N. Dr. Mecid Heqî
Piştî rojekê ji êrişên diron û mûşekî yên Îranê bo ser Îsraîlê, David Cameron Wezîrê Derve yê Brîtanya piştî serdana xwe ya Îsraîlê ragihand ku êdî hemû cîhan naveroka rejîma Îranê dizane û dizane ku ew rejîme êrîşkar û metirsîdar e. Bi salan beriya êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê di 13ê Nîsana 2024 de, Îranê bi rêya terorîzma dewletê, êrîşên li ser kampên penaberên Rojhilatî, navendên partiyên kurdî û carcaran êrîşên li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li hundirê Iraqê û başûra Kurdistanê, ceribandibû. Lê ti êrîşên ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan çalakvanên Rojhilat û hejmarek ji xelkê Başûrê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve bi cidî nehatin girtin.
Metirsiya Îranê ya li ser aştiya cîhanê di roja ku Ayetullah Xumeynî di 19ê Tebaxa 1979 de li dijî gelê Kurd cîhad ragihandibû, eşkere bû. Rejîma Îranê di cih de nîşan da ku ew bi ti awayî bi navê peymanên navneteweyî û danezanên mafên mirovan ên ku dewleta Îranê îmzekarê wan e, nas nake. Yan jî dagîrkirina balyozxaneya Amerîka li Tehranê di 4’ê Mijdara 1979’an de û piştî wê jî êrîşên ser balyozxaneyên Brîtanya û Erebistana Swîdê nîşan da ku ev rejîm rêzê li tu prensîb, yasa û qanûnên navneteweyî nagire.
Di heyama 45 salên derbasbûyî de, ji bilî apartheidê sîstematîk li dijî neteweya Kurd, torên terorîstî yên Îranê li her derê ji destên wan tê, xwe ji tawanên dijî mirovatiyê neparastine. Bi sedan ji çalakvanên Kurd û endamên hêzên opozisyona rejîmê ji aliyê terorîstên Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin. Ji wan ya herî berçav terora serokên kurdan e Dr. Qasimlo di 1989 û Dr. Şerefkendî li sala 1992 de.
Êrîşa 13ê Nîsanê ya li dijî Îsraîlê rastiyek veşartî ji cîhanê re eşkere kir. Di Nîsana 2022an de, du meh piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynê, serkirdeyên NATOyê dewleta Rûsyayê wek metirsiyeke rasterast li ser demokrasî û aştiya cîhanê û hikûmeta Çînê jî wek metirsiyeke cidî ji bo pêşerojê binav kirin. Çîn piştî Amerîkayê duyemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye û bi welatên rojava û bi taybetî Yekîtiya Ewropayê re têkiliyên aborî yên xurt hene. Ji ber ku Çîn û Amerîka di mijara Taywanê de li hev nakin û hevrikî di warên teknolojiya leşkerî û aborî de diyar e. Xetereya Çînê ya li ser Taywanê û pabendbûna Amerîka ya ji bo parastina wî welatî "şabahî" ya Şerê Cîhanê yê Sêyem e. Lê niha em dikarin bêjin Komara Îslamî ya Îranê ye ku dema bixwaze dikare cîhanê li Rojhilata Navîn ber bi wêraniyê ve bibe.
Divê cîhan îro fêhm bike ku her çend Çîn ji bo berjewendîyên rojavayî xetereyek cidî ye, lê Çîn jî bi vê yekê dizane ku ger pirsgirêkên wê bi cîhanê re kûr bibin, dê yekem zirarê bibîne. Piştî ku Çîn di Kanûna 2001ê de bû endamê Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, bi sed milyonan xelkê Çînê ji sînorê hejariyê hatin derxistin û aborî û jiyana wan baştir bû. Çîn embara hemû kelûpelên cîhanê îro ye. Ji ber vê yekê ji aliyê aborî ve jî Rojava û Çîn nikarin pirsgirêkên xwe zêde kûr bikin. Ji bo Partiya Komunîst a Çînê, heta ku gelê wê guh nede siyaset û rexnekirina dewletê, refaha gel pir girîng e û naxwaze hêza xwe ya aborî bike qurbana îdeolojiya siyasî, Lê Îran!
Îran xwediyê %9ê çavkaniyên binerd ên cîhanê ye û nifûsa wê jî nêzîkî %1ê cîhanê ye. Li gorî sindoqa navneteweyî ya dirav, aboriya Îranê kêmtir ji %0,5 aboriya cîhanê ye. Li gorî vê yekê Komara Îslamî ya Îranê tiştekî ku winda bike nîne. Niha ji bo hemû cîhanê eşkere bûye ku dorpêçên aborî û siyasî jî derfetek e bo Komara Îslamî ya Îranê ku siyasetên xwe yên qeyransaz û gefxwarinê li navçeyê pêş bixe û bibe sedema pirsgirêk û serêşiyên zêdetir li cîhanê. Welatekî ku %9ê jêderên aborî yên cîhanê hebe, sermayeya wê heye ku bi rêya proksî û piştevaniya hêzên terorîst bibe metirsî li ser tevahiya cîhanê. Komara Islamî ya Îranê bi mebesta muzakirên navokî û bi hincetên ne mumkin muzakirên xwe yên navokî rawestandîye, da ku melayên desthilatdar bikarin meyandina oranyumê zêde bikin heta asta berhemanîna çekên navokî.
