Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta derbasbûna 35 salan bi ser terorkirina Dr. Qasimlo

11:56 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2024

Xelkê xebatkarê Kurdistanê!

Hevniştimaniyên azadîxwaz!

Hogirên hizir û kesayetiya bilind a Dr. Qasimlo yê rêber!

22ê Pûşpera îsal(13ê Tîrmea 2024), 35 sal bi ser vê rojê re derbas dibin ku şanda rêjîma terorîst a Îslamiya Îranê, “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, “Ebdullah Qadirîazer”ê endamê Komîteya Navendî ya Hizba me û Dr. “Fazil Resûliyan” ê dostê Hizba Dêmokrat û Şehîd “Dr. Qasimlo”, li bajarê Viyenê de li ser maseya gotûbêjê teror kirin.

Terorkirina “Dr. Qasimlo”, ji wan bûyeran e ku bi derbasbûna salan, ji bîra Hizba Dêmokrat û xelkê Kurdistanê naçe. Li vê derheqê de em dikarin îşarê bi komelek sedeman bikin ku wa kirin, yada vî rêberê mezin bi zindî bimîne û Hizba me û xelkê Kurdistanê li gelek boneyan de û bi taybet li 22ê Pûşperê, bi bîr bînin. Yekem sedem, ji girîngiya rola karlêker a “Dr. Qasimlo” li zindîkirina Hizba Dêmokrat li xwe digre. “Dr. Qasimlo” li destpêka dehika heftêyan a Zayînî de bi hevkariya hejmarek ji hevalên xwe, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ne bi tenê ji jihevbelavbûnê xelas kir, belku ji warê hizrî û siyasî û rêkxistinî ve jî kire Hizbeke serbixwe ya xwedî bername û pirêstîj û rêbaza taybet bi xwe; Hizbek ku digel serkevtina şoreşa gelan a Îranê li dijî rêjîma paşayetî, ew hitbar û şiyan peyda kir ku ji mîrata Komara Kurdistanê, serîhildana çekdarî ya salên 1346-47 û zêdetir ji 3 dehik tekoşîn û xebat û qurbanîdana kadir û endamên xwe li serdema dîktatoriya rêjîma paşayetî de xwedî derkeve.

Duyem sedema zindîmana yada “Dr. Qasimlo” li nav netewa wî û azadîxwazên Îranê de, ew role bû ku ew kesayetiya, li rêberîkirina Hizba Dêmokrat de piştî hatinaserkar a rêjîma Îslamiya Îranê, hebû. Rojhilatê Kurdistanê bi hatinaserkara a rêjîma nû, neinku her teslîmê gefxwarin û durûkiya taqîma desthilatdara nû bi rêberiya Xumêynî nebû û bi dirûşm û sozên wan nehate xapandin, belku daxwaziya netewî û dêmokratîka xwe xiste ber çavê desthilatdarên Tehranê û li ser daxwazkirina wan mukum bû. Pêgeha berfireh a olî û siyasiya vê serdemê ya Xumêynî ji rêderxistina dehan milyon kes ji xelkê Îranê û piraniya rêkxirav û kesayetiyên siyasî bi dirûşmên wî li dijî Amerîkayê, herwisa gefxwarin û êrîşa leşkerî ya Têhranê bo ser Kurdistanê , ti yek ji wan nekarî xelkê Kurdistanê çavtirsî bike ku dest ji daxwazkirina mafê xwe hilnegire. “Dr. Qasimlo” û Hizba Dêmokrat, tevî vê ku gelek hewl dan ku bi rêya aşitîxwazane daxwaziyên Kurdistanê digel rêjîmê çareser bikin, lê amade nebûn serê xwe li hember dîktatoriya rêjîma nû, biçemînin û li hember tepeserkirina maf û azadiyên netewa Kurd û xelkê beşên din ên Îranê, rêya berxwedan û xebatê li pêş xwe girt.

Serîneçemandin li hember dîktatoriya nû ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve bilî naveroka xebtkarane û dûrbîniya siyasiya vê Hizbê, reh û rihîşe li têgihîştin û îradeya xelkê Kurdistanê de bi gistî hebû. Xelkê Kurdistanê ku dîrokeke demdirêj li xebat bi dijî dîktatoriya Pehlewî û tekoşîn bo mafên netewiya xwe hebû, bilî vê yekê, bi micidî li serhildana seranserî ya sala 1357 a Rojî de beşdar bû û qurbanî dabûn. Şanaziyek ku bo "Dr. Qasimlo" û Hizba Dêmokrat vedigere, li stuyê xwegirtina zêdetirîn rol li rêkxistinkirina xweragirî ya xelkê Kurdistanê li hember leşkerkêşiyên rêjîma nû ji aliyek û danîneberçav a zêdetir ya naveroka netewî û dêmokratîk li xweragirî û tevgera mafxwazaneya xelkê Kurdistanê bû. "Dr. Qasimlo" tevî pêdegirî li ser mafên netewiyên Kurd û netewên din li Îranê, daxwaza sîstemeke dêmokratîk bo birêvebirina Îranê û azadiyên dêmokratîk û daxwaziya jiyana azad bo xelkê dikir; bi eşkere, her cure dîktatoriyek ret dikir û bervanî ji ploralîzma siyasî û çendhizbî û çenddengiyê dikir.

