Navenda lêkolîna Kurdistan-Tîşk, bi belavkirina daxuyaniyekê destpêkirina karê xwe ragihand
Vê navendê ragihandiye ku bo bi pêşvebirina zanist û zanîna li ser Kurdistanê, û pirsên berfireh ên din yên Kurd li Rojhilata naverast de tekoşînê dike.
Navenda Lêkolîna Kurdistan-Tîşk, tevî agehdarkirina raya giştî, çend xalên li derheq hêlên giştî yên navendê bo hogirên warê akademîk, lêkolîn û karên zanistî li Kurdistanê rohn kiriye.
Armanca navenda Tîşk, lêkolînkirina zanistî ya lêkoklînên Kurdî û pirsa Kurd li Rojhilata Navîn de ye û hewlê dide bi rêya lêkolînan, têgihîştineke kûr û zanistî ya pirsa Kurd, dîrok, Kultûr, Zimanê Kurdî û pirsgirêkên niha rohn bike.
Tîşk li sala 2022 a Zayînî, li bajarê Kolnê li welatê Alman de hate avakirin. Rêkxiraveke nehikûmî û berjewendîxwaz nîne û pêbendê lêkolînên hûr û zanîstî li warên siyasî, civakî û kultûrî ye.
Li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Navenda Tîşk, hevkariya ber bi pêşvebirina zanist û çareserkirina pirsgirêkên aloz û bingehîn dide û hewlê dide ku bi rêya karên hevpar digel zanîngehan û saziyên lêkolînê, hevkariyên akademîk ên wan rêkxiravane bike ku li warê lêkolînên Kurdî û karûbarên Rojhilata Naverast de çalak in. Bi rêya girîngîdan bi hevkariya linavbera zanistan û hevparkirina çavkaniyan, armancên me bilindkirina asta çawanî û karlêkeriya lêkolînan li wan warane de ye.
Navenda Kurdistan-Tîşk, li vê daxuyaniyê de ragihandiye ku govara Tîşk ku belavkerê rohnkirinên civakî-siyasî ye, demsaleke nû li kar û tekoşîna xwe dest pêdike û li çarçoveya navenda Lêkolîna Kurdistan-Tîşk, çap û belav dike.