Bi wê rêyêde ji aliyekê ve dikarin îdia bikin ku Îran ne welatekî navokî ye û hîn jî pabendî Lihevkirina Navokî ye û ji aliyê din ve jî dest danîne ser pilapîtka ku cîhanê tehdît bike.
Di serdema me de hindik welat bi qasî Komara Îslamî ya Îranê gefê li aştiya cîhanê dikin. Piraniya welatên hevrikên cîhanê di pêşbaziya xwe ya herêmî û navneteweyî de herî kêm normên hiqûqa navneteweyî dişopînin. Di vê navberê de Îran rûyê tarî yê hemû hikûmetên cîhanê ye û ne tenê ji bo neteweyên Îranê metirsî ye, belkî rasterast û nerasterast gefê li hemû welatên cîhanê dike. Îrana di bin desthilata rêjîma Komara Îslamî de, gefeke rasterast e bo ser hemû cîranên xwe û eger rojekê bikaribe bi mûşekên xwe yên dûravêj dilê Ewropa û Amerîkayê bike armanc.
Siyaseta rûbirûbûna Rojava heta niha tenê bi sepandina dorpêçên aborî li ser Komara Îslamî bûye, lê belê cezayên rojavayî Komara Îslamî negirt. Lê cezayên Rojava heta niha ti bandorek li ser rejîma Îranê nekiriye û rejîma Îslamî jî dest ji gefxwarina cîhanê bernedaye. Rejîma Îranê û sipaha Pasdaran tevî dewletên din ên otorîter fêr bûne ku dorpêçan wek derfetekê bikar bînin ji bo sûdwergirtina ji qeyrana navdewletî. Ew fêr bûne hem dorpêçan derbaz bikin hem jî şiyanên xwe yên çekdarî û leşkerî dûrî çavdêriya navneteweyî pêş bixe û hêza xwe ya masûlkeyê ji bo zordestiya navxweyî û gefên li ser cîhanê pêş bixe. Kêmasiyeke din jî ew e ku Rojava potansiyela netewên bindest ên Îranê ji bîr kiriye. Ji bo civaka navdewletî ya bindest ji aliyê rejîma Îranê ve, netewên bindest ên Îranê baştirîn derfete û ez dikarim bibêjim ku tenê ew hêz in ku rejîma Îranê ji bihêzbûna wan ditirse û nîgeran e. Diviy Amerîka û Rojava heya niha pê bihesiyana ku piştevaniya siyasî ji têkoşîna netewên bindest ên Îranê, Îranê neçar dike ku li qada navneteweyî reftarên xwe biguherîne.
Rewşa piştî êrîşa 13ê Nîsana 2024 derfeteke nû ji bo hêzên siyasî yên Kurdistanê û neteweyên bindest ên Îranê çêkiriye. Pirrengiya netewî ya Îranê bûye sedema wê yekê ku tu hêz û rêkxistinên navendgera li Iranê de neyê ava kirin. Ew hêzên ku xwe bi “navendgera” didin nasandin, bi gor min tenê hêzên santiralîst in ku bi siyaseta xwe derfetê didin komara Islamî.
Niha ku naveroka êrîşker a Komara Îslamî ya Îranê ji bo civaka cîhanî bi taybetî welatên pêşketî yên cîhanê hatiye zanîn, divê kûrahiya têkoşîna dîplomatîk û navneteweyî ya netewên bindest bi taybetî neteweya Kurd kûrtir bibe. Dem hatiye ku mijara binpêkirina mafên mirovan ji aliyê hêzên siyasî yên dijberê rejîma Îranê, mijara apartheid a sîstematîk a neteweyan, gefên hevpar ên Îranê li dijî netewên bindest û cîhanê were bilindkirin û balkişandina ser potansiyela têkoşîna netewî ji bo berjewendiyên hevpar.
Tenê bi şopandina rêbazên berê yên dîplomasiyê û têkiliyan em nikarin pirsgirêka xwe ya neteweyî bînin rojevê û piştgiriya cîhanê bikşînin. Niha dem hatiye ku nirx, slogan û berjewendiyên hevpar di çarçoveya stratejiyeke netewî û dîplomasiya netewî de cihê dîplomasiya perçebûyî û kurtbîn were formulekirin. Bi vî awayî dinya dengê me bibihîze û em li marjînal ve bibin faktora diyarker!