Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêt Rûpela 1- Gotareke li jêr nave Bandora wegera Tiramp li ser rêjîma Îranê, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.
Herwisa hevpeyvîna Elî Budaxî digel rêzdar Mistefa Hicrî bi serdêriya, Mistefa Hicrî: Hewce ye ku xelkê Îranê bi xwe, xwe bihêz bikin û li benda ti aliyekê nebin ku bên û wan rizgar bikin, ku ev hevpeyvîn ji aliyê Bêhzad Simko ve hatiye wergêrandin.
Rûpela 2- Dom û deqa hevpeyvîna digel Mistefa Hicrî berpirsê Navenda birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hatiye weşandin .
Rûpela 3 gotara - Heta demhijmêrek şikestî jî rojê du caran dema rast nîşan dide!, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpelên 4 gotara - Xezelwer berdewam e, ji nivîsa Sîmîn Rûhanîzade.
Rûpelên 5 gotara - Mencenîqa sernixûniya rêjîmê li jê dorpêçên tund de, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 6 deqa axiftina Mustafa Özçelik Serokê Giştî yê
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li konfiransekê de li Parîsê li jêr nave - Bicîh anîna daxwazên acîl ên kurdan, nabe ku bi rawestandina şerî ve bêne girêdan.
Rûpela 7 gotara - Ev ne xwepêşandan, belkî serhildan e!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpelên 8 gotara - Heta Dewleta Kurdistanê bê ava kirin, ji derve de destwerdan dibe, ji nivîsa Îbrahîm Guçlu.
Rûpela 9 gotara - “Dûrûyî”, ji nivîsa Vênûs Fayêq û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 10 gotara - Sendroma Stockholmê an jî bi naveki din neçarî, ji nivîsa Kofîxwar.
Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e ku temsîla cinayetên xwînmijaneye rêjîma Îranê dike ku çavan mana xwe li kuştin û bidarvekirina xelkê welat de dibîne. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.