Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina 8ê Pûşperê jî çiyê din rewayetiyê nade komara Îslamî

12:31 - 12 Hezîran 2024

Daxuyaniya Navenda Birêveberiya Hizba dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq binav hilbijartina serokkomar li Îranê de

 

Komara Îslamiya Îranê roja 8ê Pûşperê û piştî hatine kuştina Îbrahîm Reîsî, dê hilbijartina pêşwexte bo serkomar bi rê ve bibe. Gera 14 an a binav hilbijartina serkomar li Îranê de di demekê de dê bi rê ve biçe ku li hilbijartina gera 13 an a serkomariyê de Îbrahîm Reîsî bi dengê herî kême beşdaran, navê wî li sindûqan hate derê, lê piştî bûyerên mirna Reîsî, pirsa hestiyare danana kesekê bo dewsa Xamineyî û rewşa siyasiye taze a welat ev hilbijartina pêşwext hem bo rêjîma komara îslamî û hem bo gelên Îranê ku li du cibhên tevav bi dijî hev de cih girtine, cihê baldaniyê.

Cixîza alîgirên rêjîmê ku roj bi rojê berteng û biçûktir dibe,hemî cehda wê eve ku li nêrîna bo 3 pirsên Hêjmoniya serbazî û navokî, cihgirê rêberî û henberbûn digel nerizayetiya xelkê, hemî aliyên deshilatê bi awayekî beredayî li qorixa xwe û bi der ji îrada xelkê de bihêle. Li wê derheqê de herwekî li parzûnkdana berbijêran ji aliyê şêwra nobedar de îsbat bû, heta kesên wekî Larîcanî û Ehmedînijad jî ku dehan sale serbazê wilayetê û parêzerê sîstima komara îslamî bûn, ev jî niha nikarin li nava wê baznê de ci bibin.

Bi raya rêjîmê û xudî Xamineyî ve encama wê gera hilbijartina serkomariyê nabe hindî libekê pirsyaran li ser mesela cihgirê Rêberî çêbike û bandorê dabinê ser guherîna helwêst û reftara rêjîmê li henber mesela navokî û herwisa civatgeha cîhanî û wan tevdaniyên ku li nawçê de dike hebe. Lewra li vê binav hilbijartinê de jî naveroka îdolojîka rêjîmê û paşvekêşînekirina li henber daxwaziyên xelkê de, serweyî hemî giringiyên Xamineyî û rêjîma wiye.

Lêbelê li derheq helwêst û dîtingeha gelên Îranê li pêywendî digel wan hilbijartinan ve dibe em bêjin ku, Piraniya xelkê ti baverî bi wê rêjîmê û bavir bi guhertinan li wê sîstimê de nemaye. Her 3 mehan berî niha anku roja 11ê Reşema 1402an a rojî de bû ku xelkê bi berfirehî hilbijartinên Meclisa Şêwra Îslamî û Xêbrigana Rêberî baykot kirin û bi neçona xwe bo ser sindûqên dengdanê, peyama nexwastinê û haşakirina wê rêjîmê gihandine hemî cîhanê. Lewma gorî reftar û helwêsta wan li henber pirs û bûyerên çend salê derbasbûyî, xelkê Îranê bo carekî din û li roja 8ê Pûşpera îsal de bi baykota wê binav hilbijartinê û neçona bo ser sindûqên dengdanê, dê peyama mafxwazane û domandina tevgêra nerizayetiya xwe li henber wê rêjîmê de ducarî bikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tewî xatircembûn ji helwêsta xelkê li henber wê maşkanêya hilbijartina serkomariyê û pêşengayetiya xelkê hişyare Kurdistanê li rûbirûbûna digel komara îslamiya Îranê, neçona ser sindûqên dengdan û hilbijartinê, helwêsta baykotê bi rast û rewa dizane.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo piştîwanî ji xebata mafxwazane a gelên Îranê û “ne” gotinekî dinêye biqawet bi wê rêjîmê û pêngav havêtina bo aliyê pêkwebûnê û guherîna bingehîn û dêmokratîk bo Îrana pêşerojê, daxwazê ji tev hêz û aliyên opozîsyonê û dijberên rêjîma komara îslamiya Îranê dike siyaseta baykota hilbijartinê û haydana tev qat û texên civatgeha xelkê Îranê bo “ne” gotinekî dinê bi rêjîmê bigrne bera xwe.

Her li wê derheqê de em rû dikne pêwajoyên cuda cudaye navxwyê welat û kesayetiyên xwedî bandore siyasî û medenî ku li rewşa niha a zal bi ser welat de ku gelek xisar û nirx ber wan kevtiye, bi wergirtina peyamên tevgêra “Jîna” yê bi bê du dilî piştewaniyê ji tevgêra mafxwazane a xelkê bikin.

Her lêre ji em daxwazê ji tev wan pêwajo û kesayetiyên navxweya welat dikin ku serdemekê bi nav û hizra cuda cuda ve xebat dikirin û li pêwajoya tevgêra Jin, Jiyan, Azadî yê de elheq ref û eniya gel hilbijartibûn û bi aşkera rexne ji kiryarên tepeserkaraneye rêjîmê digirtin, bi derbaskirina kes yan hinek kesên heta qasekê cuda jî li parzûnkê şêwra nobedar- ew jî tenê bo bazargermiyê û zêdekirina asta beşdariya xelkê, du dil nebin.

Anîna kesekî heta qasekê cuda ji destnîşankiryên beyta rêberî, bi wateya bavera wê rêjîmê bi berfirehî û aliyê kême wekirina derfeta cuda nîne, belku pîlaneke tenê bo jêhel birina asta beşdariya xelkê li hilbijartinande û piştre xwe daberizîna deshilatdarên wê rêjîmê.

Ku wisaye li wê qonaxa rûbirûbûna xelkê û rêjîmê de, hewceye tev aliyên siyasî û kesayetiyên navxwe û derveyî welat yêkgirtiyan bi girtina pêşêye siyaseta baykotê û neçona ser sindûqên dengdanê, weke ceribandinek ji bandora gelhevbûnê û karê hevbeş, fikrê ji nexşerêkekî girseyî û yêkgirtiyane bo pêşeroja tevgêra mafxwazane a gelên Îranê bikin.

                                 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

12ê Hezîrana 2024 a Zayînî