteke demokratîk û piloral dikare dawî bi siyaseta cudatîdanînan û jinavbirînan li dijî wan netwane bîne û şûnwarên sedsalek a siyaseta serkutkirinê paqij bike.             

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêverî

5ê Rezbera 1402 a Rojî