Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir

11:08 - 23 Çirriya pêşîn 2025

Rafaîl Girûssî, serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihand ku teknolojiya navkî ya rêjîmê ji nav neçoye û alavên santrîfiyûj têne nûjenkirin û 400 kîlo Uraniyoma bi tîratiya %60, her li destê rêjîma Îranê de ye û dibe bi lezgînî lêkolîn li navendên navkî yên rêjîmê de bêne kirin.

Herwisa navbirî tevî îşare bi huşdarîdanên welatên Rojavayî li derheq armanca rêjîmê bo berhemanîna çeka navkî ragihand ku me ti belgeyek serast li ser vê mijarê li ber dest nîne lê bo alxahînbûn ji vê yekê, hewce ye ku bi lezgînî, lêkolînên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li binkeyên navkî yên rêjîmê de dest pê bikin û piraniya Oraniyoma meyandî ya %60 her li binkeyên navkî yên “Îsfehan, Netenz û Fordo”yê de ne.