Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zindîkirina Kultûra Eşîran li Urmiyê bi çi armancekê ?

16:20 - 12 Şibat 2024

N. Azad Kurdî

 

Di pêvajoya dîroka Kurdistanê de, dabeşkirina neteweya Kurd bi ser pêkhateyên biçûk weke hoz, eşîr û êlan xisarên mezin li doza Kurdistanê daye ku heta niha jî bandora wan ya nerênî li her 4 parçeyên Kurdistanê xuya dibe. Ev yek çeka neyar û dujminên Kurdan bûye û bi armanca dabeşkirin û lawazkirina kurdan ev fikr û kultûrên paşvemayî di nav gelê kurd de belav kirine.

Piraniya gelên cîhanê xwe bi fakterên ziman, ax, çand û cografiya û … pênase dikin. Neteweyên modern û medenî ev qonaxên dabeşbûnan derbas kirine û weke neteweyekê jiyana xwe dimeşînin. Ji ber ku zêdeyî wan xwedî dewlet û desthilat bûne. Heta neteweyên Fars, Turk û Ereb li Rojhilata Navîn jî ku gellek pîlanên mezin birêve birine bona rakişandina Kurdan bo nav kultûra eşîr û êlan û paşde hêlane, xwe weke netewe pênase û rêxistin kirine. Ji ber ku ew dizanin ku neteweyek ku xwe bi pêkhateyên biçûk parve bike, ji taybetmendiyên netewî vala dibe û kultûra êl, eşîr û hoz û pêkhateyên biçûktir biqedirtir dibin. Bi wî awayî yekîtî, tebahî û hevgirtin li ser pirsên çarenivîsê yên girîng bo gel dijwar dibin.

Piştî dehan salan jiyana me kurdan di nav pêkhateyên xêl, eşîr û hozan de, bi pîlanên dujminên kurdan li her 4 beşên Kurdistanê, nifşên nû gihîştin vê bawriyê ku xwe weke kurd û neteweyek pênase bikin. Di van çend salên dawiyê de, rêjîma Îranê bi pîlanên Wezareta Îtilaat (Îstixbarat) û Sipaha Pasdarên rêjîmê hemû hewl û xebatên xwe xistine ser hev da ku aqliyet û çanda eşîran li Urmiye û herêmên derdorê bi awayekî berfireh û bi bername zindî bike û pêşde bibe. Ev diyarde gelek berçav bûye. Bi awayekê ku nigeranî pêk aniye di nav beşeke zêde ji civaka Kurdî de ku xwe dûr û derveyî çarçoveya eşîran dibînin.

Rêjîm bi çêkirina mohrên taybet bo hindek serok eşîran li bajarê Urmiye û derdorê, rewayiyê dide wan kesên destnîşankirî û bi çend armancên taybet vê pîlanê pêşde dibe da ku di nav civaka Kurdistanê de bihên qebûlkirin. Pêkhateya eşîrî berî her tiştî pêşiya xwe pênasekirina kurdan weke neteweyekê asteng û dijwar dike û civaka Kurdî vala dike ji hemû nirxên neteweyî û modern. Kontrola îradeya civaka Kurdistanê bi rêya van çend kesan bikin û eva ku dewlet dixwaze bi rêya mohreyên serok eşîr bi hêsanî cîbicî bike. Bê hay ji vê yekê ku ev çand mala me Kurdan kavil dike û bi dehan salan paşde dihêle. Civaka eşîrî civaka nexweş e. Yek kes dikare bo sedan û hezaran kesan biryarên girîng bide. Rêjîm dixwaze ku bi dabeşkirina kurdan bi ser pêkhateyên eşîr û êlan, wan weke paşketî nîşan bide û îradeya wan ya netewî lawaz bike û birûxîne. Yekîtî û tebahî di nav civaka eşîrî dijwar e. Mixabin beşeke berçav ji van kesên ku rêjîma Îranê li bajarê Urmiye û derdorê pênaseya serok eşîriyê daye wan, ketine nava telikekê de ku xisarên pîlanên wan û rêjîmê karesatan çê dikin li ser pêvajoya netewebûna kurdan.

Pêwîst e ku nifşa nû ya civaka Kurdistanê xwe qed di nava pêkhateyên êl û eşîrî de pênase nekin û bi îradeyeke neteweyî pêşberî vê pîlana rêjîma Îranê û wan serok eşîran bisekinin. Ev yek xeter û metirsiyeke mezin û micid e li ser civaka me û erkê me hemûyan e ku li hemberî vê pîlanê xebat û berevaniyê bikin. Xwepênasekirina me weke kurd dikare çeka herî bihêz be li dijî vê pîlana gemar a rêjîma Îranê û hewce ye partiyên siyasî û civaka sivîl û rewşenbîrên kurd bi başî li ser vê pirsê bisekinin û vê pîlana karestbar vala bikin û ji nav bibin.