Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Xelkê Îranê, hilbijartinan baykot dikin û tî rewatiyekê nadne komara Îslamî”

12:22 - 25 Hezîran 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li hevpeyvînekê de digel “Kurd Kanal”ê, ragihand: “Hilbijartinên pêşwexte ya serkomariyê li Îranê, li rewşekê de bi rê diçe ku Îran bi sedema siyasetên komara Îslamî li nav qeyranên curbicur ên siyasî, aborî û civakî de nuqim bûye.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizbê ragihand ku ji mêjve rastî bo xelkê Îranê eşkere bûne ku binav hilbijartinên li Îranê ne tenê îradeya giştiya xelkê bo guherîn li rêjîma siyasî û Îdarî ya welat de nîne, belku çêkirina senaryo bo anînaserkar a kesek ji nav çend moreyên destnîşankirî yên rêjîmê li sendûqên dengdanê ye. Rêzdar Mistefa Hicrî ragihand ku encama hilbijartinên dora Sêzdehem a serkomariya “Reîsî de bi kêmtirîn dengan û beşdariya xelkê hate diyarîkirin, tevgera “Jîna”yê û encama hilbijartinên 11ê Reşemeya sala derbasbûyî bo meclîsa xubregana rêberî, cihê şik û gumanê bo ti kesê nehişt ku xelkê Îranê ti baweriyek bi vê rêjîmê nînin û desthilata komara Îslamî bi tevavî red dikin.

Rêzdar Mistefa Hicrî got: 6 bijartiyên niha bo kêbirkêya hilbijartin a serkomariyê, hemû moreyên serekî yên rêjîmê li dehan salên derbasbûyî de ne. Ew bi xwe sedema bingehîn a vê rewş û qeyrane ne ku bi ser xelkê de hatiye, Lewma xelk hişartir ji vê yekê ne ku bi banghêjî û sozdanên wan, bêne xapandin, lewma wan hilbijartinan baykot dikin.

Kak Mistefa her wisa got:  “Pizîşkiyan naveşêrê ku bi tenê bo zêdekirina asta beşdariya xelkê bo dengdanê hatiye meydanê û gotiye ku li her rewşekê de guh bi fermana Xamineyî ye û ti bernameyeke taybet jî wek bernameya dewleta xwe nîne û li bingehê de nikare ti bernameyek hebe, çimkî desthilata tevav a îdarekirina welat li ciheke din û ji aliyê wilayeta feqîh vê ye, lê xelkê Îranê bi têgihîştina siyasiya xwe îzinê nadne rêjîmê ku beşdariya wan wek kartek bo rewatîdan bi rêjîma siyasiya welat li pirsgirêkên deverî û cîhanî de bi kar bîne, lewma hilbijartîn û çon bo ser sendûqên dengdanê baykot dikin.