N. Bêhzad Qadirî
W. Bêhzad Simko
Kurdistan yek ji kevnartirîn cihên cîhanê ye û li kîjan warî ve mêzeyî cografiya û dîroka vê bikin, gelek mijarên xwedî nav û deng û cihê heyrîmanê dibînin. Lêmixabin bi sedema vê yekê ku em ê Kurd xwdiyê kiyaneke serbixwe nînin û xwdiyê damezraveyên pêşkevtî yên hikûmî nînin, lêkolînên hûr li ser naehatine kirin. Ji aliyê din ve, dagîrkeran ne tenê hewla dagîrkirina cografiyaya me dane, belkû hevdem hewla çewtkirina dîroka me jî dane. Li vê gotarê de bi nasandineke kurt a şikevta Şanederê û herwisa baskirin jî jiyana “Neanderthal”an ên li vê şikevtê û girîngiya vê, dixwazim bibêjim ku Kurdistan yek ji kevnartirîn cihên cîhanê ye û cihê jiyana mirovên “ Neanderthal” û mirovên destpêkî û cihê avabûna yekem şaristaniyan e û hewceye, Kurd gelek bi girîngî mêzeyê wan mijaran bike û li ser lêkolînên zanistî bike. Hewce ye ku vê yekê jî bizanin ku niha şikevta Şanederê, bûye serekaniya têgihîştineke nû ya cîhanê ji “Neanderthal”an
Şikevta Şaneder
Şikevta Şanederê li beşa başîrê çiyayê “Biradost” li dola Zêya mezin û nêzî bajaroka Şanederê, li bakûrê rojhilata bajarê Hewlêrê de cih girtie. Bilindahiya şikevtê li asta avên azad, 2 hezar û 100 pê anku 640 metran bilindtir e û panatiya derê şikevtê li derve 25 metr û li hundirê şikevtê jî 35 metr in, bilindahiya hundir 8 metr e û 40 metran jî kûr e. li vê şikevtê de hestiyên mirovên cura “Neanderthal” hatine peydakirin ku yê 70 hezar sal berî niha ne û herwisa hestiyên pez, bizin û kîselan jî li vê şikevtê de hatine peydakirin.
Yekem kesê şareza ku li vê şikevtê de karê kolan û lêkolînê kir, “Ralph Solecki” ê Amerîkayî bû ku li navebra salên 1951 heta sala 1961 bo 10 salan lêkolîmêm hûr kirin. Li sala 2019 de li encama çendîn kolîn û lêlkolînan de li qatên hundirê şikevtê, çendîn hestî hatine peydakirin ku dîroja jiyana wan li vê şikevtê de vedigere bo 70 hezar sal berî niha.
Peyva “Şaneder” ji 2 peyvên “Şane” bi wateya “xane” û Der” bi wateya “vekirî an der” e ku wateya giştiyavê dibe “Dereiyê xane an malê”. Li hinek çavkaniyan de jî îşare bi vê yekê hatiye kirin ku navdêrkirina vê şikevtê bi şaneder, vekehviya vê digel şaneya hingivîn heye. Herwisa pêka dîtingeheke din navê şikevtê bi sedema nêzî digel gundê Şanederê, bi vê navî hatiye navdêrkirin.
“Neanderthal”
Ji hezaran salên derbasbûyî ve heta niha, curên mirovan û sîma û qewareya wan bi derbasbûna dem, guherînên kûr bi ser de hatine. Zanayên warê “Anthropology” anku mirovnasî kevnarnasî, hêj li hewlê de ne ku li wî warî de zanyariyên zêdetir bi dest xwe ve bînin û li ser nêzîktirîn curên mirovan bi me ku ew jî mirovên “Neanderthal” in, şirove û rohnkirinên zêdetir bidin.
Zêdetir ji 300 hezar sal berî niha, mirovên “Neanderthal” ji Rûsiyê ve heta qiraxavên deryaya Atlantîk belav bûn û nêzî 40 hezar sal berî niha ji nav çon. Lê li Asiyayê de “Neanderthal”an hezaran cur alavên kevirî li pey xwe hiştine.
Li cîhanê de bo yekem car, paşmaweyên “Neanderthal” li sala 1830 a Zayînî li welatê “Bêljîkê de hate peydakirin. Pisporan wa hizir dikir ku mirovên cura “Neanderthal” mirivên destpêkî bûne û şêwaza jiyana wan gelek destpêkî bûye.
