Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Îranê piştî Şerê 12 Rojan û Hilweşîna girûpên bedel yên rejîma Îranê

15:29 - 15 Îlon 2025

Rewşa Îranê piştî Şerê 12 Rojan û Hilweşîna girûpên bedel yên rejîma Îranê

N. Hesen Mukerem

Guherînkariyên bilez ên li Rojhilata Navîn di van salên dawî de careke din nîşan da ku hevsengiya hêzê li vê herêmê ne li ser sloganan, belku li ser hêza rastîn a leşkerî, aborî û siyasî ya welatan e. 

Di vê navberê de, Komara Îslamî ya Îranê heta niha hewl daye ku stratejiya xwe ya herêmî li ser "Hêla Berxwedanê"(mêhvera moqavmetê) û piştgiriya ji bo komên bedel ên weke Hizbullah li Lubnanê, Hûsiyan li Yemenê û girûpên din ava bike. Ev tora bedel astengiya sereke bû li pêşiya her givaşek rasterast li ser Tehranê û weke amûrek ji bo şerê asîmetrîk ê Îranê li dijî Amerîka û Îsraîlê çalakî dikir.

Lêbelê, şerê 12 rojî yê dawî yê di navbera Îran û Îsraîlê de hevkêşeyên demdirêj guherand. Di wî şerî de, Îsraîlê karîbû çend derbên stratejîk di heman demê de Îran û van girûpan bixe, ji tunekirina fermandarên payebilind ên Hizbullah û Hêzên Heşda Şeibî bigire heya jiholêrakirina kesayetên sereke yên di Spaha Pasdaran û hejmarek zanayên etomî yên rejîmê de di operasyonên hewayî yên rast de. Her wiha, kontrola tevahî ya esmanê Îranê ji hêla Hêza Hewayî ya Îsraîlê ve peyamek zelal şand, Serdestiya leşkerî ya tevav a Îsraîlê û lawaziya peykara Îranê bû.  

Zêdetirî du dehsalan e ku Hizbullah baskê herî girîng û xûya ê Îranê li dijî Îsraîlê bû. Ji şerê 2006an bigire heta şerên belavbûyî yên li Sûriyeyê, Hizbullah bi bandor xeta pêşîn a Îranê li dijî Îsraîlê bû. Lêbelê, kuştin û ji holêrakirina çend fermandarên payebilind ên wê komê di êrîşên rast ên Îsraîlê de, Hizbullah di rewşa xwe ya herî lawaz a dîrokê de hişt. Ev pêşketin ne tenê têkçûnek leşkerî bû, belkî di heman demê de derbeyek piskolojîk û siyasî jî li ser helwesta Hizbullahê li Lubnanê bû. Hizbullah êdî hêza astengkirinê ya berê nemaye, û civaka Lubnanê, ku ji derb û xisarên giran ên şerên bêdawî westiyaye, ji berdewamiya vê nêzîkatiyê bêbawer kiriye.

Herwisa li Yemenê, di salên borî de Hûsî di hevkêşeyên Kendavê de karta destê rêjîma Îranê bûn li dijî aramiya nawçê û berjewendiya welatên rojavayî. Bi alîkariya Husiyan, Îranê şiyana gefxwarina li ser Tengava Bab el-Mendeb û Erebistana Siûdî bi dest xistibû. Lê guhertina hevkêşeyê di şerê dawî de û êrîşên hewayî yên armancgirtina hêza êrîşkar a Hûsiyan bi giranî kêm kiriye. Niha, Erebistana Siûdî û hevalbendên wê, ji nû ve avakirina dîwarê xwe yê parastinê însiyatîfê digirin ser xwe, û Îranê bi bandor yek ji amûrên xwe yên herî girîng ji bo givaşxistina li ser Riyazê winda kiriye.