Sêyem sedema bilindmana nav û yada "Dr. Qasimlo" li nav netewa wî û azadîxwazên Îranê de, pêywendî bi dîtingeh û hizrîna realîstî ya vî rêberî bo bihevrejiyan a cur bi curiyên li nav Îranê û hevpêywendiya tevgera Kurd li parçeyên din ên Kurdistana dabeşkirî bû. "Dr. Qasimlo" dijî her cure îdeolojî û hizîrîn û bawerekê bû ku Îranê bi tenê milkê neteweyekê an olekê bizane û xelkê wî welatî bi hevwelatiyên pile yek û du û pile sê jî dabeş bike. Ew bervwajiyê karbidest û ideolog û binav rewşenbîrên her du rêjîmên paşayetî û rêjîma Îslamiya Îranê, îtirafkirin a desthilat û yasayên welat bi curbicuriya xelkê wî welatî û rêzgirtin û dabînkirina vê, bi dabînkirina yekparçeyiya Îranê û berdewamiya bi hevrejiyan û bi hevreman a rûniştiyên vê dizanî. Li hember de jî dîktatorî û sepandina sîstemeke santralîst, dabeşnekirina desthilat û beşdarînekirina netevên ne-fars ên Îranê li birêvebirina wî welatî, cudatîdanînên netewî, olî û regezî wek sedema bêhêziya yekparçeyiya Îranê û metirsî bo ser yekîtî û tebayiya rûniştiyên vê, mêzê dikir. Xala cihê lêhûrbûn û jêfêrbûn li derheq Îranîbûn û Kurdistanîbûn li dîtingeha “Dr. Qasimlo” de eva ye ku ti yek ji wan rastiyane nedibûne sedema giringînedan û jibîrkirin a ya din. “Dr. Qasimlo” li kom û komelên navnetewî û li hevdêtinên digel nûnerên dewletan, hizb û rêkxiravên siyasî û ragihandinan de, hevdem hem berevanî ji pirsa rewa ya netewa dabeşkiriya xwe û hewcehiya piştevanîkirina cîhanî li vê pirsê dikir û hem dibû deng û nûner û piştevanê tevgerên demokratîk û pêşkevtinxwaz û xebata rewa ya çîn û qatên cur bi cur ên Îranê.

Yekek ji taybetmendiyên bilind ên “Dr. Qasimlo”, giringîdan bi şêwazên curbicur ên xebatê bû. Ev tevî ku aşitîxwaz bû û ji ti hewlekê bo çareseriya pirsa Kurdistanê bi rêyên aşitîxwaza ne xwe nediparast, lê berevaniya çekdarane ji netewa xwe li hember şerxwazî û êrîşên rêjîma Îslamiya Îranê, bo hêza pêşmerge bi rewa dizanî. Li demekê de rêberatiya tevgereke şoerşgêrane  ya xwediyê hezaran pêşmergeyî dikir, li giringiya şêwazên xebat li navxweyê Îranê jî xafil nebû. Her bi qasa girîngîdana bi xebata berdewam li dijî rêjîma îslamiya Îranê li Kurdistanê, tekoşîna dîplomasî bi armanca rakêşana piştevanîkirin bo vê xebatê li derveyî welat de jî bi rê ve dibir. “Dr. Qasimlo” xebat bi tenê pêşmergatî û hilgirtina çek li dijî rêjîma Îslamiya Îraqnê nedidît. Girîngiya mangirtin û nîşandana nerizayetiya kedkaran li rêkarên çewsînerên dem û dezgehên hikûmî û xwediyên karan, dijayetiya ciwanan digel vê şêwaza jiyanê ku rêjîm dixwaze bi ser wan de bisepîne; Xweragiriya hunermendan û nivîskaran li hember kultûra paşvero bi rêkarên sepandî yên hikûmî û hewldana wan bo girîngîdan bi huner û wêjeya pêşkevtinxwazaneî ti yek ji wan li ber çavê hûrbîn ê wî rêberê mezin enda nebûn. Yek ji şêwazên xebat û berxwedana ku “Dr. Qasimlo” li dema xwe de bi diyarîkirî, nav jê anîbû û bi girîng zanîbû, serîneşemandina jinan li Îranê li hember hicaba bi zorê û raewstan li hember yasa û givaşên rêjîmê li vê derheqê de ye. Her wekî me mêze kir, pirsa jinan û bêzariya wan ji naveroka dije jin û paremayî ya rîjîma Îslamiya Îranê, li dehika pêncem a desthilatdariya vê rêjîmê de bi hilgirtina dirûşma “Jin Jiyan Azad”yê, mezintirîn serîhildana giştî li Kurdistan û hemû Îranê li pey xwe anî. Eva ku binyata dirûşma “Qasimlo, Qasimlo, rêbaza te berdewam e” li kom û kombûn û xwenîşandanên heyama vê serhildanê de li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, deng vedida, zindîbûn û modernbûna hizir û bawerên vî rêberî û nêzîkbûn bi riha serdem û nivşên niha dide selimandin. 

