Peyaman Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Bi hilkefta 32emîn salvegera terorkirina “Dr. Şerefkendî” û hevalên wî
Welatiyên Kurdistanê!
Li 26ê Xermanana îsal, 32 sal bi ser terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, “Fetah Ebdulî”Nûnerê Hizbê li Ewropayê, “Homayûn Erdelan” Nûnerê Hizbê li Alman û “Nûrî Dêhkurdî” kesayetiyê siyasiyî yê Îranî û dostê Hizba Dêmokrat, bi destê terorîzma dewletî ya komara Îslamî de derbas dibe. Şeva 26ê Xermanana 1371 a Rojî, “Dr. Sadiq” û hevalên xwe li bajarê Bêrlînê paytexta Alman, piştî beşdarbûna wan li kongireya “International Sosyalîst” ji aliyê davûdestkên komara Îsmaî û bi fermana rêberên terorîst yên Têhranê, hatine terorkirin. Ev li demekê de kevtne ber desrêjiya gullan ku mijûlê gotûbêj û danûstandin li derheq paşeroja siyasiya Îranê û gengeşeya rêyên hevahengîkirina opozîsiyona rêjîmê li pêxema bidestveanîna azadî û Dêmokrasiya gelên Îranê bûn.
“Dr. Sadiq” li rewşa dijwar a piştî şehîdbûna “Dr. Qasimlo”, erkê Sekreteriya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê girte syuyê xwe û karî ne wek mîratgirê rast ê “Dr. Qaqsimlo” xebata şoreşgêraneya Hizba Dêmokrat bi şiyan û kêrhatûbûna xwe berdewam bike, belku şûntiliyên taybetiya xwe jî bi ser birêveberiya Hizbê û tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li wî serdemî de bi cî bihêle. “Dr. Sadiq”, Hizba Dêmokart ji aloziya siyasî û îdelojîk de parast ku piştî herifandina dîwarê Bêrlînê û hilveşandina Soviyetê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî tûşî tevgera rizgarîxwaz û aliyên çepan bibû.
“Dr. Sadiq” wek yêk ji berçavtirîn kesayetiyên siyasî li dijî komara Îslamî, li nav çalakvanên siyasiyên opozîsiyona Seranserî Îranê, xwediyê pêgeheke bi hêz bû, bi avayekê ku li heyameke kin de erkê Sikirtêriya Hizba Dêmokrat li stuyê wî bû, gelek hewl dan ku li pêxema komkirina alî û kesayetiyên siyasî yên opiozîsiyonê û her ew yek ji wan sedeman bû ku komara Îslamî , biryara terorkirin û jinavbirîna wî bide.
“Dr. Sadiq” li rewşekê de erkê rêberatiya Hizbê kevte ser mila ku hejmarek guherînên deverî û cîhanê qewimîbû û karlêkerî li ser meydana siyasiya Kurdistanê, dever û cîhanê kiribû. Dawîhatina şerê 8 sale yê Îran û Îraqê û ragihandina agirbestê li sala 1367 a Rojî li navbera wan du dewletan de rewşeke nû anîbû pêş ku berdewamiya tekoşîna Pêşmergane li Rojhilatê Kurdistanê rastî pirsyareke micid kiribû û ew nigeranî li nav têkoşerên Kurd çêkiribû ku bo careke din, şoreşa Kurd bibe qurbaniyê sat û sewdaya Îran û Îraqê. Li vê rewşê de “Dr. Sadiq” bi hevkariya rêberatiya Hizbê, roleke mezin li qahîmkirina binyata siyasî û şorişgeriyên Hizba Dêmokrat hebû û wêrekî û îmana Hizba Dêmokrat a bi berdewamiya xebatê li pêxema bidestveanîna daxwazên rewaye gelê me de bi bilind hişt.
“Dr. Sadiq” li wêjmana siyasiya xwe de digel aliyên siyasiye Îranî de gelek bi zelalî pêdegirî li ser mafên netewiye Kurd dikir û mercê Hizba Dêmokrat bo çonqa nav her hevpeymaniyekê, îtirafkirina fermî ya aliyên siyasî bi mafên netewî ve girê dida. “Dr. Sadiq” li tenişta girîngîdan bi pirsa netewatî û xweparastin ji vê menca sosiyalistiya cîhanwetenî bi taybet li dehika 60an de bi ser kêşiya siyasî li Kurdistanê de giranî dikir, baweriya kûra xwe û Hizba xwe bi dadpeweriya civakî, nediveşart.
Hogir û emegdarên riya Şehîdên Kurdistanê!
Kor û komikên navnetewî yên alîgirên mafê mirov!
Terorkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, tevî ku derbeke mezin bû ku bi tevgera Kurd û bi taybetî Hizba Dêmokrat û xebata gelên Îranê bo azadiyê kevt, li hemen demê de bi sedema vê ku yekem car, dosyeya hiqûqî û dad li dijî komara Îslamî bê vekirin û tê de biryareke bivêrane û bê mînak, dadgeheke Ewropayê, berpirsên herî payebilind ên komara Îslamî bi tawanbar nas bikin. Komara Îslamî berî terorkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî”, gelek çalakvanên siyasî û rêberên opozîsiyonê li welatên Ewropayî de teror kiribûn, ew li demekê de ku li ti yek ji wan tawankariyan de bi berpirsyar nehatibû zanîn, lewma biryara dadgeha Mîkonosê û bi tawanbarnaskirina rêberên rêjîmê li her du warên siyasî û hiqûqî vê girîng û cihê lêhûrbûnê ye û bi destkevteke mezin bo Hizba Dêmokrat û tevgera mafxwazane bo xelkê Kurdistanê û hemû azadîxwazan tê zanîn.