Peydakirina hestiyên cimcimê serê jinek a mirovên “Neanderthal” li Kurdistanê
Li sala 1951 a Zayînî, dema ku bo yekem car hestiyên 9 mêr û jin û zaroka mirovên “Neanderthal” li şikevta Şanederê de hatine peydakirin, bo cîhanê derkevt ku mirovên “Neanderthal” jî mirovên aloz, hişmend û xwediyê rêûresmên olî-civakî bûne, çimku laşên wan mirovan bi yek şêwazê bi axê hatibûne spartin û rûyê hemûyan bi yek aliyî bûye.
Piştî sala 2018, cimcimê serê jineke “Neanderthal” ji aliyê tîmeke zanîngeha “Cambridge” a Birîtaniyayê ve li şikevta Şanederê de hate peydakirin. Li vê derheqê de Dr. “Emma Pomeroy” ê pisporê mirovnasiya kevnar ragihand: “Ew jîna Neanderthal, li naverasta çileya temenê xwe de miriye. Ti hestiyeke serê vê jinê li cihê xwe de nemabû, çimkî gelek xirab çikestibû”.
Hestiyên serê wê jinê her bi vê şêwazê hatine hilgirtin û bi îzna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Birîtaniyayê hate birin ku li wir lêkolînan li ser bikin. Piştî kareke dijwar û hişyarane, hestiyên serê wê li cihê xwe de hatine danîn‘ cimcimê serê wê hate çêkirin. Piştre bi rêya tekniolojiya pêşkevtî bi şêwaza 3alî, rûkê vê hate çêkirin û bi “Şaneder Zêt” hate binavkirin û bû mijareke bingehîn a fîlmeke “Netflix”ê jî.
Pêdiviyê gotinêye ku hestiyên wê jinê yên peydakirî, peresû, sermil, diran, maziyepişt û destê rastê wê bûn. Karkirin û liserhevkirina hestiyên wê jinê nêzî salekê dem hewce bû, çimkî hestiyên wê gelek nerim bibûn û hewcehî bi qahîmkirina wan hebû.
Girîngiya li vê mijarê de çiye?
Peydakirina cimcimê serê miroveka “Neanderthal” ku diroka vê zêdetir ji 70 hezar salê berî niha ye, ne tenê bo Kurdistanê cihê nirxê ye, belku tevahiya cîhanê bi girîngî mêzeyî vê dikin bi taybet ji warê zanistî ve.
Wek mînak, peydakirina çendîn mirovên “Neanderthal” li şikevta Şanederê, dide xuya ku li çendîn dewranênan kevin de mirovên “Neanderthal” li Kurdistanê de jiyane û mirine û li vê şikevtê de bi şêwazeke civan bi axê hatine spartin rêz ji wan hatiye girtin. Ew zanyarî û bi serhatiya dîrokî û şûnwarnasiyê, zanisteke serast û girîng bo dîroka mirovahî û Kurdistanê ye û zanîngehên cîhanê bi çaveke gelek girîng mêzeyî vê dikin, da ku zanyariyên zêdetir li ser mirovên cura “neanderthal” bi dest xwe ve bînin.
Ji aliyeke din ve, şikevta Şanederê bûye cihek ku her kesek li cîhanê bixwaze lêkolînê li ser şûnwaran bike, divê vegerê bo vê şikevtê. Peydakirina sedema jinavçona mirovên “Neanderthal” jî bi rêya Şanederê û pêgeha Kurdistanê li warê şûnwarnasiyê ve bi cîhanê dide nasaandin.
Gotina dawî
Hebûna mirovên “Neanderthal” li Kurdistanê bi wateya kevnarbûna jiyan û şarstaniyeta mirov li Kurdistanê de ye. Her wisa nîşanderê vê yekê ye ku Kurdistan yek ji girîngtirîn deverên serîhildana jiyan û şaristaniyeta mirovê modern e. niha êdî şikevta Şanederê bûye serkaniya têgihîştina nû ya cîhanê ji mirovên “Neanderthal” û ew yeka dide xuya cîhan mêzeyê Kurdistanê dike û divê gelek bi girîngiyê ve mêzeyî vê yekê bikin û ji vê derfetê bi başî mifahê jê vergirin.