Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 504 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

21:42 - 23 Çirriya pêşîn 2025

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 504 a Agirî de ev mijar hene:

“Mirovê şoreşvan, xwedî baverekî qahîm e” Manşêta hejmara 504 an a Agirî ye.

Rûpelên 2 de Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat bo 7 mîn kongireya Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê, hatiye weşandin.

Rûpela 3 ê gotara - Pan-Turkîzm: Kirîza Nasnameyî an proksiya dewleta nawendî?, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 4 ê gotara -  Rêçare, bihevrejiyan e, yan rikeberî?, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 5 ê  gotara -  Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê (1514) Têkilîyên Kurd û Osmanîyan û Kurd û Safewîyan, ji nivîsa Sidîq Bozerselan.

Rûpela 6ê gotara - Neteweperestiya Kurd, diyardeyek şermezar an jî pêwîstiyek dîrokîye?, ji nivîsa Odyssey û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 7 ê de gotara - Dibe ku Îran bibe xwediya 10 bombeyên etomê!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpelên 8 û 9 ên hejmara nû a Agirî hatine mizextkirin bo hevpeywîna Agirî digel Rojnamevan Resûl Geleban, li derheq dawî rewşa Urmiyê, ev hevpeywîn ji aliyê Sîmîn Rûhanîzade ve hatiye encamdan.

Rûpela 10 – gotara -  Salvegera wefata Seyda Cegerxwîn (1903-1984), ji nivîsa Yusuf Kaynak.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 504 a Rojname ya Agirî, Postêreke li jêr navê “Bo welat, Urmiye warek bo jiyanê û bihev re jiyananê” ye, Ev postêr bi terahî û dîzaynêriya Serbet Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.