Tevî binçavkirin û sizadana hejmarek ji biker û pîlandarêjerên tirora li Mîkonosê, ew dosye heta niha jî vekirî maye û biryarder û tawanbarên bingehîn ên vê tawanê, heta niha jî nehatine sizakirin. Pêka hikmê dadgehê, biryara girtina “Elî Felahiyan” ê wezîrê îtilaat a rêjîmê li vê serdemê hate dan û navbirî tevî ku heta niha jî li dadgehê de amade nebûye, berpirsên curbicurên li nav rêjîmê de pê dane. Ji aliyê din ve, dadeghê Elî Xamineyî yê rêberê olî yê rêjîmê, Refsencanî ê serkomarê rêjîmê yê vê demê û Wilayetî yê wezîrê derve yê rêjîmê, wek biryarderên binghehîn ên terorkirina li mîkonosê dane nasandin û vê yekê jî wa kir ku ji warê dadweriyê ve dosyeya wan li dadgehê de bi vekirî bimîne û dadgeh hatiye erkdarkirin ku li dema pêşhatina derfetê, wan tawanbaraên bikêşe ber dadgehê bo evê ku qedera vê dosyê bê yêkalîkirin. Li vê derheqê de em hivîdarin ku bi xebat û tekoşîna hemûalî û li rewşa niha ya komara îslamî de careke din hewlên bi rêxistina dosyeya Mîkonosê û gihîştin bi encama yekcarî bêne dan.
Xelkê Xebatkarê Kurdistan û Îranê!
Bihêzî û micidbûna hikmê dadgeha Mîkonosê, komara îslamî neçar kir ku heta qaseke berçav bo heyamê çendîn salan xwe ji terorkirina cudabîran û çalakvanên siyasî li welatên Rojavayî û bi taybet li welatên Ewropayî de biparêze. Hevdem dosyeya Mîkonosê û hikmê dadgehê li warê navnetewî de şûndaneriyên cur bi cur li pey xwe anîne û li civaka navnetewî de karlêkerî bi ser rewatiya rêjîmê de danî. Bo yekem car, dadgeheke ewropayî rêberên rêjîma îranê bi tawanbar naskirin û vê yekê jî rasterast rewatiya hemû rêjîma Îranê birê jêr pirsyarê bi şêwazekê ku hemû welatên Ewropayê piştî biryardana dadgeha Mîkonosê, balyozxanên xwe ji Têhranê vexwandin. Ew biryara bi sizakirina tevahiya desthilatdariya rêjîma Îranê tê hijmartin û belgeyên selimandî li ser qutbûna pêwendî digel rêjîmeke neberpirs û serberedayî ku destdirêjî bi ser nirxên bilind ên civaka navnetewî yên wek destdirêjî bo ser jiyana mirovan li derveyê dadgehê, destêverdan li karûbarên navxweyî û binpêkirina serweriya dewleta Alman kiriye.
Tevî sat û sewdayên siyasî û bazirganiya welatên Ewropayê digel rêjîma Îranê û girtinaber xwe ye gotûbêjên rexnegirane bû sedema vê ku li demeke kin de balyozên xwe bişînine Têhranê û pêwendiyên xwe asayî bikin, lê li rastiyê de şûndaneriya wan sizayane wek karnameyeke reş li dîroka komara Îslamî de maye û li qonaxên cuda de bandor li ser helwîstên civaka navnetewî li hember komara îslamî de bike. Cehdên Yekîtiya Ewropayê bo bi terorîstnasandina spaha pasdaran, wek biryara Parlemana Ewropayê bo zêdekirin li lîstê terorê a vê Yekêtiyê û hevpeyvîn û helwêstên hejmarek ji welatên Ewropayî li vê derheqê de berhema şiltaxiyên navnetewiyên komara îslamî û yek ji wan terorîsma navnetewî ya vê rêjîmê ye ku li dadgeha Mîkonosê de bi rohnê pêdegirî li ser hatiye kirin.
Komara îslamî bi terorkirina rêberên Hizba Dêmokrat bi taybet “Dr. Qasimlo” û “Dr. Şerefkendî”, nek her nekarî îrade û baweriya Hizba Dêmokrat û gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê li xebat li pêxema bidestveanîna daxwaziyêpn xwe yên rewa lawaz bike, belku evîndarên Qasimlo û Şerefkendî, roj bi roj pêdegirtir bi pêngawên qahîmtir ber bi armancên xwe ve diçin. Tevgera giştî ya “Jin Jiyan Azadî”, Newroza axabaniyan û 2 car bi dengvehatina xelkê Kurdistanê bo baykotkirina hilbijartinên meclî û serkomariya rêjîmê li 2 salên derbasbûyî de îşareyeke bihêz û eşkere ji emegdarî bi rêbaza Hizba Dêmokrat û rêberên şehîd hate dîtin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li salvegera terorkirina Şehîdên Mîkonosê, bi taybet “Dr. Sadiq Şerefkendî”, rêberê xwedîbandor ê xebata netewiya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, pêdegirî li ser binyatên negor ê xebata netewiya gelê Kurd dike û hivî dike ku gelek nekêşe ku serokên rêjîma tawankar û mirovkuj ên komara îslamî li dadgeheke dadperwerane ya gelên Îranê bigihîjin sizaya tawankariyên xwe yên bê sînor.
Li 32emîn salêvegera terorkirina“Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî de em silavan bo rihê paqijê wan dişînin û rêz ji xebat û baweriya wan bi azadiya gelê Kurd û netewên din ên Îranê digrin.
Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
25ê Xermanana 1403 a Rojî