Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalak kirina Mikanîzma Trîger li dijî Îranê: Encam û Derfet

12:58 - 9 Îlon 2025

Çalak kirina Mikanîzma Trîger li dijî Îranê: Encam û Derfet

N. Serbet Urmiye

Pêşgotin

Mikanîzma Trîger, yek ji mercên sereke yên li hev hatinê li dor bernameya navikî ya Îranê tevî welatên rojava ya naskirî bi ” JCPOA” wate “Bercam” di sala 2015’an de bû, ku rê dida welatên endam bi  hegera binpêkirina  girêbesta lihevhatinê ji aliyê Îranê ve, ceza û dorpêçên  ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  bi ser rejîma Îranê de sepandibûn, ji nû bên  destpêkirin. Bi zêdebûna çalakiyên navokî yên Komara Îslamî û kêmbûna hevkariyê bi Ajansê navneteweyî ya wizeya Etomî re, welatên Ewropayî careke din gefa çalakkirina mikanîzma han dikin. Ev kiryar dikare bandoreke xurt li ser pêkhate û sîstema aborî ya rejîma Îranê hebe û di heman demê de jî dikare derfetên dîrokî ji bo tevgera azadîxwaziyê li Îranê de bafirîne.

Encamên siyasî û dîplomatîk

Zext û givaşa navneteweyî: bi Vegerandina cezayên Konseya Ewlehiyê bi fermî Îran dikeve rewşa  dewletek serpêçkar de. Ev rewş rêyê li rejîma Îranê girê dide da ku nekare bi awayekî berfireh  di biyavên cur bi cur yên navneteweyî de beşdar be û hevkarî kirina rejîmê li ser welatên cîhanê jî giran bikeve.

Sînordarkirina danûsitandinan: Heta niha gefa berfirehkirina çalakiyên mehandina yoranyûmê, weke alavê  zextê li ser rejîma Îranê di danûstandinan de bû. Lê bi vegerandina cezayan, ev jî bêbandor dibe û Îran neçar dibe ku di rewşek pir lawaztir di danûsitandinan de derkeve.

Perçe perçe bûn di hindur de: Zêdebûna zextên derve dikare bandor li ser arîşeyên hindur yên rejîmê jî  hebe  û bibe heger ku rejîm di hindur de  ji hev bilav be.  Di vir de taqimên  piragmatîk ên ku xwaziyarê têkiliyan bi cîhanê re ne û aliyên tundajo û navendên ewlehiyê dê bikevin çeperên li dijî hev.

Encamên aborî û civakî

Astengkirina hinardeya nift û gazê: zindîkirina cezayan dê derfet û kanalên firotina niftê bêtir sînordar bike. Heta heke  bi welatê Çînê an jî bi rêyên din yên nefermî d jî were firotin, lê dîsan jî tevî metirsiyeke zêde ber bi rû dibe dahateke wisa jî bi dest rejîmê nakeve.

Astengkirina pere û aborî: di rêya cezayên nawneteweyî yên bankî de, destê Îranê ji bo gehîştin bi diravên bîhanî û pergala veguhastina pereyan dê were qut kirin. Ev dê bibe sedema bê nirxbûna  pereyê Îranê û jordeçûna asta enflasyona aborî û berfirehtirbûna hêla hejariyê di hundur de.

Serhildan û nerazîbûna civakî: Krîza aborî rasterast bandor li ser bijîva jiyana mirovan heye. Enflasyon a aborî, bêkarî û jordeçûna bihaya hewcehiyên jiyanê, zextê li çînên navend û jêrîn  dike û rêya serhildan û nerazîbûne ber wan vedike ku weke derfet ji ber tevgera azadîxwaziyê tê hijmar kirin.

Derfetên ji bo tevgera azadiyê

Lawazkirina makîneya tepeserkirinê: Kêmbûna dahatê û nemana diravên bîhanî, destê rejîmê di qada pirçek kirin û bihêzkirina dezgehên serkutkar weke Besîc û hêzên ewlehiyê, dixe bin kevir de. Lewma hêdî hêdî hêza tepeserkirinê ya rejîmê ji dest derdikeve û bê bandor dibe.

Berfirehbûna valahiyan di navbera gel û rejîmê de: di demekê de ku piştî serhildanên salên borî de  û nemaze serhildana “jin , jiyan, azadî”yê , bi eşkere valahî di navbera gel û rejîmê de berfirehtir bûne û rejîm ji aliyê gel ve ber bi rûyê qeyrana meşrûiyetê hatiyê, givaşên aborî valahiya han di navbera civak û hikûmetê de kûrtir dike. Di rewşeke wilo de, meşrûiyeta siyasî ya rejîmê ji holê radibe û qada seferberiya civakî berfirehtir dibe.

Xurtbûna hêzên dijberî rejîmê li di qadên cîhanî de: zext û givaşên navneteweyî li ser rejîmê, ji  dijberan re derfetek baş e ku weke alternatîveke xwedî pêgeh û demokratîk  piştevaniya siyasî ya  welatên Rojavayî rakêşin aliyê xwe û peyvendiyên xwe yên dîplomatîk bihêztir bikin.

Yekîtî û hevalbendî di hundur de:  yekîtî û hevalbendiya hêzên navxweyî yên azadîxwaz, hewcehiya sereke ye ku cîhana derve bikare pitir zextê li ser rejîmê bike. Di vê rewşê de, derfeta  hevgirtinê bo hevrikên navxweyî û bîhanî peyda dibe û divêt ku bi rêkxistina  xwepêşandanan û afirandina alternatîveke siyasî, mihaf jê were wergirtin

Bertekên rejîmê li dijî tevgerên azadîxwaz

Tepeserkirina tundtir: Dibe ku rejîm ji bo veşartina lawazbûna xwe di asta cîhanî de, asta tepeserkirina dengên nerazî  tundtir bike û di warê ewlehiyê de kontiroleke micid bişopîne. Ku ev dîsan li ser rejîme giran dikeve, him di ware aborî û him jî di warê siyasî û civakî de.

Xurtkirina dezgehên Piropagandayên rejîmê: rejîma Îranê her tim ji cezayan weke komployeke bîhanî li dijî rejîm û gelên Îranê mêze dike. Ev piropaganda dikare beşek ji raya giştî li dijî opozîsyonê han bide û meşên nerazîbûna bo heyamekê kontirol bike.

Zext li ser gel: Di destpêkê de zexta aborî li ser civakê giran dibe. heke opozîsyon û hêzên sivîl çareseriyên micid û ron pêşkêş nekin, ev zext dibe ku bibe sedema bêhêvîbûn û heta nizimbûna asta beşdariya giştî di tevgerên nerazî û azadîxwaz  de.

Encam

zindîkirina mekanîzma Trîger derbeyek stratejîk e li ser rejîma Îranê ku zextên navneteweyî û krîza aborî li ser rejîme girantir dike. Her çend vê rewşê giranî li ser civakê jî heye, lê ji bo tevgera azadîxwaziyê derfeteke dîrokî peyda dike ku rêya demokrasî û azadiyê bi xurtkirina rêxistin, hevgirtin û pêşkêşkirina alternatîveke siyasî ya xuya û giştgîr xweş bike.