
Li salvegera şehîdbûna Dr. Sadiq Şererfkendî, Sekreterê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî, komîteya PDKÎ li Norwêjê Semînarek bo rêzdaran “Îbrahîm Lacanî û Kerîm Ellawesî” lidar xist, semînar bi sûrûda netewiya Eyreqîb û bîstrek bêdengî bo rêzgirtin ji riha şehîdên Hizb û gel dest pêkir.
Peyama komîteya Hizba Dêmokrat li Norwêjî ji aliyê “Mihemed Silêmanî” û gotarek li jêr navê “Jiyan û xebata Dr. Sadiq Şerefkendî û dadgeha Mîkonosê” ji aliyê Kerîm Ellaweysî ve hatine pêşkêşkirin.
Li panela duyem a semînarê de Îbrahîm Lacanî, gotarek li jêr navê “Dr. Sadiq Şerefkendî rewşenbîrekî şoreşvan” pêşkêş kir ku tevî îşarekirin bi warê zanistî û felsefî li ser rola serkirde û mirovên şoreşvan, îşare bi taybetmendiyên bilind ên Dr. Şerefkendî kir.
Li vê semînarê de hunermend “Şêrko Merîwanî”, çend sirûd bo bilindragirtina yada şehîdên Mîkonosê pêşkêş kirin.