
Navenda Mafê Mirovî li Îranê bi belavkirina amarekê daye zanîn ku li wan çend rojên derbasbûyî de rêjîmê 28 girtiyên din li girtîgehên xwe li seranserê Îranê, bidar vekirine û bi wî awayî amarên tomarkirî ya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê ji destpêka heyva Rezberê ve heta 30ê vê heyvê, zêdetir ji 280 halet bûye ku bi awayek nêvincî, rêjîmê li her 3 demjimêran de girtiyek bidar vekiriye.
Pêka wan amaran, rêjîmê 28 girtî ji 26 heta 30ê heyva Rezberê li girtîgehên xwe li bajarên “Bîrcend, Şîraz, Îsfehan, Kirmaşan, Taybad, Yezd, Têhran, Zencan, Kerec, Gurgan û Qum”ê de bidar vekirine.
Rêjeya bidarvekirinên li vê heyvê bi qasekê zêde ye ku piştî bidarvekirinê bikom li sala 1367 a Rojî, xwînbartirîn heyv bo girtiyan bûye.