Li 35emîn salvegera terorkirina rêberê şehîd “Dr. Qasimlo” û hevrê “”Ebdullah Qasirîazer” û Dr. “Fazil Resûl”, hewce ye ku em awurek bidne reftar û biryara dewleta “Otrîş”ê li derheq vê terorkirênê. Dewleta wî welatî, dema ku ew terora hate kirin, di cihê lêkolîn û spartina terorîstan bi dadgehê û sizadana wan, li lihevkirineke nihênî û bêşermane de, ew bo Têhranê şandin. Ji vê demê ve jî hemû deriyên xwe bo vekirina dubare ya dosyeya terorkirina “Dr. Qasimlo”, daxistine. Bê şik hekî dewleta wî welatî ew terorîst bo Têhranê neşandina û rêgirî ji lêkolîn û lipeyketina sîstema dadweriya xwe li vê terorkirînê de nekiriba û wek welatê Alman rê daba ku terorîst bêne dadgehîkirin, aliyê kêm dadperwerî li derheq bikujan bi rê ve diço û birêveberên Têhranê wek çavkaniya bingehîn a vê tawanê zêdetir û zelaltir bi cîhanê dihate nasandin. Li pêvajoya lêkolîn li terorkirina Mîkonosê de me dît ku li ser lêkolîn û dadgehîkirina terorîstan de û binavkirina berpirsên pile yekem ên rêjîma Têhranê wek çavkaniya  vê terorkirinê, pêdegir bûn, piştre jî biryara yekgirtî ya welatên endam li Yekîtiya Ewropayê li banghêjkirina balyozên xwe ji Têhranê, ew rêjîma neçar kirin ku bo heyamê çendîn salan dest ji kiryarên terorîstî li nav welatên Yekîtiya Ewropayê berde. Mixabin li wan çend salên dawiyê de careke din em nerimbûna welatên Rojavayî û lihevkirinê bêşermaneyên wan digel rêjîma terorîstiya Îranê dibînin. Ew siyaseta ku hejmarek ji welatên Rojavayî li xwe digre, handerê rêjîmê bûye ku zêdetir ji berê, rû bi barimtegirtina xelkê Rojavayî bi armanca lihevkirin û veguherîna wan digel terorîûstên xwe yên binçavkirî bike.

Em li vê hilkeftê de tînine bîra welatên Rojavayî ku xelkê serîhildayî yê Îranê, daxwaza tinêhiştina rêjîma terorîstiya Îranê dikin, daxwaz dikin ku spaha pasdaran ji aliyê wan ve wek terorîst bêne naskirin û rêkarên navnetewî bo lêkolîn û sizadana tawanên terorîstî û komkujiyên rêber û kadrên payebilind ên vê rêjîmê bêne diyarîkirin. Xelkê serî hildayî yê Îranê biryar dane bi destên betal lê bi fîdakirina baştirîn xortên xwe, dawî bi temenê rêjîmekê bîne ku jibilî vê yekê ku Îran bo wan kiriye dozex, bûye gefeke micid bo ser aşitî û aramiya Rojhiolata Naverast û deverên din ên cîhanê jî. Li vê derheqê de çavrêyê welatên Rojavayî ne ku siyaseteke rijd li hember vê rêjîma terorîst û fitneyên vê, bigirne ber xwe û piştevanî li xebata wan bo dawîanîn bi temenê vê dîktatoriyê bikin.

Li 35emîn salvegera terorkirina rêberê mê yê xwedî şiyan “Dr. Qasimlo” de bi  pêzanînê awir li xizmetên vî bi Hizba Dêmokrat û tevgera netewî û dêmokratîka Kurdistanê didin, em şanaziyê bi hizir û bawerên vî dikin û wek çiraya rêya tekoşîna xwe, rohnioyê jê verdigrin. Em soza xwe jî nû dikin ku xebat bo gihîştin bi armancên ku vî, jiyan û canê xwe li pêxemê de fîda kir, bê sekinîn, berdewam bikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê

Navenda Birêveberî

22ê Pûşpera 1403 a Rojî

13ê July 2024