
Termê Mihemed Reşîdî, ku li nerizayetiya kangeha zêr a bajarê Seqizê de ji aliyê hêzên spaha pasdaran a terorîst ve hatibû kuştin li jêr givaşa navendên ewlehî ve bo goristana “Pîr Omran” a bajarê Seqizê hate veguhastin
Pêka raporên belavbûyî, fermana vê veguhastinê, ji aliyê fermandarê rêjîmê li bajarê Seqizê yê bi navê “Ziyaedîn Neimanî” û destêverdana rasterast a îtilaata spaha pasdaran û îdareya îtilaat a rêjîmê, hatiye dan û gef li malbata Mihemed Reşîdê kirine ku dibe biaxspartina wî bê beşdariya xelkê û lezgîntirîn demê de bê kirin.
Ev yeka dide xuya ku rêjîma Îranê ji kombûna xelkê heta li ser gorên li qoristanan de jî ditirse û ceribandinên salên pêştir daye selimandin ku her rêûresm û bîranînek dikare bibe çexmaqeya nerizayetiyê.