Niha yek ji encamên diyarker ên şerê 12 rojî kuştina hejmarek ji fermandarên payebilind ên Spaha Quds, û her weha kesayetiyên nêzîkî torên ewlehiyê yên Îranê li derveyî welêt û zanayên etomî bû. Ev fermandar di plansazkirin û pêkanîna operasyonên armanckirî yên li dijî dijberên bi nav Komara Îslamî li Ewropa û deverên din de bûn. Jiholêrakirina van kesan ne tenê valahiyek mezin a ewlehiyê çêkiriye, belkî di heman demê de beşek girîng ji tora tevlihev a operasyonên derveyî welêt ên Îranê jî hilweşandiye. Bi rastî, Îranê bi giranî hêza xwe ya êrîşkar li ser qada navneteweyî winda kiriye û di pozîsyonek parastinê de asê maye.

Ji aliyek din ve ya herî girîng û ji sembolên herî girîng ên serdestiya Îsraîlê di vî şerî de kontrola wê ya tevahî ya esîmanê Îranê bû heta “Ebas Îraqçî” Wezîrê karê Derve yê Îranê bona danûstandinan pêka gotinan li rêya Turkiyê îzin li Îsraîlê vergirt heta ku balafira hilgirê wî li Tehranê derkeve. Balafirên şer û dronên Îsraîlê bêyî çi astengiyekê dikarîbûn navendên fermandariyê û baregehên mûşekî yên Îranê bikin armanc. Ev ne tenê lawaziya teknolojiya parastinê ya Îranê eşkere kir, belkî di heman demê de peyamek jî şand ku her rûbirûbûneke leşkerî ya rasterast dê bibe sedema têkçûneke giran û bilez ji bo rêjîma Îranê.

Niha piştî hilweşîna bikiryar a baskên bedel yên Îranê li Lubnan, Yemen û Iraqê, û her weha windabûna beşek ji peykera fermandariya Spaha Pasdaran, Îran niha bi krîzek cidî re rû bi rû ye. Rêjîm êdî ne xwedî hêzek cidî ye ku li dijî êrîşên Îsraîlê bisekine, ne jî şiyana wê heye ku "kûrahiya stratejîk" a xwe li welatên Erebî bikar bîne. Wan pêşketinan Îran xistiye rewşekê ku heta hevalbendên wê yên kevin jî li ser pêşeroja polîtîkayên herêmî yên Tehranê guman dikin.

1. Lawazbûna Hîlala Şîe: Hizr stratejîk a Îranê ya afirandina mêhwera bi bandor ji Tehranê heta Deryaya Sipî bi rastî jî bi dijwariyek cidî re rû bi rû maye.

2. Mezinbûna meylên neteweperest li Iraq û Lubnanê: Civakên wan welatan êdî amade nînin ku lêçûnên hebûna girûpa bedel a Îranê qebûl bikin.

3. Terîk û tenê mana zêde ya Têhranê li ser asta navneteweyî: Bi lawaziya operasyonên girûpên bedel re, Îranê di danûstandinên cîhanî de jî bandora xwe ji dest daye.

4. Metirsiya nêzîkatiyek parastinê - hilweşîna navxweyî: Dema ku aliyên derveyî yên givaşê li ser Îranê zêde bibin, rejîm dê bi îhtîmalek mezin givaşa navxweyî li ser civaka sivîl û opozîsyonê zêde bike da ku lawaziya derveyî qerebû bike.

Di dawiyê de şerê 12 Rojan ne tenê pevçûnek kurt di navbera Îran û Îsraîlê de bû, belkî ew xalek werçerx bû di hevsengiya hêzên herêmî de. Îran, ku her gav girûpên bedel yên xwe weke stûna sereke ya stratejiya xwe ya ewlehiyê hesab dikir, niha piraniya van stûnan ji dest dane. Di şert û mercên weha de, Komara Îslamî di pevçûnek rasterast bi Îsraîlê re ji her demê bêtir bêparastin, tenêtî û bêhêvî dimîne.

Bi wî awayî, dikare were gotin ku Komara Îslamî ketiye qonaxek krîzek piralî, hilweşîna girûpên bedel, bêbaweriya bi hevalbendên herêmî, windakirina fermandarên leşkerî yên sereke, û eşkerekirina lawaziyên bingehîn ên di Spaha Pasdaran a terorîst de. Ev hemû nîşan didin ku hevkêşeya Rojhilata Navîn piştî şerê 12 rojan li gorî berjewendiya Îranê nehatiye şekildan û pêşerojek dijwartir li benda Tehranê ye.