
Rêyên çona bo nav goriostana “Ayçî”, cihê biaxspartina Şehîd Jîna Emînî ji roja derbasbûyî ve heya dema amadekirina vê nûçeyê, bi temamî ji alyê hêzên spaha pasdaran a terorîst ve hatiye milîtarîzekirin û vê hêza terorîstî, tevahiya wan rêyan daxistine û kes nikare hatinûçonê bike.
Hevdem digel milîtarîzekirina bajarê Seqizê û goristana Ayçî, hêzên dijemirov ên gerok li nav bajarê Seqizê de dor lê didin û rewşa bajar bi tevavî ewlehî kirine û hêlîkopterên rêjîmê jî li esmanê wî bajarî de hatine dîtin ku çavdêriyê bi ser bajar û derdora vê dikin.
Ev kiryarên rêjîmê tevî nîşandan tirsa kûr a desthilata riziya komara îslamî ji kombûna xelkê li salvegera şehîdbûna Jîna yê de, dide xuya ku rêjîmê bi hemû şêwazekê hewla bêdengkirin, tepeserkirin û fetisandina dengê azadîxwaziya xelkê Kurdistanê dide.