Navenda birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina daxûyaniyekê ragihand: Hêja bû ku Îbrahîm Resîsî li dadgeheke xelkî de bigihîşta sizaya kiryarên xwe!
Deqa daxuyaniyêa Hizba Dêmokrat wihaye:
Piştînîvroya roja Yekşemî 30ê Banemerê, Îbrahîm Reîsî yê Serkomarê rêjîma komara Îslamiya Îranê, Hûsên Emîrebdullahiyan ê Wezêrê derve digel çend berpirsên payebilind ên rêjîmê bi sedema kevtinexwarê ya hêlîkoptera hilgirê wan, hatine kuştin.
Berteknîşandanên li hember kevtinexwarê ya hêlîkoptera hilgirê Îbrahîm Reîsî û heyeta digel wî û mirina wan berfireh û cuda bû, lê ji hemûyan girîngtir û balkêştir, keyfxweşbûn û nîşandana keyyfxwesiya xelkê Îranê ji qewimîna vê bûyerê bû.
Renge bûyerên wiha li berê de jî qewimîbin û li paşerojê de jî bo berpirsên welatên din biqewime, lê li welatên ku desthilta siyasiya wê li ser pêgeha rewatîdana xelkê be û desthilatdar hilbijartiyê xelkê bin, li dema qewimîna bûyerên wiha de xelk nigeranê tendirustiya berpirsên xwe dibin; Lê li Îran a jêr desthilata komara Îslamiya Îranê, bervajiyê vê yekê ye. Sedema vê, cudatî û mewdaya kûr li navbera xelk û desthilat, zordariya siyasî û siyaseta dije xelkî ya wê rêjîmê ye ku civaka Îranê li warên siyasî, civakî û aborî de rastî qeyran û kawilkariyê kiriye; Bi wan sedeman, xelk nebi tenê li hember disthiolateke wiha de serî hildide, belku li rewşeke wiha de aciz nabe û bi mirina wan keyfxweş jî dibe.
Ji aliyê din ve, ew bûyere bo raya giştî, mijareke nû nebû, berê jî xelkê siyasî û şarezayê Îranê li dema kuştina qasim silêmanî de jî kirne cêjn û keyfxweşiya xwe dane xuya.
Îbrahîm Reîsî, yek ji bikerê mirovkuj û dilreş ê rêjîma komara îslamiya Îranê bû. Berpirsek ku navê wî digel cinayet, serkut, bidarvekirin, qirkirin û kawilkariyê bo xelkê Îranê tevlihev bûye, ew yek ji endamên heyeta merg bû ku li heyva Gelawêj û Xermanana 1367 a Rojî de bi fermana Xumêynî, hezaran kes ji girtiyên siyasî yên dijberî rêjîmê bi desteya bidarvekirinê spartin. Hevdem digel serkomariya wî jî yek ji tarîtirîn dewrana desthilatdariya Komara Îslamiuya Îranê tê hisêb. Li heyama wan 2 salên derbasbûyî de û li pêvajoya şoreşa Jîna(Jin Jiyan Azadî)yê de hezaran ciwan li Îranê bi taybet pitir li Kurdistanê li heyama desthilatadariya Reîsî de hatine kuştin, an birîndar bûn an seqet bûn w hezaran dayîk û bavê cergşewitî û sedan zarok ji himbêzê gerim ên dayîk û bavên xwe hatine bêparkirin. Herwisa dehan hezar mirovên azadîxwaz xistine nav girîgehan ku dehan kes ji wan li jêr îşkenceyan de canê xwe ji dest dan û hezaran kes jî sizayên giran bi ser wan de hatine sepandin. Lewma xelkê Îranê ku derfeta dadgehîkirina wan bikujan û birêveçona dadpewerî li komara Îslamî de nînin, neçar in bi mirina wan keyfxwesiya xwe bidin xuya û hevdem hivî bikin ku ne bi tenê Îbrahîm Reîsî, belku hemû desthilatdarên din ên komara îslamî, sîbera reş û nehsa wan ji serê xelkê Îranê nemîne û xelk ji rewşa heyî, rizgar bibin.
Bê şik, daxwaza bingehîn a xelkî Îranê ev bû ku Îbrahîm Reîsî digel cinayetkarên din ên komara Îslamî berî mirina wan li derheq cinayetên ku kirine, bêne dadgehîkirin û bigehne sizaya kiryarên xwe. Lê mixabin bi sedema desthilata reş û zordariya siyasî ya komara Îslamî, heta niha ev maf û derfet ji xelkê hatiye standin.
Xelkê Îranê ku qurbaniyê cinayetên komara Îslamî ne, hêjayê birêveçona dadperwerî û bidestveanîna mafê xwe ne. Lê ew yeka girêdayî bi berfirehtirbûna xebat û berxwedan û serkevtina bi ser rêjîma komara Îslamî û dadigehîkirin û sizadana deshilatdarên rêjîmê ye, ev yêka hemî aliyekê erikdar dike.
Navenda birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
31ê Banemera 1403