N. Mujgan Elîpûr
W. Hesen Mukerem
Jina Kurd ev nêzî sed salî ye ku ji bo maf û azadiyên xwe têdikoşinê dike û di vê rêyê de gelek hilbûn û daketin çêbûn û bûn sedem ku têkoşîna ji bo mafên zayendî bê paşxistin û gelek caran jî bûne qurbaniya rewşên siyasî û bo heyamek zêde dengê wê nemaye..
Yek ji sedemên sereke hebûna desthilatdarên dîktator û zêdexwaz bûne di dîroka Îranê de bandorek mezin danîne û îtraf bi hebûna mafê gelê vê erdingariyê nekirine û her ev yeka jî bûye sedem ku jina Kurd neçar bibe rêya xebata neteweyî û nasnameparêzî bigire berahîka xwe û hevdem digel xebata wekheviyê ber bi pêşve bibe.
Ger em li Komara Kurdistanê û damezrandina rêkxistina yêkîtiya Jina Demokrat a Kurdistanê wek qonaxa fermî ya têkoşîna jinan binêrin heta Serhildana Jînayê û Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, emê bibînin ku jinên Kurd bi çi lehengî qonaxên dijwar derbas kirin û gelek destkevt jî hebûye û gihîştiye kupika xwe.
Lê pirs ev e, piştî derbasbûna nêzîkî sed salî ji têkoşîna jinan di Hizb û rêxistinên cuda de, çima nekarîn bibin dengekî xurt li Îranê û li derveyî welat?
Nebûna pêkhateyeke serbixwe astenga herî mezin e li ber van nediyarbûn û bandoran, lê di kêlega vê de jî gelek faktor hene ku bi li berçavgirtina wan, rewşê gelek diguherînin.
Parvekirina enerjiya jina Kurd li ser partî û rêxistinên cuda bûye sedem ku dengê jinên Kurd navber be û negihîje aliyên pêywendîdar, lê ji vê girîngitir jî ku zirar gihandiye, yekgirtînebûna van alî û rêxistinên Kuran yên ku ji bo pirsa jinê têkoşîn dikin ku nekarîne yêkgirtî van astengî û derdên jina Kurd bigihînin bi cîhana dervey xwe û ev hewlên ku dane bandorek wisa tunebûne.
Di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de jî ev kêmasî di xebatên rêxistinên jinan de diyar bû, tevî ku têkoşîna jinên Kurd li hundirê Rojhilatê Kurdistanê di warên cuda de di asta herî bilind de ye û berxwedana wan a li dijî dîktator û berdewamiya wan jî cihê lêhînbûnê ye. .
Ji ber vê yekê jinên Kurd bi vê têkoşîna dûr û direj nekarîn weke jineke navendî derkevin pêş û bala cîhana derdor bikişîne Mînaka vê îdiaya şênber jî Şorş Jînayê bû, ku jinên Kurd pêşengaiyetî kir û di cîhana navnetweî de wek jina Îranî behsa lehengiya jinan hat kirin û ti behsa jina Kurd nebû û heta di manhorên dîplomasî de pr bi başî mifah ji vê mijarê vergirtin û xwestekên şoreşê ji derve ji rê derxistin.
Li gorî van rastiyan divê jinên Kurd û hemû rêxistinên jinan û jinên di nava partiyên siyasî de vana weke metirsiyekê li ser têkoşîna jina Kurd bibînin û di vî warî de zêdetir xwe berpirsyar bibînin û di rastî de ev erka jî dikeve li ser milê tevahiya jinan çi li hundirî welat û çi li dervey welat.
Hundirê Rojhilatê Kurdistanê ku navenda têkoşîna me ye, di warê xebat û tekoşîna jinan de gelek dewlemend e. Hişyariya jina wisa kiriye ku ji hemû jinên Îranê cudatir bin. Lê ev hewl û têkoşîna rêxistinan nekirine û bihevre girê nedane û her ji ber vê ye ku dibe xema jina Kurd di çarçoveya Îranê de yekdestkirina têkoşîn û çalakiyan be û bazineya van têkoşînan mezintir û kanalîzetir bikin heta ku guftmanek zelal li xebata jina Kurd li Îranê û bi taybet li Rojhilat bê temsîlkirin.
Helbet ger ev tiştên ku li serve hatine diyarkirin bên kirin, pêwîst e ku derbasî cîhaneke berfireh a ku jina Kurd û dîroka wê weke xwe nîşan bide, were veguhestin. Em bi bîr bînin ku hemû dîrok û qurbaniyên jinan di berdewamiyê de ne û pêşxistina vê têkoşînê de ye. Em di serdemek hestiyar de ne, ji aliyekê hikûmeta dijî gelê Kurd û ji aliyek din fîmînîstên berçavteng yên navendê di hewla matkirina van hewlan de ne.
Ji ber vê yekê divê em bi israra li ser nasname û dîroka xwe ji her îhtîmalekê re amade bin û hewl bidin ku şopa tiliya jinên Kurd di guhertinan de xuya bibe.